‘Hûn nikarin dest bidin Cûdî û Akbelenê’

  • 09:02 3 Tebax 2023
  • Rojane
Melîke Aydîn 
 
MUGLA - Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Îzmîrê Burcugul Çubuk da zanîn ku têkiliya di navbera komkujiya daristanên Cûdî û Akbelenê de nayên dîtin û got divê li her derê nivîsa ‘hûn nikarin dest bidin Cûdî û  Akbelenê’ bê nivîsin.
 
Li dijî qirkirina Daristanên Akbelenê yên li Îkizkoya navçeya Mîlas a Mûglayê, ji bo komirê bidin Santralên Termîk ên Yenîkoyê Kemerkoyê yên girêdayî Holdînga Limakê, berxwedan didome. Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Îzmîrê Burcugul Çubuk jî di roja 5’ê berxwdandê de hat piştgiriyê. Bucurgul a tevli berxwedanê bû û cendermeyan êrîşê wan kiribû, komkujiya xwezayê ya li Akbelen û şewatên li Kurdistanê nirxand.
 
Bi rehetî dikarin derewan bikin
 
Burcugulê daxuyakirin ku gelê herêmê her tim bi tirsa ku êrîşek pêk bê dijîn û got: “Pişt barîkatên cendermeyan ekokirim tê jiyîn. Serê bermahiyan digirin û înşat didomin. Li dijî dîrok û xwezayê rêzdarî tune ye. Sala borî dema darên li Cûdî dihatin birîn em çûn wir û heman tişt me li wir jî dît. Li wir jî cendermeyan êrîş kiribû. Ya îro tê kirin jî tunekirin e. Bi Akbelenê didome. Dibêjin li Cûdî şewat sekinîne lê îhtîmala didome pir mezin e. Ji ber em nikarin biçin bibînin. Bi rehetî dikarin derewan bikin.”
 
Gel heyeta CHP’ê neçar hişt
 
Burcugulê daxuyakirin ku serokê giştî yê CHP’ê bi heyetek parlametneran hat Akbelenê û dema ji vir vediqetiya, gel pêşiya wan girt û Kemal Kiliçdaroglu ji neçarî çû daristanê û lêkolîn kir. Burgulê wiha domand: “Ez jî bi zorê ketim hundir û li hundir min vîdeoyek kişand. Piştî barîkatê dengê dirûşmeyan hat û ez derketim. Bi gaz û tomayan êrîş dikirin. Ez ji ber TOMA’yê derbas bûm, min got ez parlamenter im. Bi vî awayî xwe dan alî. Piştre hewlana binçavkirinê çêbû. Dizanibûn ez kî me. Hevalên hatin binçavkirin hebûn. Kiliçdaroglu jî ligel cendermeyan ji wir derket.”
 
‘CHP daxwaza têkoşîna gel kêm dike’
 
Burgulê da zanîn CHP daxwaza têkoşîna gel kêm dike wiha dirêjî dayê: “CHP pirsgirêkê tenê wek pêvajoyek li dadgehê dimeşe dibîne. Vê têkoşînê wek têkoşînek çalak tercîh nake.  Dixwazin daxwaza têkoşîna gel daxînin. Wek franksiyonek dewletê tevdigerin. Ligel cendermeyan derketina ji wir pirsgirêk e. Divê ev bên redkirin. Dibêjin bila em şil nebin. Lê dema êrîş li hember me pêk tê îtîbara me tiştek nabe.”
 
‘Em têkiliya di navbera Cûdî û Akbelenê de nabînin’
 
 
Burcugulê destnîşan kir ku li gelek deverên Tirkiyeyê di berxwedanan de êrîşên leşkeran pêk tên û wiha vegot: “Em bi pratîkek dewletê ya bi cendermeyên wan pêk tên re rû bi rû ne. Ev polîtîka rantê ye. Hem binpêkerî hem binpêkirin heye. Şivanên li ber pez îşkenceyê dibînin. Di nav van de zarok jî hene. Carna dîmen tên ber destê min.  Li Kurdistanê li hember daristan û çeman êrîşek cidî ya rantê heye. Di navbera Cûdî û Akbelenê de têkiliyeke ku dişibe hev heye lê em vê nikarin nîşan bidin. Em têkoşînek wisa rêxistin nakin.”
 
‘Dest nedin Cûdî jî nedin Akbelenê jî’
 
Burcugulê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku hatina qadê gelek girîng e û her wiha got ku li her derê rêxistinkirina berxwedanê gelek girîng e û wiha dawî lê anî: “Divê li her derê nivîsa ‘Hûn nikarin dest bidin Cûdî jî Akbelenê jî ’ bê nivîsin. Ew der kezeba me dilê me ne. Ew der aydê me ne aydê gel aydê mirovan aydê sewalan e. Divê em vê li her derê bêjin. Divê ev li kolanan bê nivîsin. Li pankart û dîwaran bê nivîsin. Em pêvajoya Gezî bi bîr bînin. Divê em hemû bi hev re ligel hev têbikoşin.”