'Jinên kurd li hember polîtîkayên Peymana Lozanê li berxwe dan'

  • 09:06 24 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Têkildarî sedemîn salvegera Peymana Lozanê ya ku kurd wekî peymana qirkirin û tunehesibandina kurdan pênase dikin jinên endamên PYD'ê nêrînên xwe anîn ziman. Jinan bal kişandin ser xalên girîng û wiha gotin:"Em ê bi fikir û pergala Neteweya Demokratîk, têkoşîna jinên kurd vê peymanê têk bibin. Jinên kurd li hember polîtîkayên Peymana Lozanê li berxwe dan. Ev berxwedan wê dewam bike."
 
Di 24'ê Tîrmeha sala 1923'yan de Peymana Lozanê di navbera Fransa, Brîtanya, Japonya, Yewnanistan, Romanya, Sirbîstan, Hirvatîstan, Tirkiye, Silovenya, Îtalya, Bulgarîstan, Portekîz, Belçîka, Yûgoslavyayê de hat îmzekirin. Di Peymana Lozanê de xaka Kurdistanê bi ser Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de hat belavkirin û Peymana Sewrê ya ku mafên gelê Kurd tê de hatibûn qebûlkirin, hat betalkirin. Bi betalkirina Peymana Sewrê û îmzekirina Peymana Lozanê re, Îsmet Înonu û Hesen Xeyrî ku du kesên Kurd ên ji Bakurê Kurdistanê bûn, di Peymana Lozanê de rolek mezin leyîstin û bê navber ji bo ferzkirina xwestekên dijmin bi ser gelê xwe de, xebitîn.
 
Têkildarî sedemîn salvegera Peymana Lozanê, bandorên wê û polîtîkayên li dijî jinên kurd ên piştî vê peymanê endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)nêrînên xwe anîn ziman. Jinan dan zanîn piştî Peymana Lozanê hat îmzekirin şûnde rêya koçberiyê, qirkirinê, înkarkirin û tunehesibandinê ji gelê kurd hat vekirin û gotin ew Peymana Lozanê nas nakin wê têkoşîna wan a li dijî vê peymanê dewam bike. 
 
'Bi Peymana Lozanê Kurdistan hat parçekirin'
 
Endama Meclîsa Giştî ya PYD'ê Emîne Bêrem da zanîn bi Peymana Lozanê Kurdistan hatiye parçekirin û wiha domand :"Peymana Lozanê sedsaliya xwe bi dawî dike lê ji dema ku Peymana Lozanê hat îmzekirin û heta sala îro êdî rêya koçberiyê, qirkirinê û hemû cureyên şer ji civakên Rojhilata Navîn re vebûye. Her wiha hin xalên ku di vê peymanê de hat nivîsîn hin jê ji bo perçekirina Kurdistan û bêmafhiştina gelê kurd e. Têkoşîna gelê kurd a li dijî vê peymanê jî heta niha her tim dewam kiriye."
 
'Têkoşîna kurdan xwedî bandor bû'
 
Emîneyê rewşa gelê kurd a piştî avakirina tevgera azadiya Kurdistanê wiha nirxand:"Bi saya avabûna tevgera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û ramanên Rêberê me Abdullah Ocalan êdî ev bû 45 sal in tekoşîna di hundirê Kurdistanê de ya li hember dewletên faşîst dewam dike. Di milekî din de jî hin dewletên ku di Peymana Lozanê de ji bo perçekirina Kurdistanê îmzeya xwe li bin peymanê dane, êdî dixwazin carek din têkiliyên xwe bi me re xurt bikin. Ev yek encama têkoşîna gelê kurd e. Ev têkoşîn di Rojhilata Navîn de ji bo hemî netewan hatiye dayin û hîn jî didome."
 
'Divê em ji bo hemî cureyên şer her tim amade bin'
 
Emîneyê derbarê rewşa dawî ya ku gelê kurd tê de ye wiha axivî:"Gelê kurd di Rojhilata Navîn de di heman demê de di tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi tekoşîneke bêhempa xwe da îsbatkirin. Her wiha bi avakirina projeya Netewa Demokratîk ku bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan derket holê ev hemî dewlet bûn dijberê vê projeyê. Di heman demê de ev ji bo wan bû metirsiyek. Ji bo vê yekê dibe ku bi dawîbûna sedsaliya Peymana Lozanê re şerê sêyemîn ê cîhanê çêbibe. Em wekî tevgera jinê û gelê kurd ji bo hemî cure şer divê xwe bidin amadekirin û projeya netewa demokratîk li hemî cîhanê bidin belavkirin."
 
'Bi hêviya ku ev sedsal bibe sedsalek demokrasiyê'
 
Di dawiya axaftina xwe de Emîneyê bal kişand ser armanc û daxwazên dewleta tirk ên di sedsala Lozanê ya nû de û wiha pê de çû:"Dewleta tir dixwaze careke din di sedsala nû ya Peymana Lozanê de cihê xwe bigire. Di heman demê de jî axa Sûriyeyê jî dagir bike û bi destê xwe ve bîne. Lê dewleta tirk wê di vê sedsala nû de têk biçe û em bi hêvî ne ev sed sala wê bibe sedsala demokrasiyê. Em hêvî dikin ev sedsal bikeve bin xizmeta hemî netewan. Em hêvî dikin ev sedsala nû li Rojhilata Navîn û hemî cîhanê ji bo hemû gelan bibe cihê demokrasiyê û bibe sedsalek ku jin jî tê de cihê xwe bigire."
 
'Planên ji bo tunekirina kurdan berdewam e'
 
Endama PYD'ê Hêvîn Suliyman da zanîn polîtîkayên ji bo qirkirina gelê kurd hîn di meriyetê de ne û wiha lê zêde kir: "Biryara parçekirina Kurdistanê di heman demê de jî bi xwe re polîtîkayên tunekirina gelê kurd anî û gelê kurd di tevahî herêmên Rojhilata Navîn de di bin  aloziyekê de ma. Her wiha dewamkirina vî şerê ku li ser herêmên Rojhilata Navîn tê kirin, em ji xalên Peymana Lozanê qut nakin û pê ve girê didin. Bi vê yekê girêdayî planên dewletan ên ji bo tunekirina gelê kurd hîna jî dewam dike."
 
'Şoreşa Rojava li hemberî Peymana Lozanê bû bendek'
 
Hêvînê di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna gelê kurd a di Şoreşa Rojava de jî û wiha got:"Şoreşa Rojava bi têkoşîna jin û gelê kurd  bû bendek li hember Peymama Lozanê. Ev şoreş jî bi pêşengtiya jinê bi ser ket. Bi riya têkoşîn, civîn, komxebat, meş û hemî cureyên çalakiyên xwe em ê vê peymanê red bikin. Em ê bi vî awayî dengê xwe bigihînin hemî cîhanê û rastiya vê peymanê bidin eşkerekirin. Ev yek jî wê bi riya projeya Xweseriya Demokratîk were kirin. Li hember vê yekê hemî dijmin li ser xaka Sûriyeyê hesabên xwe yên dîrokî dikin û tunekirina gelê kurd dikin mijara xwe ya sereke."
 
'Pêwîst e gelê kurd destê xwe bide hev'
 
Hêvînê bal kişand ser girîngiya yekîtiya gelê kurd û wiha bi dawî kir:"Gelê kurd li ser fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan xebat û tekoşîna xwe ya li dijî desthilatdarî û hêzên ku ji bo tunekirina wan dixebitin, didin meşandin. Ji bo tunekirina dagirkeriyê û biserxistina projeya Netewa Demokratîk, pêwîst e gelê kurd destê xwe bide hev."
 
'Jinên kurd li hember polîtîkayên Peymana Lozanê li berxwe dan'
 
Endama PYD'ê Roşîn Muse da zanîn jinên kurd li dijî polîtîkayên piştî Peymana Lozanê li berxwe dane û wiha got :"Ev Peymana Lozanê ya ku wekî peymana aştiyê tê pênasekirin tu car ji bo gelê kurd aştî ava nekir,  berovajî vê yekê jî bi armanca jihevqetandina gelê kurd hat îmzekirin. Bi taybet di vê rewşa ku em tê de derbas dibin de jina kurd di hemî cureyên qirkirinê de dan derbaskirin. Ji ber ku jinên kurd roleke xwe ya sereke ji bo azadiya civak û tevahî jinan lîstine. Li hember polîtîkayên tunehesibandina jinê, jinên kurd li berxwe dane. Xwe gihand asta herî jor. Ev yek jî bi saya fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Êrîşên dewleta tirk ên bi ser kurdan de her tim dewam dike. Em bi hêvî ne ku vê sedsala nû ji bo tevahî gelan rêya çareseriyê veke."