‘Em bi hev re xurt dibin’

  • 09:05 24 Tîrmeh 2023
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Kovara Jin a di meha adarê de bi hedefa ku dengê jinan bide bihîstin derket ser rê, ji aliyê her kesî ve eleqeyek mezin dibîne. Edîtora kovarê Esma Kaya Ceylan da zanîn ku hewl didin bi reng û dengê jinê nexşerêyeke di jiyanê de pêşkêşî jinan bikin û wiha got: “Berdewamkirina vê kovarê berdewamiya tevgera jinê ye. Jinên li bersivê digerin ligel me bin em ê hîn bêtir xurt bibin.”
 
Kedkarên çapemeniya azad ku di seranserê dîrokê de her tim bi zext, qetilkirin, girtin û tundiyê re hatin rû hev, meşaleya ji Gurbetellî Ersoz û Apê Musa girtin, bi têkoşînek mezin hildigirin. Jinên kevneşopiya çapemeniya azad dimeşînin li gelek qadan xebatê dimeşînin û bi nêrîna jinan a mîrateya Gurbetellî dimeşînin. Yek ji van xebatan jî Kovara Jin a heftane ya wek dijîtal di rojnameya Yenî Yaşam de tê weşandin e.
 
Dengê jinê: Jin
 
Kovara Jin a wek pêveka rojnameya Yenî Yaşam di meha adarê de heftane derket pêşberî xwendevanên xwe. Berê ji 15 rojan carekê dihat weşandin. Hejmara 53’yan hefteya borî derket. 5 meh in bi sernavên mijarên cuda dertê û nêrîna jinê dide nîşandan. Di demek kurt de eleqeyek mezin dît. Hedefa kovarê ev e ku li dijî weşanên serdest dengê jinê bilind bike.
 
Ji edîtora kovarê Esma Kaya Ceylan der barê kovarê de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
‘Eleqeyek xweş tê nîşandan’
 
Esmayê destnîşan kir ku Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi polîtîkaya xwe ya nû re wek Kovara Jin di riya xwe de berdewam kiriye û ev 5 meh in tê weşandin. Esmayê wiha domand: “Me ewil xwe bi jinan da nasîn. Di vê pêvajoyê de me betekên pir erênî girtin. Bi taybet pêvajoya hilbijartinê me bandor li ser girseyên mezin kir. Me di serî de rojeva jinê gelek mijar girtin dest û nirxand. Ji ber daxwaz wisa bûn. Vê nîşan dida ku em di riya rast de ne. Me pêvajoyek tije derbas kir. Pêvajoya hilbijartinê hebû. Me 5 mehên xwe têr û tije derbas kir.”
 
Nexşerê pêşniyar dike
 
Esmayê bi lêv kir ku Kovara Jin hemû jinan dihewîne û wiha dirêjî dayê: “Ji tevgera Kurd heta tevgera femînîst, hemû jinan dihewîne. Ji Îranê heta Fîlîpînê, ji Sûdanê heta cihên din tevgerên jinan dibînin, berxwedanên jinan û binpêkirinên mafan ên li ser jinan dibîne. Di hejmara 18’an de me mijara konfederalîzma demokratîk girt dest. Bi manşeta jin jiyan azadî derket. Me li ser konfederalîzma demokratîk nirxandin kirin.”
 
Hedefa me, em bibin dengê jinan
 
Esmayê bal kişand ser armanca xwe û wiha dawî lê anî: “Hedefa me ev e ku em bi reng û dengê jinan ji jinan re bibin nexşerê. Jin dikarin pirsgirêkên jinan çareser bikin. Ji bo em ji xwe re qadê biafirînin û ji pirsên xwe re bibin bersiv em derketin. Îlhama me jî rojnamegerên jin in. Divê hemû jin Kovara Jinê bixwînin û xwedî lê derkevin.”