Têkoşîna jinê ya li dijî perwerdeya zayendperest didome

  • 09:05 25 Tîrmeh 2023
  • Rojane
Marta Somek - Elfazî Toral
 
STENBOL - Nûnerên rêxistinên jinan dan zanîn îktidar dixwaze bi gotina perwerdeya jin û mêr ji hev cuda dema pêk bê wê demê ew ê tundiya malbatê bi dawî bibe civakê bixapîne û banga têkoşîna ji bo perwerdeyeke wekhev kirin. 
 
Polîtîkayên newekheviyê, zayendperest ên îktidara AKP-MHP'ê her tim zêde dibin. Wezîrê Karê Perwerdeya Neteweyî (MEB) Yusuf Tekin, di hefteyên borî de di bernameyeke zindî de îddia kir malbatên ku keçên xwe naşînin dibistanê dibêjin 'ez naxwazim keça xwe bişînim nava lawan'. Li ser vê yekê gotina Yusuf Tekin a "dikare dibistanên keça bên vekirin" bû sedema nîqaşên derbarê perwerdeya bi hev re. Bi vê re parlamenterê partiya HUDA PAR'ê ya dijminatiya jinê dike, Şahzade Demir piştgirî da gotinên Yusuf. Her wiha Serokê Giştî yê Partiya Yekîtiyê ya Mezin (BBP) Mustafa Destici jî da zanîn ger hewce bike dikare zanîngehên jinan û nexweşxaneyên jinan jî bên vekirin. 
 
Jin li dijî perwerdeya zayendperest li kolanan e !
 
Rêxistinên jinan, hiqûqnas, siyasetmedar, perwerdekar, sendîqevan û gelek kesan bertek nîşanî gotinên bi nîqaş ên derbarê vekirina dibistanên jinan dan. Jin bi hev re bi hêz in diyar kirin ku ew ê nehêlin zarokên keç di nav malbat û dayiktiyê de bên eciqandin. Her wiha got ew ê li dijî îktidara jinê dixwaze li derveyî her tiştî bihêle li kolan û qadan bin. 
 
Endama FeminAmfi Sila Ozturk û endama Jin bi hev re bi hêz in Rojda Aksoy ji JINNEWS'ê re derbarê mijarê de nirxandin kirin. 
Têkoşîna jinê ya mezin dibe....
 
Sila da zanîn îktidar êrişî her aliyên ku dengê xwe bilind dikin û wiha got:"Peymana Stenbolê ji aliyê Serekomarê AKP'yî Tayyip Erdogan ve di şevekê de hat betalkirin. Lê belê têkoşîneke mezin a jinê heye. Bi destên hiqûqê dixwazin li jinan ceza bibirin û mêran jî bê ceza bihêlin. Lê belê têkoşîneke jinê ya mezin dibe heye."
 
'Biryarên mêr-darazê nikare jinan bitirsînin'
 
Sila da zanîn tevgera jin, femînîst, LGBTI+ ji zû de ye li kolanan e û wiha pê de çû:"Îktidar dewsa bersûcan bike hedef jinên li kolanan li berxwe didin dengê xwe bilind dikin, dike hedef. Tenê tiştekî bikin heye ew jî parastin e. Ne ku ceza li jinan bibirin û bersûcan jî berdin. Ev polîtîka têkoşîna feminist a mezin dibe nikare têk bibe."
 
'Dixwazin bi dibistanên keçan bixapînin'
 
Silayê bi lêv kir îktidara AKP-MHP'ê wekî ku berpirsa tundiya mêr jin be nîşan dide û wiha lê zêde kir:"Niha MEB dibêje bila zarokên keç û law ji hev cuda biçin dibistanê. Her wiha gotina bila otobusên pembe hebin dihat dubarekirin. Bi vî rengî dixwazin bêjin ger wiha bibe wê tundî bi dawî bibe. Em dizanin ev wiha nabe. Ew dixwazin bêjin ger hûn di qadên cemaweriyê de bixebitin wê demê hûn ê tundiya mêr bibînin. Lê belê jin çiqas zêde di qadên cemaweriyê de cih bigirin wê ewqas azad bibin."
 
'Li dijî hepiskirina malê wê têkoşîn bidome'
 
Sila da zanîn bi van rêbazana dixwazin jinan di malê de hepis bikin û got:"Lê belê li dijî vê yekê wê têkoşîna me bidome. Li dijî hepiskirina malê wê têkoşîn bidome."
 
'Dixwazin jinan di nava malbatê de hepis bikin'
 
Endama Jin bi hev re bi hêz in Rojda Aksoy da zanîn ew ê îtiraza xwe ya li dijî perwerdeya zayendperest bidomînin û wiha got:"Em ji roja ewil de li dijî van polîtîkayên îktidarê yên cihêkariyê û tundiyê li berxwe didin. Ji roja ewil de ye em li kuçeyan e. Ev hemleya derbarê perwerdeya bi hev re de ne ji polîtîkayên îktidarê qut e. Dixwazin jinan di nava malbatê de hepis bikin."
 
'MEB gotinên îktidarê dixe meriyetê'
 
Rojda da zanîn wezîr gotinên îktidarê dixin meriyetê û wiha got:"Ev tiştê dawî yê li zarokên keç tên kirin nayê qebûlkirin. Ev nîqaşa ji bo perwerdeya bi hev re wê nebe mijara gotinê. Îro milyon û nîvak zarokên keç nayên dibistanan. Divê Wezîrê Perwerdeya Neteweyî vêya ji xwe re bike dered. Lê belê ew dixwazin gotinên îktidarê têxin meriyetê."
 
'Jin polîtîkayên baviksalarî qebûl nakin'
 
Rojda bi lêv kir ku ev demeke dirêj e ew li dijî polîtîkayên îktidarê yên dijminatiya jinê dikin li berxwe didin û wiha got:"Em êrişên bi vêya mîna yên li dijî jinan dixin rojeva xwe. Piştî Wezareta Perwerdeya Neteweyî daxuyanî da em ketin nava tevgerê. Hewldana dîzaynkirina civakekê heye. Îktidar êrişî jinan û zarokên keç dike. Ji bo polîkayên xwe heyî bikin di nava avakirina tiştekî de ne."
 
Banga ji bo perwerdeyeke wekhev
 
Rojda diyar kir sedema êrişên îktidarê yên li ser jin û zarokên keç ew e ku îktidara xwe li ser piyan bihêlin û wiha got:"Ji bo vêya têxin meriyetê jî dixwazin demokrasiyê ji holê rakin û jin û zarokên keç bixin malê. Em van êrişên li dijî jin zarok û perwerdeyê qebûl nakin. Divê civak li dijî vêya bêdeng nemîne û seferber bibe. Ji bo perwerdeyeke wekhev divê em li gel hevdu bin."