'Ev tekoşîna me wê bibe bersiva li hember hemî fermanan'

  • 09:04 3 Tebax 2023
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
ŞEHBA - Jinên ji Şengalê têkildarî 3'yê Tebaxê roja komkujiya li ser êzidiyan dan zanîn tevî hemî ferman û îşkenceyên ku ew tê re derbas bûne dîsa jî ewqas jî têkoşîna wan heye û gotin: "Em wekî jinên êzidî têkoşîn û berxwedana xwe dewam dikin. Ev tekoşîna me wê bibe bersiva li hember hemî fermanan. Hêviya me ye ku ew çete werin cezakirin, ji ber kiryarên li Efrînê yên derbarê civaka êzidî de perçeyek ji fermana li ser Şengalê ye."
 
Di 3'yê Tebaxa 2014’an de DAIŞ'ê êrişê Şengalê kir, nêzî 17 hezar hêzên PDK'ê yên li bajêr bêyî ku fîşekê biteqînin ji Şengalê reviyan. Vî  tiştî rê li ber komkujiyeke mezin vekir. Êdî li Şengalê komkujî veguherî qirkirinê. Bi hezaran mirov hatin kuştin, dîl hatin girtin û hatin revandin. Êzidiyên ku ji mirinê rizgar bûn jî berê xwe dan Çiyayê Şengalê. "12 siwariyên Derwêşê Evdî" ya ku di nava civaka êzidî de dihatin pênasekirin li Çiyayê Şengalê dest bi rêxistinbûnê kirin. Di 12'yê Mijdara 2015'an de mizgîniya destpêkirina "Operasyona azadkirina Şengalê" da. Bi ser fermanê re 9 sal derbas bûn.
 
Êzidî û bi taybetî jî jinên êzidî niha rêxistinbûna xwe li ser fikr û ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan saz dikin. Endama Yekîtiya Êzîdiyan a Efrîn û Şehbayê Şêrîn Îso û ji Rêveberiya Ciwanên Êzîdî ya Efrîn û Şehbayê Rojda Cindo têkildarî mijarê axivîn. Şêrîn û Rojda bal kişandin ser hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê, li hemberî vê yekê têkoşîn û berxwedana jin û civaka êzidî. 
 
'Li dijî van êrişên hovane me xwe bi rêxistin kir'
 
Endama Yekîtiya Êzîdiyan a Efrîn û Şehbayê Şêrîn Îso bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyina jinan û wiha got:"Em fermana li ser êzidiyên me yên li Şengalê dîsa bi xemgînî, bi bîr tînin. Çeteyên DAIŞ'ê bi hemû hêza xwe êrîş bi ser Şengalê. Ji ber ku wan çeteyan êzidiyên Şengalê wekî 'kafir' bi nav dikirin. Di heman demê de jî êrişî nasname, çand û hebûna me kirin. Bi vî awayî jinên êzidî revandin, kuştin, tecawizî wan kirin û li bazaran firotin. Li dijî van êrişên hovane me xwe bi rêxistin kir. Me serî netewand. Rêxistinbûyina li dijî êrişan gelekî girîng e û divê em her tim pêş bixin. "
 
'Hêza me, em parast'
 
Şêrînê di heman demê de bal kişand ser hêza jinên êzidî, hêza şervanên azadiyê û wiha pê de çû:" Rêxistinên Mafê Mirovan ên ku di gotina xwe de mafê mirovatiyê diparêzin, çima li hember van fermanên ku bi ser me de hat bê deng man? Hêzên me yên YPG-YPJ, YJA-STAR û HPG'ê li hember fermanên li ser Şengalê bûn bersiv û civaka Şengalê parastin. Di heman demê de hewl didin hemû jinên êzidî yên heta roja me ya îro di destên DAIŞ'ê de ne rizgar bikin. Em dikarin bêjin vê hêza me, em parast. Jinên êzidî jî xwest bi vê hêzê re hêza xwe xurtir bikin. "
 
'Pêwîst e DAIŞ were cezakirin'
 
Şêrînê bang li dewletên navneteweyî kir da ku çeteyên DAIŞ'ê bên cezakirin û wiha bi dawî kir:" Banga me ji bo hemî dewletên navneteweyî û Rêxistinên Mafên Mirovan ew e ku hesabê mafên me ji van çeteyan bipirsin. Ji ber ku civaka Êzidî li gorî çeteyên DAIŞ'ê mîna 'kafiran e', bê ol in û bi xweda bawer nakin. Ev fikir û raman ji mirovatiyê dûr e. Bi êrîşkirina ser civaka Şengalê dixwazin civaka kurd bi giştî tune û qir bikin. Lê belê em mafê xwe dixwazin û mafê me ye, em li ser vî erdî bijîn. Divê DAIŞ were cezakirin."
 
'Ji bo civaka êzidî pêş bikeve pêdivî ji hêza jinê heye'
Di heman demê de ji Rêveberiya Ciwanên Êzîdî ya Efrîn û Şehbayê Rojda Cindo wiha bal kişand ser qirkirina civaka êzidî ya li Şengal û Efrînê û got:"Fermana bi ser civaka Şengalê ya di 3'yê tebaxê de, fermana herî giran bû. Bi vê fermanê civaka me bû qurban. Di heman demê de bêhtir jinên êzidî bûn qurban. Hatin kuştin, revandin û di bazaran de hatin firotin. Em van rojan ji bîr nakin. Ji bo careke din ev ferman dubare nebin em xwe bi hêztir dikin. Ji bo civaka êzidî pêş bikeve pêdivî ji hêza jinê heye."
 
'Li Efrînê jî bi darê zorê ola civaka êzidîyan dan guhertin'
 
Rojda bal kişand ser kiryarên çeteyan ên li Efrînê yên piştî bi destên dewleta tirk Efrîn hat dagirkirin û wiha got:"Dema Efrîn ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hat dagirkirin wê demê her cureyên tundiyê li welatiyên li wir kirin. Bi taybet jî li jinan kirin. Her wiha li Efrînê jî bi darê zorê ola civaka êzidîyan dan guhertin. Bi hezaran êzidî ji gundên xwe hatin qewiranin. Malbatên çeteyan li dewsa wan bi cih kirin. Tecawizî wan kirin, êriş, tundî û îşkence li wan kirin. 
 
'Ev tekoşîna me wê bibe bersiva li hember hemî fermanan'
 
Rojda bal kişand ser têkoşîna jinên êzidî ya li dijî fermanan û wiha bi dawî kir:"Tevî hemî ferman û îşkenceyên ku em tê re derbas bûne dîsa jî ewqas jî têkoşîna me heye. Em wekî jinên êzidî têkoşîn û berxwedana xwe berdewam dikin. Ev tekoşîna me wê bibe bersiva li hember hemî fermanan. Hêviya me ye ku ew çete werin cezakirin, ji ber kiryarên li Efrînê yên derbarê civaka êzidî de perçeyek ji fermana li ser Şengalê ye."