Rojeva sereke tecrîd û têkoşîna hevpar e

  • 09:03 12 Tebax 2023
  • Ramyarî
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Parlamentera Partiya Çep a Kesk Kezban Konukçu der barê kongre û tabloya ku xebatên pêvajoya nû daniye holê de axivî û da zanîn ku di civînên gel de riya sêyemîn wek çareserî hatiye dîtin û di kongreya pêk bê de wê derbarê mezinkirina riya sêyemîn û rakirina tecrîdê de nîqaş bên meşandin.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk, piştî hilbijartinê bi çarçoveya xebatên sazbûna nû de mehekê li Kurdistan û Tirkiyeyê civîn pêk anîn. Gel eleqeyek mezin nîşanê civînan da û piştî vê pêvajoyê bi atolye, kamp, komxebatan berdewam kir. Parlamentera Partiya Çep a Kesk Kezban Konukçu der barê mijarên di kongreye de wê bên nîqaşkirin de axivî. 
 
‘Gel em wek hêvî dîtin’
 
Kezbanê da zanîn ku piştî hilbijartinê wek Partiya Çep a Kesk û HDP’ê civînên gel pêk anîne, bi gel re hatine gel hev û nîqaş bi hev re meşandine û di encama vê de tabloyek derketiye holê. Kezbanê wiha vegot: “Encamên hilbijartinê gelek pirsgirêkên li ser hev kom bûbûn derxist holê. Di vê tabloya krîzê de em xwe ji nû ve dinirxînin. Encamên hilbijartinê ne mijara du salan e herî kêm divê guherînên siyasî yên 10 salan, terza siyaset û kêmasî bên nîqaşkirin. Gelek girîng e ev mijar bi aliyên berfireh re bên nîqaşkirin. Rêxistinbûna civakî ji bo şûndexistina faşîzmê ferz e. Yên hêviya wan tune ye nikarin vê gotinê bêjin, xwedî lê dernakevin û divê civîn wisa bên nirxandin. Di civînên gel de me rexne li ber çavan girtin. Jin di pêvajoyê de rolek çalak dilîzin. Jinan di civînan de di mijara nûneriya wekhev de rexne kirin.”
 
'Pêvajoya diçe kongreyê bi komxebatan didome'
 
Kezbanê bi lêv kir ku piştî civînên gel pêvajoya bi atolye û komxebatan didome û wiha dirêjî dayê: “Piştî vê pêvajoyê kongre wê pêk bê. Ev kongre ne tenê afirandina zemîna guherînê  ye. Komxebatên me wê heta 12’ê mehê bidome. Pêvajoya amadekariya kongreyê wê hebin. Di CHP’ê de navê kesan tê axaftin lê ligel me fikir tên nîqaşkirin. Şêwaza fikrên kolektîf tê nîqaşkirin û feraseteke ku kîjan rê rast e tê nirxandin. Di alî jinan de, bindestan de kedkaran de berpirsyariyên me hene.”
 
Di kongreyê de çi tê nîqaşkirin…
 
Kezbanê bal kişand ser mijarên ku di kongreyê de tên axaftin û ev tişt bi lêv kir: “Tecrîd, mijara Kurd û xeta têkoşîna hevpar. Gelek mijarên din tên plankirin ku wê bên nîqaşkirin. Em ê der barê pêvajoya pêş de biaxivin. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan li ser hemû civakê pêk tê. Ji bo rakirina tecrîdê wê nîqaş bên meşandin. Di kongreyê de em plan dikin ku nîqaş û xebatên der barê vê de bi plansazî pêk bînin. Di heman demê de ji bo vekirina kanalên rêxistibûnê em nîqaşan plan dikin. Ji bo pêvajoya nû fikra HDK-HDP’ê xwe çawa rêxistin dike wê bê nîqaşkirin.”