'CPT sûcê herî mezin dike'

  • 09:07 28 Tîrmeh 2023
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
WAN - Hevseroka TUHAY-DER’ê ya Wanê Edîbe Babûr, anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandorê li hemû qadên jiyanê dike û got bi taybetî jî di girtîgehan de binpêkirinên mafan zêde tên jiyîn. Edîbe, destnîşan kir ku Tirkiye sûcê mirovahiyê dike û bi lêv kir ku CPT peywira xwe bi cih nayîne û di bin siya Tirkiyeyê de ye.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 24 sal in di Girava Îmraliyê de dîl tê girtin, tecrîdek kûr û giran li ser wî tê meşandin. Li aliyekî bi girankirina tecrîdê ve şerê navxweyî û li dijî Rojava û Başûr hat destpêkirin. Di heman demê de tecrîda ku roj bi roj kûr dibe bandorê li hemû qadên jiyanê dike û ji van qadan yek jî girtîgeh in. Li Kurdistan, Tirkiye û çar aliyên cihanê ji bo rakirina tecrîdê çalakiyên tên kirin, berdewam dikin.
 
Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê Edîbe Babûr, têkildarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li ser girtîgehan de axivî.
 
‘Sûcê mirovahiyê dikin’
 
Edîbe, anî ziman ku tecrîda ku li ser Abdullah Ocalan hatiye kûrkirin di cihanê de mînakek wê tuneye û bi lêv kir ku îktîdar ji fikr û ramanê Abdullah Ocalan ditirse. Edîbe, destnîşan kir ku fikr û ramanên Abdullah Ocalan ji bo tevahiya cihanê mînakên gelek şenbêr in û wiha got: “Fikr û ramanê Birêz Abdullah Ocalan jiyanek nû dide avakirin. Lê ve yek nehat karê kesên zordest û aştî nexwazan. Ji ber vê yekê ji bo şêrxwazan qebûlkirina wê zehmet e. Ji ber çû çekên xwe pê difroşin, şerek qirêj didin destpêkirin, kuştina mirovan ji bo wan ne xem e. Ji ber ku zarokên wan di vê şerê de cih nagirin. Bi tenê zarokên kurd, xîzan û mirovên ku cîhaneke nû bê avakirin dixwazin, jiyana xwe ji dest didin. Ji ber vê yekê fikr û ramanê Birêz Ocalan tiştek cuda ye. Ne tenê ji bo Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo hemû cihanê mînakek e. Bi vê yekê re jiyanek nû bê avakirin li ser van fikr û ramanê. Ji bo vê jî tecrîda li ser Birêz Ocalan girantir dikin. Ev yek ne tenê di destên Tirkiyeyê de ye, dewletên navneteweyî jî vê yekê pêk tînin. Lê ev yek jî sûc e. Ev sûcê mirovahiyê ye.”
 
Bi kûrbûna tecrîdê re destpêkirina şer
 
Edîbe, destnîşan kir ku bi kûrbûna tecrîdê re şerekî dijwar jî hatiye destpêkirin û wiha pê de çû: “Îro şerê aborî, navxweyî û li Kurdistanê heye. Em bi tenê nabêjin ku şerê aboriyê heye. Îro çawa ku li Sûriyeyê şer dan destpêkirin. Îro Serêkaniyê, Kobanê û li Başûrê Kurdistanê mixabin bi destên alîkariya Barzanî Tirkiye vê şerê didomîne. Li çiyayên Kurdistanê zarokên kurdan dikujin. Li hemberî ciwanan çekên kîmyewî tên bikaranîn, bi teyareyan zarokên kurdan tên gulebarankirin. Êrişê zarokên aştîxwaz tê kirin. Ev şerê qirêj ne bi tenê li ser mirovan tê meşandin, di heman demê de li ser ajalan û xwezayê jî tê meşandin. Ev şer ne bi tenê li derve tê meşandin, di heman demê de ev şer di girtîgehan de jî tê meşandin. Tecrîda ku li ser Birêz Ocalan tê meşandin, di heman demê de li ser jiyana girtiyan û hemû kesan jî tê meşandin. Taybetî li girtîgehan ev tecrît girantir tê meşandin. Beriya 20 rojî di girtîgeha Wanê de kesekê 45 salî jiyana xwe ji dest da. Ji ber şert û mercên girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Rastî jî şert û mercên girtîgehan gelek giran in. Ji ber ku girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyan cenazeyên wan ji girtîgehan derdikevin. Ji ber vê yekê ev şerê qirêj di hemû qadan de xwe dide nîşandan.”
 
Banga ji bo Wezîrê Dadê
 
Edîbe, bang li Wezîrê Dadê û hemû dewletên navneteweyî kir ku şerê hatiye destpêkirin bê sekinandin û wiha dom kir: “Feyda vê şerê ji tu kesê re tuneye. Rojek berê rojek bila ev şer bê sekinandin. Ev zilma li ser girtîgehan bê dawîkirin. Şert û mercên girtîgehan baş bikin. Mafê hemû girtiyan heye ku bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Mafê girtiyan heye ku bikaribin biçin nexweşxaneyê. Wezîrê Dadê berpirsyarê girtiyan e. Wazîrê Dadê neçare ku ew girtiyan baş biparêze, ne ku wan bikûje û bi mirinê re rû bi rû bihêle. Rojek berê zû kesên ku vê welatê rêve dibin vegûherin xwe û zagonên xwe pêk bînin. Li gor zagonên xwe tevnagerin û sûcan dikin. Ew hemû sûcê mirovahiyê dikin.”
 
‘Ji ber pêkanînên îktîdarê welat xilas bûye’
 
Edîbe, diyar kir ku Tirkiye li gor berjewendiyên xwe tevdigere û da zanîn ku Tirkiye ji ber pêkanînên xwe xilas bûye û dawiya wê hatiye. Edîbe, da zanîn ku îktîdar ji ber vê yekê li ser kuştina kurdan hewl dide xwe bide jiyîn û wiha axivî: “Armanca îktîdarê kursî ye, armanca wan ne ev welat, ciwan û pêşeroja welat e. Ji ber bêhiqûqiyê ev welat xilas kirine. Ji ber vê yekê emrê şer dirêj dikin. Mirovên bê sûc dikûjin û di girtîgehan de digirin.”
 
Tecrît û bandora li ser girtiyan
 
Edîbe, destnîşan kir ku bi taybetî ev tecrîd bandorek mezin li ser girtiyan dike û bi vê yekê re binpêkirinên mafan gelek in. Edîbe, wiha behsa binpêkirina mafan ên li girtîgehan kir: "Bi taybetî girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyan û tedawiya wan nayê kirin. Girtiyên nexweş dibin revîrê û bijîşkên vê derê ji ber baş nizanin dermanên xelet didin girtiyan û ev yek jî dide sedem ku nexweşiya wan girantir dibe. Tecrîda herî giran îro li ser girtiyên nexweş tê meşandin. Girtiyên nexweş nikarin bi awayek azad tedawiya xwe pêk bînin. Tedawîbûyîn mafekî mirovahiyê ye. Dema ku em lê dinêrin li girtîgehan îdare li gorî xwe tevdigerin. Maf û hiqûq di girtîgehan de nemaye. Edalet ji bo hemû kesî pêwîste. Îro zilmê li ser me dimeşînin, lê dê sibê dibe ku li dijî wan jî ev bê edaletî bê meşandin. Lê kesên ku edaletê îro pêk naynin dê rojekî ew ê bên darizandin."
 
'Poşmanî li girtiya tê ferzkirin'
 
Edîbe di axaftina xwe de wiha behsa binpêkirina mafên girtiyan kir: "Di her aliyê de mafên girtiyan tê binpêkirin. Di girtîgehan de destûr nayê dayîn ku girtî aktîveteyên civakî pêk bînin. Girtî nikarin hevdîtinên hevdû bikin. Di heman demê de malbat jî nikarin bi rehetî bi zarokê xwe re hevdîtinê pêk bînin. Tecrît di hemû cihê de xwe dide nîşandan. Malbatên ku diçin hevdîtinên zarokên xwe tînin ziman ku xwarin nadin zarokên wan. Xwarina ji bo du kesan didin pênc kesan. Ava vexwarinê jî nadin girtiyan. Di kantînan de hemû tiştî gelek buha ye û nikarin pêdiwiyên xwe bistînin. Destûr nadin ku malbat ji girtiyan re tiştekî bînin. Ev jî parçeyeke tecrîdê ye. Di aliyekî dinê ve jî name û rojname jî nadin girtiyan. Her wiha pirtûkên kurdî nadin girtiyan. Di girtîgehan de hejmara pirtûkan daxistine 5’an. Astengiyan derdixin ji girtiyan re. Her wiha înfaza girtiyan jî tê şewitandin. Di cîhanê de ji vê şermtir tiştekî nîne. Girtiyên ku 30 sal in di girtîgehê de ye ‘poşmanî’ li wan tê ferzkirin û ew jî vê yekê qebûl nakin. Ji ber vê yekê înfazê wan dişewitînin.”
 
‘CPT sûc dike’
 
Edîbe, di dawiya axaftina xwe de bal kişand helwesta CPT'ê û got: “CPT sûcê herî mezin dike. CPT divê pêşiya sûcê bigire. Lê belê sûcê herî mezin ew dike. CPT diçe bi girtîgehan re hevdîtinê dike û bi Îmraliyê re jî hevdîtinê pêk anî û rapora xwe amade kir. Lê ji ber destûra Tirkiyeyê tuneye CPT raporê aşkere nekir.  CPT bin siya Tirkiyeyê de ye. CPT peywira xwe bi cih nayne û wan şermezar dikin. Ger ku karê xwe pêk nayne bila dev ji vê yekê berde. Kesên ku mafê mirovan diparêzin li dijî vê tecrîdê divê bêdeng nemîne. Divê çalakiyên bêîteatiya bên destpêkirin."