Parêzera doza Dedeogullari: Gelek delîl nexistin dosyayê

  • 09:04 29 Tîrmeh 2023
  • Hiqûq
Dîlan Babat
 
ENQERE - Parêzera dosya komkujiya malbata Dedeogullari Ebru Akal dosya nirxand û da zanîn ku gelek delîl nexistine dosyayê û daxwaz kirine ku gelek delîl bikevin dosyayê lê yek jî nekirinê.
 
Di 12’ê Gulana 2021’ê de li navçeya Meram a Konyayê ji aliyê malbatên Keleş û Çalik ve li dijî malbata Dedeogullari êrîşa nîjadperest pêk hatibû û ji malbata Dedeogullari 7 kesî piştî êrîşê serî li emeniyetê dabûn û diyar kiribûn ku ewlehiya canê wan tune ye. Tevî vê tedbîr nehatin girtin û tetikêş Mehmet Altun di 30’ê Tîrmehê de  malbat qetil kir. Di ser komujiyê re de du sal der bas bûn û tevî vê  nêzîkatiya darazê, desthilatdariyê ya li hember Kurdan xwe di doza Dedeogullari de carek din nîşan daye.
 
Yek ji parêzerên doza Dedeogullari Ebru Akal der barê komkjiyê pêvajoya darazê de nirxandin kir.
 
‘Ji ber tedbîr nehat girtin komkujî pêk hat’
 
Ebruyê da zanîn ku çend dosyayên ku hemû dijhiqûqî bi aşkera li holê hene û yek ji van jî dosya Dedeogullari ye. Ebruyê wiha dirêjî dayê: “Beriya komkujiyê ji 12’ê Gulanê heta 30’ê Tîrmehê pêvajoyeke li ber çavan heye.  Dema ewil malbat bi êrîşê re tê rû hev alîkariyê dixwazin serlêdana tedbîrê dikin. Serî li CÎMER’ê didin. Lê ji ber tedbîr nayê girtin komkujî di 30’ê Tîrmehê de pêk tê. Me bi dehan carî ev li dadgehê anî ziman.”
 
‘Merciya lêpirsînê îtîrazê biryarê kir’
 
Ebruyê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku piştî komkujî pêk tê merciya lêpirsînê neçar ma ji nû ve li hinek kar û baran binêre û wiha anî ziman: “Di êrîşa 12’ê Gulanê de beyî ku li bendê lêkolînên krîmînal yên ‘destê kê de çek hebû, destê kê de tunebû’  bimînin  der barê hinek gumanbaran de biryara neşopandinê hat dayîn. Piştî vê neşopandinê di lêkolîna krîmînal ya hat de hat tespîtkirin ku di destê hinek gumanbaran de tişt hebûye û neçar ma îtîrazê biryara xwe ya neşopandinê bike. Lê mixabin ji ber tedbîra parastinê nehat girtin ji malbata Dedeogullari 7 kes hatin qetilkirin.”
 
'Gelek delîl nexistin dosyayê'
 
Ebruyê di berdewamiyê de anî ziman ku ji bo gelek delîlên ku nehatine tespîtkirin, ji nedîtîve hatine dîtin  derkevin holê û bikevin dosyayê daxwaz kirine lê heyeta dadgehê hinek qebûlkirin û hinek jî red kirine. Ebruyê wiha dirêjî dayê: “ Me xwest gelek delîl di dosyayê de cih bigirin û bên lêkolînkirin. Lê ev delîl nexistin dosyayê. Dosya niha li dadgeriyê ye. Me xwest ku bi delîlan bên nirxandin. Em li benda nirxandina dadgeriyê ne. Di meha îlonê de wê runiştina duyemîn bê dîtin. Di dosyayê de em ê li bendê Temyîzê bin. Ger encama ku em dipên neyê girtin emê serî li Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) bidin.”