Hewl didin pêşî li gilîkirinan bigirin

  • 09:10 11 Tebax 2023
  • Rojane
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Endama EŞÎK’ê Berrîn Sonmezar ‘efûya’ ku desthilatdariyê bi Komeqanûnê derxist nirxand û da zanîn ku li Tirkiyeyê ji bilî sûcên îfadê sûc nemaye û wiha vegot: “Ne ji bo pêşîgirtina tundiyê, ji bo pêşî li gilîkirinan bigirin hewl didin. Hewl didin ku tundiyê kêm nîşan bidin.”
 
Komeqenûn di 31’ê Tîrmehê de ket meriyete. Yek ji qadên di qanûnê de cih digirt sererastkirina ‘efûyê’ bû. Bi vê sererastkirinê carek din bi ‘efûya veşarî’ pêşiya berdana gumanbarên tundiyê tên vekirin. Bi sererastkirina înfaza nû re ji 31’ê Tîrmehê şûnde ji bo girtiyên li girtîgehên girtî û vekirî wê efûya ‘rewşa baş’ pêk bê. Bi vê qanûna mijara gotinê re gumanbarê ku jin qetil kiribe û 20 sal ceza lê hatibe birîn jî  wê tenê sê sal û nîvan li girtîgeha girtî bimîne. Di sûcên êrişa zayendî û edlî de gumanbar 10 sal ceza girtibe tenê wê mehekê girtîgehê de bimîne. Ji 31’ê Tîrmehê şûnde wê girtî bi şerta rewşa baş sê sal zûtir bên berdan.
 
Endama Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) Berrîn Sonmez, der barê qanûna ‘efûyê’ de ji JINNES’ê re nirxandin kir.
 
‘Xal kirin yek’
 
Berrînê da zanîn ku wezareta dê sererastkirina înfazê wek ‘efûya bi sînor’ bi navkirin û got: “Lê em wek ‘efûya veşartî’ şîrove dikin. Ji ber Covîd 19’ê yên bi destûr ji girtîgehan derketin, heta meha Tebaxê venagerin girtîgehan. Tevî bi dehan carî hat gotin sûcên li dijî jin û zarokan ne di çarçoveya efûyê de ye jî di metna hatiye weşandin de ev derbas nabe. Ji xwe kategoriyeke wek sûcên li dij^ijin û zarokan tune. Ne pêkane li girtîgehên cuda bên girtin. Yek bi yek xalkirin yek.”
 
‘Dixwazin girtîgehan vala bikin’
 
Berrînê her wiha di nirxandina xwe de balkişand ser sererastkirina der barê Covîd 19’ê de hatiye kirin û got divê der barê desturên hatine dayîn de sererastkirinek bê kirin û wiha dirêjî daye: “Girtiyên ji îstîsmara zayendî hatibûn girtin, ji bo wan derxînin di bin navê zewacê de sererastkirin pêk anîn. Dema desturên Covîd 19 hatin kirin, krîterên nû ava kirin. Cezayê dadgehê daye çiqas wê bê înfazkirin, li ser vê daxistin jî pêk dianîn. Lê ev beşa daxistinê hîn bêtir bilind kirin. Dema wan ya li girtîgehê hîn kêmtir kirin. Lê gotin sûcên ‘teror û rêxistinê’ ji dervê vê ye.”
 
‘Sûcên li hember jin û zarokan ne xema dewletê ye’
 
Berrînê destnîşan kir ku pêşnûmeya ku efûya wê tune, sererastkirina înfazê bixwe re aniye û got gumbarê ku jin qetil kiriye û cezayê muebetê girtiye wê ceza di 16 salan de temam bike. Berrînê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di beşeke 16 salan de mafê derbasbûna girtîgeha vekirî tune. Pêvajoya li girtîgeha vekirî derbas bike jî wê kurt be. Wê bi şerta kontrola edlî bê berdan. Di sûcên îstîsmara zarokan de gumabarê 9 sal ceza girtibe tenê wê sê mehan di girtîgeha girtî de bimîne. Ji ber di qanûnê de îbareyeke ku bêje sûcê heta 31’ê Tîrmehê hatine kirin derbasdare, tune ye. Sûcên li hember jin û zarokan ne xema delwetê ye. Li vî welatî ji bilî sûcên fikr û ramanê tu sûc nemaye.”