Tecrîda giran di meha 29’an de ye: Fêdeya israra di şer de tune ye

  • 09:05 3 Tebax 2023
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
ENQERE - Parlamentera Partiya Çep a Kesk Dîlan Kunt Ayan der barê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivî û got: “Li gel ku tecrîda li ser Birêz Ocalan sûcê mirovahiyê ye, di heman demê de girtina hemû rê û kanalên hevdîtin û diyalogê ye. Israra di şer de fêdeyê nade tu kesî.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha di bin tecrîda giran de tê girtin 29 meh in tu agahî jê nayê girtin. Hevdîtinên parêzerên Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê tên girtin Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim bi hinceta qedexeyên hevdîtinê yên parêzeran ên 6 mehan carê tên astengkirin û yên malbatê jî hinceta cezayê dîsîplînê yên sê mehan tên astengkirin. Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Rihayê Dîlan Kunt Ayan der barê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivî.
 
‘Tecrîd dirûtiya dewletê îfşa dike’
 
Dîlanê da zanîn ku tecrîd rewşa şênber a îşkence û îzolasyonê ye û got: “24 sal inBirêz Ocalan girtiye. 29 meh in bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Bêguman parêzer îtîrazan dikin lê hiqûq pêk nayê. Hemû maf tune tên hesibandin. Em vê tecrîdê vê rewşê li her derê tînin ziman. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Di komara Tiriyeyê de tu carê demek wisa nehatibû jiyîn. Tecrîdek giran heye. Li cîhanê pergalek wisa nehatiye dîtin. Îşkenceyek mijara gotinê ye. Bi vê tecrîdê dengê hemû aliyan jî tê birîn. Ji Guantanamo heta Israîlê em demên wisa binêrin ev dirûtiya mêjiyê dewletê û modernîteyê îfşa dike.”
 
‘Desthilatdarî dizane ku tecrîd rabe wê Kurd bîhna xwe bigirin’
 
Dîlanê di berdewamiyê de wiha vegot: “Rewşeke redkirinê ya dijminahî mijara gotinê ye. Ya tê redkirin bêguman ne tenê yên der barê girtiyan de ne. Divê ev bê ragihandin; di rewşa heyî de AKP bi awayekî zelal naxwaze tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Dizane ku tecrîd bê rakirin wê gelê Kurd bîhna xwe bigire. 24 sal in tecrîd pêk tê. Tecrîdek giran niha li Îmraliyê pêk tê. Di pêvajoya 2011-2015’an de gel hinekê rehet bû. Lê niha hemû kanal hatine girtin. Tecrîdê bandor li ser hemû aliyan kiriye. Heta ku di şer de israr hebe wê her kes wisa be.”
 
‘Bila qanûna xwe pêk bîne’
 
Dîlanê  li dijî tecrîdê balkişand ser girîngiya rêxistinbûnê û wiha domand: “Binpêkirina mafan û dijhiqûqiya îro pêk tê her kes dizane. Ji ber vê divê her kes pêvajoyê baş bixwîne. Tevgra Kurd ne tenê tevgerek xwe di qada siyasî de ava kiriye. Qada siyasî tenê lingekî wê ye. Lingê jinê lingê ciwanan ê çand û ê gel ê tevgera Kurd heye. Divê em bi dengekî bilind vê daynin holê. Em dewletê vedixwînin ku qanûnên xwe pêk bînin.”
 
‘Divê riyên hevdîtinê bên avakirin’
 
Dîlanê da zanîn israra di şer de fêdeyê nade tu kesî û wiha dawî lê anî: “Divê tecrîd bê şikandin û kanalên hevdîtinê bên vekirin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Israra di şer de fêdeyê nade tu kesî. Heta ku di şer de israr hebe wê aborî jî wisa be û mirov jî di vê rewşê de bin. Ji bo aştiyek mayînde divê demildest tecrîd bê şikandin. CPT'yê di 2018’an de raporek weşand. Di raporê de şertên dijhiqûqî hatin tespîtkirin û  pêşniyar ji bo dewletê hat kirin. Di raporê de bi aşkera hat gotin ku qedexekirina hevdîtinan bi hincetan tê kirin. Lê em dibêjin ku madem ev tespît hene çima tiştên pêwist nayên kirin. Divê der barê vê de gav bê avêtin.”