Ji bo hişê civakê zindî bihêlin têdikoşin

  • 09:03 11 Tebax 2023
  • Rojane
Nûjin Nazlican Yildiz
 
WAN - Berdevka Komîsyona Jinan a ÎHD’a Wanê Ayten Kiran der barê astengkirina çalakiya Dayikên Şemiyê ku dixwestin li Qada Galatasarayê pêk bînin de axivî û da zanîn ku li dijî van astengiyan divê hişê civakî bê xurtkirin û got wê şûnde gav navêjin.
 
Çalakiya Dayikên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê tên gel hev ket hefteya 959’an. Tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) ya binpêkirinê, nahêlin Dayikên Şemiyê bikevin qadê û bi lêdanê tên binçavkirin. 
 
Berdevka Komîsyona Jinan a ÎHD’a Wanê Ayten Kiran der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Aliyekî bê qebûlkirin tune ye’
 
Aytenê da zanîn ku tespîtkirina kuştinên kiryarnediyar û darizandina gumanbaran tê astengkirin û got: “Di vê mijarê de rayagiştî baş nayê agahdarkirin. Dewlet di vê mijarê de gavê navêje. Lê di hemû dewletan de berdewambûn esas e. Kuştinên kiryar nediyar ên 30 sal berê hatine kirin, hûn nikarin, veşêrin. Hûn nikarin çalakiya malbatan asteng bikin. Di Destûra Bingehîn a 83’an de jî heye. Wê pêvajoyê ji bo pêşî li çalakiyên çekdarî bên girtin ev biryar hat dayîn. Lê biryara 30 sal berê hatiye dayîn îro bi awayekî kêfî tînin pêşberî me. Ev bi tu awayî nikare bê qebûlkirin.” 
 
‘Gelek dayikan jiyana xwe ji dest dan, lê dîsa jî têkoşînê dewam kir’
 
Aytenê da zanîn ku tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn hîna jî qad li Dayikên Şemiyê tê qedexekirin û got: “Tenê armancek vê heye, Dayika Berfo mînaka zindî bû. Me êdî gotina dayikan şikand. Em dibêjin mirov. Wê demê dayik derketin qadan. Zarokên xwe xwestin. Pêvajo pêş ket, piştre hestiyên zarokên xwe xwestin. Gelek dayikan jiyana xwe ji dest dan lêkolîna wan ji aliyê zarokên wan ve, xwişk û birayên wan ve tê domandin. Em di têkoşîna xwe de bi biryar in.”
 
Dewlet çima nerehet dibe?
 
Aytenê di berdewamiyê de anî ziman ku bi biryara ku navenda giştî ya ÎHD’ê daye her şemî bi awayekî hevdem piştgiriyê didin çalakiyê û wiha anî ziman: “Her hefte biyografiyek tê xwendin. Gelo çima dewlet ji vê nerehet dibe. Peywira we ne ev e ku hûn vê derxin holê? Em berpis in ku vê zindî bihêlin. Her hefte zext û astengî tên kirin. Bi heman awayî zextê li daxuyaniyên windayan ên ÎHD’ê jî dikin. Lê em vê dibêjin ku binçavkirin ji bo me tiştekî îfade nakin.”
 
Banga ji bo rêxistinên demokratîk 
 
Aytenê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê çalakiya Dayikên Şemiyê bê mezinkirin û wiha dawî lê anî: “Em ê wek ÎHD çalakiyên xwe bidomînin. Ev êrîş li dijî Peymana Gerdûnî ya Mafê Mirovan e. Divê ev mirov tenê neyên hiştin. Divê hişê civakî zindî bê hiştin. Em dizanin ku ev pêkanînên kêfî ne. Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidin. Em ê her hefte daxuyaniya xwe bidin.”