Emine Şenyaşar: Hat edalet pêk bê dê têkoşîna min bidome

  • 10:37 27 Tîrmeh 2023
  • Rojane
ENQERE - Emîne Şenyaşar a Nobeda Edaletê bir Enqereyê, diyar kir ku ji bo hevdîtinê bi Wezareta Edaletê re bikin zêdetirî 30 serlêdan kirine lê serlêdanên wan nehatine qebûlkirin. Emîneyê diyar kir ku heta edalet pêk bê ew ê wekî Rihayê li Enqereyê jî nobeta xwe bidomînin.
 
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, di 14'ê Hezîrana 2018'an de parêzvanên parlamenterê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn. 10 roj beriya hilbijartinên giştî yên 24'ê Hezîrana 2018'an, alîgirên AKP'ê li navçeyê çûn cihên kar û Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar di dikana ku lê dixebitîn bi giranî birîndar kirin. Êrîşê li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ku birîndar rakirine dewam kir. Mehmet Şah Yildizê birayê Îbrahîm Halîl Yildizê ku bi guleya nehat zanîn ji aliyê kê ve  li kargehê hat teqandin birîndar bûbû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Di vê navberê de xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz ên li nexweşxaneyê bûn, li ber çavên xebatkarên nexweşxaneyê êrîşî birayên Şenyaşar ên di bin tedawiyê de bûn, Celal û Adil Şenyaşar kirin û li ber çavên bi sedan xebatkarên cemaweriyê ew qetil kirin.
 
Bav Hacî Esvet û dayik Emîne Şenyaşar ên ku bihîstin zarokên wan hatine gulebarankirin û rakirine nexweşxaneyê bi lez û bez berê xwe dan nexweşxaneyê.  Emîne û hevjînê xwe li nexweşxaneyê bi xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz re hatin pêşberî hev  û Esvet Şenyaşar li wê li ber çavê hevjîna xwe hat qetilkirin.
 
Nobeda ku 3 salan dewma kir
 
Piştî qetlîamê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê bi birîndarî rizgar bû, di 9'ê Adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê nobeda Edaletê dan destpêkirin. Emîne Şenyaşar, diyar kir ku ger daneşîna dawîn a dozê ya li Meletiyê tê dîtin de biryareke adil neyê dayîn, ew ê nobeda xwe bibin Enqereyê.
 
Serlêdan hatin redkirin
 
Malbata Şenyaşar piştî civîna çapemeniyê ya duh li Meclîsê pêk anî, ji bo bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê pêk bînin xwestin bi meşê biçin avahiya Wezareta Edaletê ku ji bo pirsa  ji 30'î zêdetir serlêdanên hatine kirin hatine redkirin bipirse. Lê  Meşa malbata Şenyaşar hat astengkirin, deriyê Meclîsê yê Dîkmenê û rêya Wezareta Edaletê ji aliyê polîsên çewîk ve hat girtin. Lê piştî ku Emîne Şenyaşar li ber deriyê meclisê rûnişt û diyar kir ku ew ê nobeda xwe li vir bidomînin  destûr hat dayîn ku heta Wezareta Dadê bimeşin. Malbat piştî gihîş ber deriyê wezaretê bi hinceta ku wezîr tune ye hat astengkirin û ji wan re hat gotin ku bi rêya CÎMER'ê yan jî ya daxwaznameyê dikarin hevdîtinê bikin.
 
Kesên zarokên min qetil kirin tiştek bi wan nehat
 
Têkildarî mijarê Emîneyê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ew ê Nobeda Edaletê li Enqereyê bidomînin. Emîne bi bîr xist ku zarokên wê li nexweşxaneyê rastî êrîşan hatin û wê û hevjînê xwe re rakirine nexweşxaneyê, lê hevjînê wê jî li nexweşxaneyê hatiye lînçkirin û qetilkirin û wiha got: “5 sal in em li benda edaletê ne, lê hêj edalet pêk nehatiye.  Dema kurê min ji lênerîna giran derket, yekser ew birin girtîgehê. Di navbera me de doz tune bû, tiştek tune bû, hatin zarokên min di dikanê de kuştin, lê tiştek bi wan nehat."
 
'Hemû qeyd jêbirin'
 
Emîneyê diyar kir ku yekane sedema hatina wê ya Enqereyê ew e ku daxwaza wê ya edaletê di zûtirîn demê de pêk bê û wiha got: “Ez tenê edaletê dixwazim, heta kurê min azad bibe ez ê nobeda xwe bidomînim. Bila hemû qeydan eşkere bikin, eger zarokên min sûcdar bin bila bigirin, lê zarokên min ne sûcdar in. Li ber çavê her kesî zilm li me kirin. Qeydên nexweşxaneyê hemû qeydên dikana me jêbirin.  Dewlet nîne?"
 
'Ez li benda edaletê me'
 
Emîne Şenyaşar, anî ziman ku heta edalet neyê ew ê dest ji nobedê bernedin û got, "Ez ji Pirsûsê hatim Edliyeya Rihayê û niha jî ezê bêm li ber Wezareta Edaletê bisekinim. "Ez li hêviya edaleta rastyeqîn im,"