Keda xwe bi koperatîfan didin xuyakirin

  • 09:03 3 Tebax 2023
  • Ked/Aborî
AMED - Seroka Koperatîfa Jinan a Şîmel, Şîmel Begîk da zanîn ku bi armanca piştevaniya bi pirsgisrêkên aboriya jinê re ev der hatiye avakirin û got keda jinan wê li vir bê dîtin.
 
Li welat krîza aborî her diçe giran dibe û yên herî zêde ji vê pêvajoyê bi bandor dibin jî jin in. Jin bi piştevaniyê hewl didin pirsgirêka xizaniyê sivik bikin. Yek ji van qadan jî koperatîf in. Komeleya Jinan a Şîmel du meh berê li Amedê hat vekirin. Komele bi armanca ku keda jinê bê dîtin, ji bo jinan qada îstîhdamê bê avakirin hat vekirin.
 
Seroka Koperatîfa Jinan Şîmel Begîk  armanca avakirina koperatîfê vegot.
 
Zêdetir îstîhdama jinê armanca wan e 
 
Şîmelê cihê jinê yê di civakê de rexne kir û got jin tê sînorkirin û wiha got: “Jin her tim di plana dawî de ne. Maf ji bo jinan nayê dayîn û tên astengkirin. Bi vê astengiyê re jin nikarin xwe nîşan bidin. Bi armanca mezinkirina îstîhdama jinê min koperatîf vekir. Niha em li koperatîfan dinêrin divê her yek 7-8 endamên wê hebin. Divê ji van herî zêde 6 jê jin bin. Ev ji bo jinan derfetek mezin e.”
 
 
‘Dixwazim ji jinan re bibim alîkar’
 
Şîmelê destnîşan kir ku bi armanca ku ji bo jinên li malê hilberînê dikin û nikarin bazara xwe ava bikin, bibe alîkar û bi vê armancê koperatîf vekiriye û wiha daxuyand: “5 sal in li Zanîngeha Dîcleyê xwarinên gelêrî çêdikim, hilberînên xwezayî dikim. Di vî 5 salî de min bi gelek jinî re xebat meşand û min biryar da em biçin koperatîfê. Niha 8 jin di koperatîfê de ne. Armanca me ev e ku em bo jinan îstîhdamê ava bikin. Em her endameke koperatîfê dixwazin wek koperatîfekê mezin bibin. Me 8 kesî dest pê kir û armanca me ne tenê bi 8 kesî kar bê kirine. Em dixwazin xwe bigihînin zêdetir jinan.”
 
‘Hemû berhemên xwe em çêdikin’
 
 
Şîmelê da zanîn hemû berhemên xwe ew çêdikin wiha dirêjî dayê: “Min bi jinên derdora xwe re koperatîf ava kir. Em ji berhemên xwe taştê didin. Cihê me li Pira Dehderî ye. Me li cihê turîstîk vekir û armanca me em turîstan bikşînin wir û xwarinên herêmî yên Amedê bidin nasîn. Bi jinan re azadiya aborî tune ye. Koperatîf bo jinan pir girîng in. Jinên azadiya aboriya wan heye ji aliyê mêran ve tên astengkirin .  Jinên di koperatîfê de cih digirin pirsgirêkên wan ên aborî yên cidî hene. Em dixwazin ji bo wan bibin destek.”
 
 
‘Wê beramberê keda xwe bigirin’
 
Şîmelê bal kişand ser keda jinan a nayê dîtin û wiha dawî lê anî: “Keda jinan nayê dîtin. Wê keda jinê bi vê koperatîfê bê dîtin. Jin hilberîner in. Qet vala namînin. Divê jin li ser piyên xwe bisekinin. Lê jin her tim tune tên hesibandin. Bila jin tu carî netirsin. Ger derfetên wan hebin bila li ser piyên xwe bisekinin.”