Çîroka zaroka ku bûye şahida fermanê

  • 09:05 4 Tebax 2023
  • Rojane
Evîn Zenda
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hemû kesên ku ji Fermana 3’yê Tebaxê rizgar bûne, xwedî çîrok in û serpêhatiyên wan jî weke roja ewilî di bîranînên wan de zindî ne. Serpêhatiyên Elmas Nayîf Şengalî yek ji van çîrokan e.
 
Ev 9 sal in jinên Şengalê bi giştî civaka êzidî dikin qîrîn, hewar ji bo dil, wijdan û mejiyê mirovahiyê bihejîne. Ji bo neyê jibîrkirin tevahî çîrokên ku di fermanê de qewimîne û têne vegotin. Di çîrokan de hûn tev bûn şahid. Di vê cîhana ku her kes qala wekhevî, azadiyê dike de çawa qewmê rojê, baweriya herî kevnar, bi fermanê rû bi rû hatiye hiştin. Ji bo rastî di tariyê de nemîne, ji bo fermaneke din çênebe û ya qewimiye neyê jibîrkirin, di vê salvegerê de jî em li dû şopa çîrokên fermanê ne.
 
Em ê di vê çîrokê de cih bidin hest û cîhana zarokeke êzidî ku di fermanê de bûye şahidê hovîtiya DAÎŞ'ê. 
 
Em di nava kuçeyên gundê Sîba Şêx Xidir digeriyan. Her çiqas şêniyên gundê Sîbayê vegeriyabin warê xwe, ji nû ve ava kiribin jî, weke cîhana wan li Sîbayê jî şopên fermanê nû ne. Malên hatine xerakirin piraniya wan gel dest nedanê. Di wan xerabeyan de rûyê DAIŞ'ê û hevkarên wan, rûyê revok û îxanetkaran pir baş diyar e. Li Sîbayê em rastî Hevseroka Şaredariya Gund Elmas Nayif hatin. Wê ji me re qala Sîbayê kir û bi taybet qala jiyana xwe kir. Elmasê piştî êşa kişandiye vegeriyaye gundê xwe û di avakirina gundê xwe de xizmet kiriye. 
 
Dema me jê xwest ew me bibe mala xwe ya berî fermanê bê ku daxwaza me paşde vegerîne erê kir.
 
Elmasê bi xwe niha Hevseroka Şaredariya Gundê Sîbayê ye. Mêvanperweriya wê, nêrînên wê, xizmeta wê ya di nava kar de ya bi gel re her wiha bi hevalên xwe yên kar re li ser me bandoreke mezin çêkir. Loma me xwest em li çîroka wê ya zarokatiyê ya fermanê guhdar bikin.
 
Ji me xwest fêr bibe bê ka divê çi bike, me jê re got tenê bimeşe, bide nasîn û qal bike, hevokên wê yên destpêkê pir bi bandor bûn. Her ku ew ber bi mala xwe ya berî fermanê ve diçû, her ku nêzî kevir, dîwar, tenûr, derî û cihê yariyên xwe dibû Elmasê dibû yeka dinê. Berî em biçin Elmaseke bi hêz û jêhatî, Elmaseke zîrek û lez hebû lê dema em nêzî malê dibûn hêdî hêdî dengê wê demê, qêrîna wê demê, girî û nalînên wê demê li gunê Elmasê vedigeriyan. Wê sehim û êşê careke din xwe li beden û canê wê dipêça. Ya ku me tenê meraq dikir bê ka ev keça Sîbayî di dilê xwe de, di nava zimanê xwe de kîjan hevokan kom dike? Gelo wê bêje, yan wekî gelek kesan wê girî bibe zimanê peyvên wê? Em bi baldarî li tevger, meş û lêvên wê dinêrin, lê ew keça warê xwe ye. Keça Sîbaya berxwedêr e. Ji bo wê di her kêliyên hestiyarbûnê de wê destûr nedida rondikan û qal kir. 
 
Maleke biçûk lê jiyaneke aram bû
 
Elmasê em birin mala xwe ya ku ji axê hatiye çêkirin û wiha qal kir: "Berî fermanê jiyana me pir xweş bû. Ji ber em zarok bûn, me zoriyên jiyanê nedizanî. Nanê germ ê tenûra Sitiya Êz û lîstokên me ji me re her tiş bûn. Mala me biçûk bû, du odeyên ji axê bûn. Her wiha hewşeke me hebû lê em tê de pir aram bûn. Ji ber êşeke me xemeke me nebû. Du salan ez jî bi ferdên malbata xwe re diçûm ser bostanan, ji bo debarê em diçûn bajarê Silêmaniyê. Bi keda xwe me ji bo xwe malek ava kir lê hê em derbas nebûbûn, ferman çêbû."
 
'Ew qad ji bo me wek buhuştê bû'
 
Elmasê ji aliyekî ji me re qala malbata xwe dikir ji aliyê din jî mal tarîf dikir. Hêdî hêdî xwe berda ber deriyê malê cem tenûra malê û cîranan û wiha got: " Ez û xwiştên xwe 11-12 salî bûn. Me bawer nedikir bibe sibeh, ji bo ku em biçin bilîzin. Ji bo me ber deriyê malê yanî saheya lîstokên me weke bihuştekê bû. Min her tim bi hevalê xwe re dilîst. Min pir ji wan hez dikir, ez biçûk jî bûm lê li ba min nirxê hevaltiyê pir biha bû. Min dikarî ji bo hevalên xwe her tiştî bikim."
 
'Ji aliyê din me amadekariyên cejnê dikir'
 
Elmasê berî fermanê bi demekê li bajarê Silêmaniyê bi malbata xwe li ser bostana kar dikir lê ji bo alîkariya xwişka xwe ya zewicî vedigere gund. Bi vî awayî dibe şahidê fermanê. Bi van hevokan qala wê demê dike: "Wê demê em biçûk bûn, ez 14 salî bûm. Qala DAIŞ'ê dikirin lê me fêm nedikir bê ka çi ne wê çi bikin, lê ji sohbet û gotinên di nava malbat û cîranan de diyar bû ku ew pir tirsiya bûn. Em jî ditirsiyan ji ber qala kuştin, tunekirin û koçberiyê dikirin. Rojekê hevala min hate gel min û got Elmas dibêjin wê DAIŞ me tevan bikuje. Min jî xwe pê aciz kir û min got na kesek me nakuje. Cejna me ya çilê Havînê bû, malê ji bo cejnê pez serjê kiribûn, ji aliyekî em ditirsiyan, ji aliyê din me amadekariyên cejnê dikir."
 
Li dijî çeteyan berxwedanek tê dayîn
 
Dema Elmasê qala wê niqaşa nava xwe û hevala xwe dikir hereketên destê wê rûyê wê ewqas zindî bûn te digot qey Elmasê di nava wan kêliyan de ye. Ya bi wê tade dihat dûrbûn bû. Ji ber wê dizanîbû wê ji hev dûr bikevin. Wê şevê Elmasê bi malbatê re heta saet duduyan amadekariyên xwe dikirin. Kurmamên wê, xortên dora gund tev diçûn sînorê gund digirtin, ji bo rê nedin ku çete êrişî gund bikin. Wê şevê heta sibehê bê navber şer dewam dikir. Êdî cebilxaneya şêniyan nemabû, ji bo wê yên ku di sînor de şer dikirin tev şehît ketin. Pêşengên wan jî Şehît Xêrî bû. Niha peykerê wî li nava gund hatiye çêkirin. Li dijî çeteyan welatiyên êzidî li berxwe didin. Elmasê dema li ser banê malê xwarinê amade dike, dadixîne telqeyên çekan li dîwarê ber serê wê dikevin, ev yek wê pir ditirsîne bê pêlav lê dide û direve.
 
Ola mislimantiyê li ser êzidiyan hat ferzkirin 
 
Dema ew diçin gundê cîran ê Sikêniyê li wir erebên cîran ên ku bi çeteyan re bûn ji wan re dibêjin ola xwe biguherin, quranê bixwînin em we nakujin û ji wan re dibêjin heya êvarê biryarekê bidin, malbat dibêjin baş e. Elmasê bi van hevokan qala wan kêliyan dike: "Dema wan DAIŞ'yan ji malbatan re wiha gotin bi bêdengî min li wan guhdar dikir. Hinekan digotin ez ê hevjîn û zarokên xwe bikujim dûre jî ez ê xwe bikujim, ji bo em nekevin destê wan. Wê demê min ji xwe re got ma kuştin jî heye? Ji ber em pir westiyabûn min dixwest em vegerin malê lê haya min ji malê nebû. Min texmîn nedikir bê ka çi ji malên me kiriye. Min texmîn nedikir ên ber satiran tev şehît ketine, tenê min dixwest ji bo kêliyekê em vegerin malê."
 
'Di beroşekê de xwarina 16 malbatan çêdikirin'
 
Elmasê dema qala rewşa birçîbûna malbatan, xwarina di beroşekê de ji 16 malbatan re tê çêkirin dîsa hestiyar dibe û wiha pê de diçe:"Lê her ku diçû malbatê berê me dida çiya, em bi wî halê birçî, tî hildikişiyan çiya. Em şevekê li çiyê man dûre agahî hat got wê çete werin me tevan bikujin. Gelek kesan xwe xelas kiribû lê gelekan jî nedikarîn dapîr û bapîrên xwe bihêlin ji bo wê li qûntarên çiyê mabûn. Ez li gel zarokên xwişka xwe razayîbûm, diyar bû wan agahiyek girtibû. Xwişka min kurê xwe yê biçûk girtibû, bi hevjînê xwe re çû çiyê. Ez û keçên xwişkên xwe man. Êvarê xwişka min vegeriya û got 'Elmas tu dizanî şevê din gotin wê çete bên, ji tirsa em reviyan me hûn di xew de hiştin'. Ez gelekî bi bandor bûm, ez tirsiyam, ez gelek pê êşiyam. Ji bo xwe û ji bo keçên wê û min digot 'ev kî ne ku em ewqas jê ditirsin, ev kî ne em xistine vî halî'. Ew dem ji bîra min naçe, ez pir aciz bûm û min jê re got 'em biribana wê çawa ba, tu qet lê nefikirî' wê got 'na min got hûn zarok in we nakujin'. Di wê rewşê de min nedikarî wê sûcdar bikim lê her di dilê min de ma. Ez car din li ba wan bûm. Dûre me xwe gihand serê çiya, ez pir birçî dibûm. Di beroşekê de xwarina 16 malbatan çêdikirin. Her kesî kulmek birinc digihiştê, ji ber ez pir bê taqet bûm xwişka min xwarina xwe dida min, ji bo min pir zor bû. Lê me guh nedida zorahiyê, tenê me dixwest em ji çeteyan dûr bikevin."
 
'Tu hest wekî wê hestê ne xweş bû'
 
Elmasê dema digihêje serê çiya ji malbatan navê PKK'ê dibihîze û ji wan fêr dibe ku ew hatine welatiyan rizgar bikin, çeteyan têk bibin ji bo wê bi van gotinana hestê xwe tîne ziman: "Welatî di nava xwe de diaxivîn, digotin PKK hatiye me rizgar bike, wê me ji destê wan xelas bikin. Dûr me dîtin hatin cem me, wan em hembêz dikirin. Ji bo min tu hest wekî wê hestê ne xweş bû. Ji ber pêdiviya me bi sitarê hebû û ew bûn sitara me. Em rizgar bûn, em derbasî Rojava bûn û dûr e carek din em vegeriyan ser axa xwe."