HDK di panela Lozanê de wê jiyana nû nîqaş bike

  • 09:06 28 Tîrmeh 2023
  • Rojane
Marta Somek
 
STENBOL - Hevberdevka Meclîsa Jinan a HDK’ê ya Stenbolê Nazli Buket Yazici da zanîn ku di çarçoveya 100’emîn salvegera Lozanê de di 30’ê Tîrmehê de wê bi sernavê ‘Di sedsalê de Lozan: Muhasebe û Derfet’ panelk pêk bê û got ji bo hemû gel xwe îfade bikin divê tevli panelê bibin.
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi mînasebeta 100’emîn  Sala îmzekirina Peymana Lozanê wê bi ser navê  Di sedsalê de Lozan: Muhasebe û Derfet’ panelekê pêk bîne. Di 30’ê Tîrmehê de li Şîşliyê li Navenda Çanda Nazim HÎkmet wê panel bi du runiştinan pêk bê û ji her alî  gelek kes tevli bibin.
 
Runiştin û axaftvan
 
Panel saet di 10.30’an de bi axaftina hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr wê dest pê bike. Runiştina ‘Sedsala Lozanê’ bi moderatoriya Nazli Buket Yazici wê dest pê bike.  Siyasetmedar û mamosteyê dîrokê Mutluu Ozturk wê bi sernavê ‘Sedsalê de Lozan’, parêzer Emran Emekçî sernavê ‘Di sedsala Lozanê de Kurd’, edîtorê AGOS’ê Pakrat Estukyan sernavê ‘Di sedsala Lozanê de Kêmar’, nivîskar rojnameger Erdogan Aydin jî wê di bin sernavê ‘Beriya Lozanê û piştî wê’ axaftinan bikin.
 
Navbera 14.00 û 17.30’an de jî wê runiştina duyemîn bi sernavê ‘Derfetên Pêşeroja Hevpar’ wê pêk bê.Bi moderatoriya endama PM a HDP’ê Elî Bulut wê runiştin pêk bê. Siyasetmedar Baskin Oran wê di bin sernavê ‘’Der barê Sevrê de, taybetiyên Lozan û hukmên der barê Kurd û Ermendiyan’, nivîskar RojdaYildiz ‘Derbasbûna Netew Dewletê: Lozan û Jin’, nivîskar Osman Tîftîkçî jî bi ser navê ‘Du sedsalan duyemîn de komarek çawa’ wê axaftinan bikin. Panel wê bi pirs û bersivan bidawî be.
 
Hevberdevka Meclîsa Jinan a Stenbolê ya HDP’ê Nazli Buket Yazici ku wê di runiştina yekemîn de moderatoriyê bike der barê panelê de axivî.
 
Lozan û rastiya dewleta 100 salî
 
Nazliyê da zanîn ku Lozan peymaneke ku kodên parastina dewletê têde tên axaftin û hatiye îmzekirinê ye û got: “Di sedsala 100’emîn a Peymana Lozanê de ji bo me ya girîng rastiya dewleteke sedsali ye. Fêmkirina van kodan, îro ji bo me ji bo HDK’ê girînge. NÎqaşkirina pêvajoya îmzekirina Lozanê jî girînge.”
 
'Înkar û asîmîlasyon 100 sale didome'
 
Nazli wiha berdewam dike: “Ewlehiya hebûna gelan bi Lozanê re tê dayîn. Piştre maseya lihevkirinê ji nû ve tê avakirin û metnek Îmzeyê tê avakirin. Di vê metnê de hebûna Ermenî, Rûm, Suryanî û gelên din dikeve rojevê, ji bo Kurdan heman tişt ne derbasdare. Kurd li holê tên hiştin. Ji ber dibêjin ‘Kurd û Tirk yek in’ û peymanê îmze dikin. Di nokteya ku gelê Kurd ji sahneya dîrokê bên paqijkirin de ev pêngavek mezin tê dîtin. Di vê nokteyê de Peymana Lozanê ji bo me di nokteyeke ku divê em li dijî wê têbikoşin de disekine. Înkar û asîmîlasyon 100 sale didome.”
 
Nazliyê da zanîn ku hemû gel 100 salin  berxwe didin û nasnameya xwe diparêzin û got: “Ev çand pêşxistinê didomîne. HDK têkoşîna wan didomîne û wek fikriyata kongreyê derket holê. Ji bo jiyanek nû derket holê. Ji ber vê ev panela em pêk tînin jî gelek girînge. Li dijî tiştên ku Lozan li me ferz dike, bi hev re avêtina pêngava ji bo jiyana nû gelek girînge.”
 
Wê jiyanek wekhev bê nîqaşkirin
 
Nazliyê destnîşan kir ku yek ji nokteyên din ên bên nîqaşkirin mafên di Lozanê de ne û wiha dirêjî dayê: “Kirdeya mijarê gel li wir tune bûn. Lê di panela ku HDK pêk bîne de wê kirdeya mijarê gel  û nûnerên gel li wir bin û ji bo avakirina zemîneke jiyaneke wekhev wê nîqaş bikin.  Ev ji bo me gelek girînge. Di zemîna HDK’ê de ji bo hemû gel bi cudahiyên xwe li dijî asîmîlasyonê  têbikoşin em banga meclîsbûnê dikin. Em hemû kesî vedixwînin panelê. Wê pirs û bersiv hebin. Tevlibûn wê me xurt bike.”