Jineolojiyê berê xwe da Rojhilat: Berxwedan wê neqede

  • 09:06 2 Tebax 2023
  • Rojane
 
AMED - Kovara Jineolojiyê bi hejmara 28’an bi mijara dosyaya ‘Rojhilat’ derket. Suzan Akîpa der barê hejmarê de agahî da û da zanîn ku tevî hemû zextan wê têkoşîn bi dawî nebe.
 
Têgeha Jineolojî ya yekem car ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve di pirtûka ‘Civaknasiya azadiyê’ de hat bikaranîn bi pêşengiya jinên Kurd hat nîqaşkirin. Di encama nîqaşan de zanîn di pirtûkan de hat komkirin û kovara jineolojî li hemû cîhanê ket rojeva jinan. Yekem hejmara jineolojiyê di 8’ê Adara 2016’an de derket. Niha bi 28’emîn dosyaya xwe derket pêşberî temaşevanan. Ev hejmar diyarî Nagîhan Akarsel û Jîna Emînî hat kirin. 
 
Endama Lijneya Weşana Kovara Jîneolojiyê parêzer Suzan Akîpa der barê hejmara dawî ya bi mijara dosyaya ‘Rojhilat’ derket de agahî da.
Bi jineolojiyê re riyek nû
 
Suzanê da zanîn ku otorîteya mêr bandor li ser hemû qadên jiyanê kirine û li dijî serdestiya mêr bi armanca ku nirxên jinan pêş bixînin û bigihînin astek sîstematik kovara jineolojiyê derxistine. Suzanê wiha vegot: “Ji tenduristiyê heta hiqûq, ji pratîkên rojane heta wêje, ji siyasetê heta zanistê, zimanê serdestiyê mêr bi bandor bûye. Jin hatine asta ku nikarin bîhna xwe bigirin. Hemû mafê jinan hatine xespkirin û xistine bin xizmeta sermaye û desthilatdariyê. Li ser hewcedariyê bi îdiaya riyeke nû jineolojî derket.”
 
‘Ji bo jinan derfet afirand’
 
Suzanê da zanîn jineolojiyê ji bo jinan derfetek afirandiye û wiha vegot: “Jin bi vê kovarê li dijî serdestiya heyî dengê xwe bilind dikin. Zanista jineolojiyê di navbera jin, civak û xwezayê de têkiliyê ava dike. Kovar peywira pirê dike. Jineolojî bi jin û civakê re pêş dikeve. Kovara jineolojiyê hem der barê dîrokê de hem jî der barê roja îro de gotina xwe ava kir. Derfet da jinan ku gotinên xwe bêjin.”
 
Derketina Jinolojiyê
 
Suzanê di berdewamiyê de anî ziman ku Kovara Jineolojiyê bi îdiaya zanista civakî derketiye holê û ev tişt bi lêv kir: “Jineolojî li ser xweza mêr sekinî û derxist holê ku mêran ji me jinan çi girtiye. Rê û rêbazên berxwedanên jinan lêkolîn kir. Di encama rêbazên berxwedana jinan de nirxên polîtîk, exlaqî, estetîk û etîk nirxandin. Di esasê azadiya jinê de bi îdiaya zanista civakî derket holê. Bi dosya xwe ya ‘Rojhilat’ me berê xwe da Kurdistanê.  Hejmara Kurdistanê ji bo me gelek girîng e. Polîtîkayên înkar û îmhayê li hember hemû nirxên Kurdistanê bê navber didomin. Lê li dijî vê bi pêşengiya jinan berxwedanek mezin heye.”
 
Di sedsala Lozanê de yekîtiya têkoşînê
 
Suzanê bal kişand ser yekîtiya jinê û wiha berdewam kir: “Em di sesala Peymana Lozanê de bi hişmendiya yekîtiya têkoşînê di vê hejmara xwe de ketin rê. Ev hejmara me bi îdiaya yekîtiya têkoşînê derket. Ji ber vê ji bo me gelek watedar e.”
 
Şoreşa ‘jin jiyan azadî’
 
 
Suzanê behsa hejmara ewil a ‘Rojhilat’ kir û wiha vegot: “Porê Jîna ji bo rejîma Îranê çi îfade dikir? Ev pirsên wisa ji bo me girîng bûn. Jineolojî ket pey van pirsan. Em şoreşa sala dawî ya li Rojhilatê Kurdistanê pêş ketiye wek enerjiya salekê nabînin. Em niha şahidiya şoreşa ‘jin jiyan azadî’ ya li her derê cîhanê belav bûye dikin. Di hejmara ‘Rojhilat’ de me bal kişand ser berxwedana jinan. Li Îranê êrîşên rejîma Îranê bê navber didomin. Bi pêşengiya jinan berxwedanek mezin li dijî êrîşan heye.”
 
Diyarî Jîna Emînî û Nagîhan Akarsel hat kirin
 
Suzanê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ne tenê li Îranê li her derê mafê jinan tê binpêkirin. Me hejmara Rojhilat diyarî Jîna Emînî û Nagîhan Akarsel kir.”