Xwendekar ji pergala perwerdeyê bi gazinc in

  • 09:07 10 Tebax 2023
  • Rojane
AMED - Xwendekaran diyar kirin ku pergala perwerdeyê her diçe vediguhere pergaleke naveroka wê vala û gotin: “Divê pergal biguhere. Em îtîraz bikin kes me nabihîze. Yekane tişta em dikin tevî hêviya me tune ye jî em xwe amade dikin û dikevin ezmûnan.”
 
AKP-MHP’ê piştî hilbijartinan ku bi Huda Parê re hevkarî kir polîtîkayên zayendperest, netewperest û olperest bi lez û bez kir meriyetê û pergala perwerdeyê veguherî yapbozê. Ji dema nû ya perwerdeyê re demek kurt ma û AKP-MHP’ê li ser guherînên di pergala perwerdeyê de gotin  pêş xistin. Zarokên keç ên di hedefa desthilatdariyê de ne, bi van guherînan û bi hinceta krîza aborî ji jiyana perwerdeyê tên dûrxistin. Xwendekaran ev rewş rexne kirin û gotin divê dengê wan bên bihîstin.
 
Xwendekaran der barê mijarê de nêrînên xwe bi me re parve kirin.
 
5 sal in ji bo KPSS’ê xwe amade dikin
 
Hulya Kaplan a mamoste ye û 5 sal in ji bo KPSS’ê xwe amade dike diyar kir ku yên dixwînin jî kar nabînin û bêdadiya desthilatdariyê bandorek mezin li ser wan dike. Hulyayê got: “Ez ji malbateke ku zihniyeta wê dibêje bila zarokên keç nexwîne hatime û min sê zanîngeh qedandine. Namzeta mamostetiyê me. Em bi pergaleke ku mamostetiyê dixîne re rû bi rû ne. Divê pergala perwerdeyê bê guhertin. Li welatên me gelek kesên zanîngeh qedandine û vala ne hene. Ji ber polîtîkayên şaş ên di perwerdeyê de em mexdûr dibin. 5 sal in ji bo KPSS’ê xwe amade dikim. Ez mamosteya wêjeyê me. Di nav 40 hezarî de ketim nav 800 kesên ewil. Lê nehatim tayînkirin. Divê em zêde ji vê pergalê tiştekî nepên.”
 
‘Divê jinên ku li destê zîhniyeta serdest nanêrin bên gîhandin’
 
Hulyayê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Ez bi taybet bang li jinan dikim. Zarokên xwe yên keç bidin xwendin. Bila li ser piyên xwe bisekinin. Bila li destê zîhniyeta serdest nenêrin. Heta hûn qîmetê nedin zarokên xwe hûn jî tu kesî qîmetê nabînin.”
 
‘Der barê pêşerojê de bi fikar im’
 
Xwendekar Elîf Harman jî ev tişt anî ziman: “Di civaka em dijîn de ji bilî xwendina zarokên keç tu çare tune ye. Em nexwînin em ê neçar bimînin bizewicin. Di dema dê û bavên me de perwerde baştir bû. Bêguman zehmetî hebûn. Niha teknolojî pêş ketiye. Ders zehmet in û em dikevin stresê. Mijar pir zêde ne em nikarin bigihînin. Berê rewş ne wisa bû. Niha zanîngeh diqede vê carê kar tune ye mirov nayên tayînikirin.”
 
Li dijî pergala perwerdeyê rexne
 
Elîfê pergala perwerdeyê rexne kir û wiha berdewam kir: “Ji ber krîza aborî  xwendekarên derfetên wan ên alavên teknolojik tune ne ji dersan şûnde dimînin. Heta dest ji dibistanê berdidin. Malbat zarokên xwe yên keç naşînin dibistanê. Di temenê biçûk de dizewicînin. Lê pergala perwerdeyê dikaribû pêşî li vê bigirta. Ez pergala perwerdeya li Emerîkayê mînak nîşan didim. Xwendekar dema tên dibiatana amadehiyê li ser piyên xwe disekinin. Pîşeya xwe tercîh dikin û dersan dibînin. Ez niha bi 4 mîlyon mirov re dikevim ezmûnê. Ev bandorek mezin li ser min dike. Ez ji bo pêşeroja xwe bi fikar im.”
 
‘Hem dixebite hem dixwîne’
 
Xwendekar Buşra Bayka jî bertek nîşanê polîtîkaya perwerdeyê ya desthilatdariyê da û wiha vegot: “Di demên dawî de dibêjin mele li dibistanan hatine bicihkirin. Xwendekar hatine asta ku nikarin bixwînin. Pêvajo qet ne baş e mixabin. Yên der dorê dibêjin ‘nexwînin biçin bixebitin’. Ez jî hem dixwînim hem dixebitim. Fêrgeh pir biha ne. Ez dixwazim dibistanê bixwînim û piştgiriyê bidim malbata xwe. Pirtûkên dibistanê wisa biha bûne em nikarin bigirin. Beriya her tiştî divê polîtîkayek baş a perwerdeyê bê şopandin."
 
'Pergala perwerdeyê pir zehmet bû'
 
Edanur Kurtboglu jî bertekên xwe yên li dijî pergala perwerdeyê anî ziman û got: “Pergala perwerdeyê pir zehmet bû. Ders pir giran bûne. Em îtîraz bikin jî kes dengê me nabihîze. Ez pergala niha qet naecibînim. Yekane tişta em dikin tevî hêviya me tune ye jî em ji bo ezmûnan xwe amade dikin. Destilatdariyê pergala perwerdeyê veguhertiye qada bazirganiyê. Ez naxwazim xwendekar bi puanan bi cih bibin. Ji ber dibistanên taybet puanan zêde dikin. Em û xwendekarên dibistanên taybet ne wek hev in.”