Li Amedê daxuyaniya Peymana Lozanê: Mafê Gelê Kurd nas bikin

  • 11:05 24 Tîrmeh 2023
  • Ramyarî
AMED - Li Amedê gelek rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî, bi wesîleya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê daxuyaniyeke hevpar dan û gotin: "Li şûna siyaseta şer û înkarê, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk gav bên avêtin. Di makezagoneke nû ku wê bê amadekirin da hebûna Gelê Kurd û mafên wî yên ku ji netewebûnê derdikevin, bi awayekî fermî bên naskirin."
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Demokratîk a Herêman (DBP), Hereketa Azadî, Komeleya Şoreşger ên Demokratîk a Kurd (DDKD, Hereketa Azadî, Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Partiya Azadî, Partiya Çep a Kesk, Partiya Demokrat a Kurdistan Tirkiye (PDKT), Partiya Însan û Azadî (PÎA), Partiya Komunist a Kurdistan (KKP), Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), Platforma Yekitiya Jinên Kurd û Komeleya Şêx Seîd kom bûn û bi wesîleya salvegera Peymana Lozanê ya ku di 24’ê Tîrmeha 1923’an de hatibû îmzekirin, daxuyaniyeke hevpar dan.
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
 
“Îro salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê ye! Navê roja reş a ku rê li ber red, înkar û qetlîamên sedsalî li ser Gelê Kurd vekir!
 
Ev sed sal e ku dewletên emperyalîst û kolonyalist, bêyî ku îradeya Kurdan li ber çavan bigirin, li hev kirine ku Kurdistanê bikin çar parçe. Peymana Lozanê ya di 24’ê Tîrmeha 1923’yan ji bo gelê me navê tarîtî, zilma bêdawî, qirkirin û jenosîdan e. Beriya her tiştî em Peymana Lozanê ya ku gelê me tê da nayê temsîikirin û îradeya wî tê paşguhkirin û yên ku ev peyman îmze kirine, bi cih anîne, bi tundî şermezar dikin. Me vê peymanê qebûl nekir û em ê nekin jî. Bi armanca bidestxistina Mafê Çarenûsiya Netewî ya gelê me, wê têkoşîna me heta betalkirina Peymana Lozanê bidome.
 
Bi îlankirina komarê re înkarkirina Gelê Kurd
 
Kemalîstên ku di pêvajoya parçebûna Împaratoriya Osmanî da bi navê biratiya olî daxwaza piştgiriya Kurdan kirin, diyar kirin ku dewleta bê avakirin wê bibe dewleta hevpar a Tirk û Kurdan û diyar kirin ku li Lozanê nûnertiya Tirk û Kurdan dikin, piştî îmzekirina Peymana Lozanê hemû sozên xwe ji bîr kirin. Hikûmeta Enqereyê ku bi Peymana Lozanê hebûna xwe bi fermî da nas kirin, piştî sê mehan di 29’ê cotmeha 1923’yan da komar îlan kirin. Îlankirina komarê red û înkara li dijî Gelê Kurd rewa û resmî kir. Komara Tirkiyeyê li ser bingeheke monîst û nîjadperestî,  li ser bingehê Tirkbûnê hat avakirin, bêyî guhdana pêkhateya pirneteweyî, pirçandî û pir-olî ya erdnîgariya ku li serê hatiye damezrandin.
 
Zimanê kurdî bi fermî hat qedexekirin
 
Di makezagona ku di sala 1924’an da hat çêkirin, cih da têgeheke hemwelatîbûnê ku hebûn, ziman û çanda gelê Kurd înkar dike û her kesên li Tirkiyeyê dijîn wek Tirk dihesibîne. Plana Islahata Şerqê ku di sala 1925’an da hat ragihandin, ji aliyekî din ve, bû bingeha rejîmên leşkerî, Mufetîşên Giştî û sîstema Rewşa Awarte ku wê sedsalekê li Kurdistanê bidome. Zimanê Kurdî bi fermî qedexe kir, ji bo ku bigihije vê armanca xwe qirkirina komî plan dikir.
 
Rêbazên hovane...
 
Rejîma Kemalîst ku ji kadroyên Komîteya Îttîhad û Terakkî pêk dihat, polîtîkaya Tirkkirin û navendîbûnê ya ku Osmaniyan di salên 1850'yî da dabûn destpêkirin, bi qetlîamên di serdema komarê da jî berdewam kir. Rejîma Kemalîstan serhildan û berxwedanên azadîya neteweyî yên 1921 Koçgirî, 1925 Şêx Seîd, 1928-30 Agirî, Zîlan, 1938 Dêrsimê, qetlîam jî di nav da, bi hemû rêbazên hovane pelixand. Siyaseta qirkirina çandî ya li dijî ziman û çanda Kurdî ku sedsalekê dewam kir, meşand.
 
Şewitandina gundan û koçberî
 
Ev sîyaseta standardîzekirina nijadperest a sedsalî ku bi şekl û amûrên cuda wek stratejîya dewletê tê parastin, lê cewhera wê qet neguheriye. Di sala 1959’an da doza 49an; piştî derbeya 27ê Gulanê, li Sêwasê rewşenbîr, siyasetmedar û serokên eşîrên Kurd hatin girtin û darizandin; derbeya leşkerî ya sala 1980ê ku rasterast siyaseta Kurd  kir hedef, hovîtiya Zindana Amedê û qetlîamên salên 1990î û bi darê zorê û şewitandina gundan koçberkirina bi milyonan Kurdên gundî bo metropol û bajaran hinek mînak in.
 
Operasyonên siyasî 
 
Îro jî êrişên li dijî destkeftiyên gelê me yên li Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Rojava berdewam dikin. Li Bakurê Kurdistanê, bi desteserkirina îradeya gelê me ji bo rêveberiyên herêmî qeyûm tên tayînkirin, partiyên Kurdistanî bi gefa girtinê tên dorpêçkirin, li dijî kadroyên siyasî bênavber operasyon tên meşandin, polîtîkaya tecrîdê ya tund ku hemû qanûnan binpê dike, tê meşandin.
 
Tevî vê yekê jî têkoşîna azadiya neteweyî ya gelê me bênavber dewam kir û wê bi heman baweriyê bidome.
 
Têkoşî azadiya neteweyî 
 
Gelê me tevî hemû êriş û komkujiyan li çar parçeyan têkoşîna xwe ya ji bo azadiya neteweyî berdewam kir û didomîne. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê ji sala 2005’an ve bûye xwedî statuyeke federal. Li Başûrê rojavayê Kurdistanê Gelê Kurd di rêya azadiyê da li ber derfetên girîng e. Em avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî û Rêveberiya Xweser a Rojava di binyadeke federal a defakto da weke destkeftiyên girîng dibînin. Avakirina du hikûmetên federal; ji bo azadiya neteweyî ya gelê me û derizandina Peymana Lozanê ya 1923’yan gavên girîng in. Li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê gelê me di têkoşîna rizgariya neteweyî da çeperên girîng bi dest xistin.
 
Azadiya neteweyî dê Peymana Lozanê pûç bike 
 
Di qonaxa niha de yekane mifteya azadiya neteweyî ya Gelê Kurd yekitiya neteweyî ya berfireh, diyalog û hevgirtin e. Em ji bîr nekin ku Gelê Kurd di pêvajoya Lozanê da bi giranî ji ber ku nekarî tifaqa neteweyî ava bike winda kir. Ev sedsala 21’emîn ku em tê de dijîn; em dikarin bi polîtîkayên ku tifaqa netewî ava dikin, dorhêla dostaniyê berfireh dikin û dorhêla dijmin teng dikin bi dest bixin. Siyaseta Kurd bi van polîtîkayan dikare astengiyên li pêşiya azadiya netewî derbas bike û derfetan bikar bîne ku Peymana Lozanê pûç bike.
 
Divê lêborîna xwe ji kurdan bixwazin
 
Em bang li dewletên ku Peymana Lozanê îmze kirine, bi taybetî bang li Brîtanya û Fransayê dikin ku di destpêka sedsala borî da, roleke girîng di perçebûna Kurdistanê da bo cara duyemîn lîstin û gelê Kurd bê statû hiştin û peymana Lozanê ya sala 1923’an îmze kirin, divê ev dewlet lêborîna xwe ji gelê me bixwazin û piştgirî bidin tekoşîna me ya ji holê rakirina Peymana Lozanê.
 
Em bang li NY û Konseya Ewropayê, YE û saziyên din ên navneteweyî dikin ku piştgiriyê bidin têkoşîna gelê me ya diyarkirina çareserîya xwe ya neteweyî û pûçkirina peymana Lozanê.
 
Gelê Kurd dixwaze sedsala were bi gelên herêmê ra, bi taybetî jî bi gelê Tirk, Fars û Ereb re, li ser esasê hiqûqa wekheviyê di hemû qadan de bijî. Ji bo afirandina şert û mercên jiyana bi hev re, ne bi redkirin û înkarê, bi naskirina welat, nasnameya xwe ya neteweyî û li ser bingeha statuya siyasî û erdnîgarî ya wekhev têdikoşe.
 
Divê kurd bi awayekî fermî bên naskirin
 
Banga me ji dewleta Tirk ra wiha ye; bi sed salan e, gotinên wek ‘me bi hev re komar ava kir, Kurd û Tirk du hêmanên damezrîner ên Komarê ne, em birayên hezar salî ne’ tên dubarekirin, li şûna van gotinan divê pêwîstîyên hiqûqa biratiyê bên bicihkirin. Li şûna siyaseta şer û înkarê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk gav bên avêtin. Di makezagoneke nû ku wê bê amadekirin da hebûna gelê Kurd û mafên wî yên ku ji netewebûnê derdikevin, bi awayekî fermî bên naskirin.
 
Mafê Gelê Kurd e ku li welatê xwe Kurdistanê bi azadî û bi rûmet bijî û ev jî şertê aştî û aramiya herêmê ye.”