'Ava qirêj a Nexweşxaneya Leşkeran bi ser mala min de diherike'

  • 09:02 1 Tebax 2023
  • Rojane
AMED - Li Taxa Fîskayayê ya navçeya Yenîşêhîrê ya Amedê bi ser mala Fehîme Ozen de ava qirêj diherike. Welatiya Fîskayayê Fehîme Ozen a nerazîbûna xwe nîşan da, wiha got: "Me heta niha dibe ku 100 daxwazname dan, lê tu encam jê derneket."
 
Li Taxa Fîskayayê ya navçeya Yenîşêhîrê ya Amedê bi ser mala welatiyan de ava qirêj ya Nexweşxaneya Leşkeran diherike. Yên ku bi ser mala wan de ava qirêj diherike yek ji wan jî  Fehîme Ozen e. Nexweşxaneya Leşkeran bi ser malên Fîskayayê re ne û ji bo ava xwe ya qirêj vala bikin tu cih ava nekirine. Fehîmeyê ji bo qirêjiya avê bertek nîşan da û daxwaza xwe ya sekinandina ava qirêj anî ziman. 
 
'Ava qirêj bi ser serşok, mitfex û hewşa me de diherike'
Fehîmeyê anî ziman ku qirêjiya ava Nexweşxaneya Leşkeran tim di ser mala wê de diherike. Fehîmeyê diyar kir ku ev ava qirêj di nav diwarên wê de diherike û dikeve hundirê mala wê. Fehîmeyê wiha axivî: " Ev ava qirêj tim bi serşok, mitfex û hewşa me de tê. Ev ava qirêj bêhnê jî dide. Lingên zarokên me dikevin nav avê, nexweş dikevin. 4 sal in ev av di ser me de diherike. Bi rastî ev 10 sal in ava qirêj bi ser me de tê, lê belê  4 sal in zêdetir diherike."
 
'Ava qirêj carna bikef diherike ser me'
 
Fehîmeyê da zanîn ku qirêjiya ava Nexweşxaneya Leşkeran zivistanê zêdetir diherike ser wan. Fehîmeyê destnîşan kir ku ava qirêj diherike hem hundirê malê, hem jî diherike nava bexçe. Fehîmeyê wiha direjî da axaftina xwe: " Diwarên me ji ber vê ava qirêj diweşin. Em nikarin nû jî bikin ji ber ku di zivistanê de avê dîsa biherike. Carna ava bikef jî bi ser me de diherike. Niha havîn e ji ber vê yekê ava ku tê zû zuha dibe. Lê belê payîz û zivistanê zêdetir av tê û me jî zêdetir aciz dike."
 
Bi sedan daxwazname dan, tu encam jê derneket
 
Fehîmeyê daxuyand ku gelek caran daxwazname ji şaredariya di bin rêvebertiya qeyûmê de ye şandine, lê belê tu encam derneketiye. Fehîmeyê wiha bi lêv kir: " Em diçin daxwazname jî didin, nayên mêze nakin û ji bo çareseriyê jî tu gavê navêjin. Dibe ku me heta niha 100 daxwazname dan, lê tu encam jê derneket. Mixtarê me jî eleqedar nabe."
 
'Bila çareseriyek bê dîtin'
 
Fehîmeyê da xuyakirin ku divê qirêjiya ava Nexweşxaneya Leşkeran a bi ser mala wê û hewşa wê de diherike demildest bi dawî bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: " Em dixwazin bila bên vê rewşa me bibînin û çareseriyekê bibînin."