'Berpirsiyarê qeyranê rejîma yekparêz e'

  • 09:03 26 Tîrmeh 2023
  • Ked/Aborî
AMED - Welatiyên Amedê yên ku di bin bandora buhabûna bi dawî dimînin bertek nîşanî sîstema yekparêz dan û gotin:"Berpirsiyarê her tiştî Erdogan e. Ji ber bi desthilatdariyê welat bi rê ve dibe. Berpirsiyarê qeyranê rejîma yekparêz e."
 
Li Tirkiyeyê qeyrana aboriya  ku bi politikayên AKP-MHP'ê ve derdikeve holê her ku diçe kûrtir dibe. Ji ber ku roj bi roj zem tê ser her tiştî welatî nikarin pêwistiyên xwe yên bingehîn peyda bikin. Ev qeyran ji aliyê derûnî de jî bandorê li ser welatiyan dike. Loma ev yek ji bo pêşeroja welatiyan jî tarîtiyek mezin derdixe holê. Hemû civat ji bo pêşeroja xwe bifikar û biendîşe ye. Berpirsiyarên qeyranê jî ji bo çareseriya qeyranê tu gavê navêjin. Jinên Amedê ku ji ajansa me re axivîn, gilî û gazinên xwe yên derbarê qeyranê de anîn ziman.
 
'Qeyran li ser xwendevanan bandorek mezin dike'
 
Dîlan Uruç a ku malbata wê li Êlihê dijî lê belê ji bo kêmasiya aboriyê bi birayê xwe hatiye li Amedê dixebite, di heman demê de xwendevana civaknasiyê ye. Dîlanê anî ziman ku ji bo qeyrana aboriyê ew û birayê xwe hem dixwînin hem jî heta dereng di cafeyan de dixebitin. Dilanê wiha axivî, "Ji ber ku em xwendevan in ev qeyran herî zêde li ser me bandorê dike. Em ev qasî zehmetiyên aborî dikşînin, me êdî dev ji perwerdeya xwe  berda, bi tenê li ser debara xwe difikirin. Em piştî zanîngehê heta şevê dixebitin lê dîsa jî em nikarin debara xwe bikin. Em îro bixwazin di cihêkî de bi hevalên xwe re rûnên û çayekê vexwin divê em herî kêm 10 Tl bidin. Tişta ku tenê em bikaribin bikin vexwarina çayê ye. Ji ber ku her tişt sê qat an jî çar qat bihatir bûye. Heqê rêya di nava bajêr de bû 10 Tl. Ji ber vê ez piranî caran li ser piyan diçim gelek cihan. Bavê min dixebite. Di demên berê de bavê min bi mûçeya ku digirt, dikaribû debara me bikira. Lê belê em 5 kes in û em hemû jî xwendevan in. Mûçeya ku distîne wê çawa têra me bike?"
 
'Min hemû xeyalên xwe paş de avêt'
 
Dîlanê dîyar kir ku ew êdî dûrî xeyalên xwe ye û daxwaza wê ya zarokatiyê ya karavan wek xeyalekê pêk nayê. Dîlanê wiha dirêjî da axaftina xwe, "Min di zarokatiya xwe de dixwest ku ez bi karavana xwe li cîhanê bigerim. Lê belê ez niha nikarim biçim Êlihê cem malbata xwe. Ji ber ku mesrefa rê pir e. Min êdî dev ji gerê berda, ez êdî li ser çûyîn û hatina li cem malbata xwe difikirim. Ez xebatkara cafeyê me ez  bi zorî debara xwe dikim, ger û tiştên din ên jiyanî ji min re dûr ketine."
 
'Li ser vî welatî rejîma yekparêz tê afirandin'
 
Yên ku di bin bandora qeyrana aboriyê de mane, yek ji wan jî Aynûr e. Aynûra ku di xaniyê kirê de dimîne, daxuyand ku bi çiqasî mesrefên xwe yên di nav malê kêm dike jî nikare debara xwe bike. Aynûrê  AKP-MHP’ê berpirsiyarê qeyranê dibîne. Aynûrê wiha domand: "Rewş ew qasî xirab e ez bi 150-200 Tlyî ji du hefteyan carekê rûyê bazarê dibînim. Bazara ku dikim jî tenê têra derbaskirina wê rojê dike. Her tişt her diçe xirabtir dibe. Ji mehê de faturaya ceyranê 700, 350 jî ya avê te. Mûçeya herî kêm a ku dikeve malê têra tiştekî nake. Mûçeya herî kêm, zêde dikin lê bi wê re her tiştî jî zêde dikin. Berpirsiyarê her tiştî Erdogan e. Ji ber ku ew welat bi rê ve dibe."
 
'Ev cafe bûye jiyana min'
 
Pinar Yuce jî destnîşan kir ku ev qeyran ne bi tenê ji aliyê aborîyê de, ji aliyê derûniyê de jî pir bandor êli ser wê dike. Pinarê wiha qala qeyrana ku dijî kir, "Dema ku ez nû hatibûm Amedê kiriya xaniyê min 500 Tl bû, niha bûye 4000 Tl. Fatûrayên ku dihatin berê 120 an jî 200 Tl dihatin, niha 400 Tl tên. Desthilatdarî ji her alî ve zehmetiyê dide me. Di hilbijartinê de şanseke me hebû ku em ji vê desthilatdariyê rizgar bibin. Lê belê em ji bo guhertinê ne vekirîne. Ez wek keseke ku ji zanîngeha duyemîn mezûn bûme li vê derê di cafêyê de dixebitim. Ev rewş bi rastî jî pir min diêşîne. Ez beriya 4 salan diçûm qursên pîyano û keman û min ji bo herdû qursan 1000 Tl dida. Lê belê niha heqê herdû qursan bûye 5000 Tl. Ji ber vê yekê ez nêçar mam ku navberê bidêm. Niha ev cafe bûye jiyana min."
 
'Em ji her tiştên ku hez dikin dûr in'
 
Pinara ku bal kişand ser qeyrana ku bandorek xirab li ser têkiliyên mirovan dike û wiha pê de çû ,"Li sektorên xizmetê saetên xebatê ya nîvdem 8 e lê ez 10 saetan dixebitim. Ji 10’ê şeveqê de heta heştê êvarê dixebitim. Mûçeya ku distînim jî 6000 Tl ye. Ez bi serê xwe nikarim debara xwe bikim. Ji ber vê yekê jî ez li hevalêkê ya ji bo mala xwe re digerim. Xwediyê xaniyê min jî yekî pir bêtehamul e. Vê qeyranê ciwaniya min sitand. Em ji her tiştên ku hez dikin dûr in."
 
Ji ber nêçariyê di 3 cihên cuda de dixebite
 
Welatiyeke din a ku ji mîkrofona me re axivî jî  Evîn Cengiz a ku 24 salî ye û di 3 cîhên cuda de dixebite. Evînê daxuyakirin ku beriya çend salan mûçeya ku bi karekî digirt têra wê dikir. Lê belê niha ji bo debara xwe bike li 3 cihên cuda de dixebite. Evînê behsa bandorên qeyrana aborîya ku li ser wê bandorê dike, kir û wiha bi lêv kir, "Berê ez di 19.00’an de ji kar derdiketim û diçûm malê. Lê belê niha di 22.00’yan de derdikevim. Jiyana min a civakî nema. Her wiha kardêr jî ji sedema qeyranê karkerên xwe ji kar derdixe. Karê ku divê 3 kes bike bi kesekê tê kirin. Ez hêrî kêm rojê du caran li wesayitê siwar dibim, nan dixwim. Mûçeya ku distînim wê têrî çi bike, çi neke?"
 
'Qeyran me bi xizantiyê ve kaş dike'
 
Gulsum Fidan jî da zanîn ku ev qeyran herkesî ber bi xizantiyê ve kaş dike û wiha got, "Em ji nêçariyê ve ji her tiştî dibêjin na. Berê me 10 tişt dikirî, lê belê niha encax em dikarin tiştekî bikirin. Êm êdî nikarin tiştên nû bikirin. Li şûna kirînê tiştên ku xirab dibin, em temîr dikin. Çareserî guhertina desthilatdariyê ye."
 
Di nav şer de min jiyanek nû
 
Senîha Suslu behs kir ku di sala 2015’an de ji nêçariyê ve mala xwe ya li navçeya  Sûrê ya Amedê derket. Senîhaya ku xwediyê karta kesk e, da zanîn ku heger kurê wê nebe alîkarê wê, ew bi mûçeya 2000 Tl yî nikare debara xwe bike. Senîhayê axaftina xwe wiha bi dawî kir," Hevjînê min 10 sal berê jiyana xwe ji dest da. Di nav şer de min jiyanek nû ji bo zarokên xwe û xwe ava kir. Min di her dema jiyana xwe de zorî û zehmetî kişand. Lê belê ev asta herî dijwar e."