'Riya azadiya çapemeniyê têkoşîna hevpar e'

  • 09:03 23 Tîrmeh 2023
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Di 115’emîn sala Roja Têkoşîna ji bo Azadiya Çapemeniyê de rêxstinên pîşeyî û rojnamegeran diyar kirin ku heqîqet tê reşkirin û got riya azadiya çapemeniyê di têkoşîna hevpar de derbas dibe.
 
Di 24’ê Tîrmeha 1908’an de rojnamegeran biryar dan ku rojnameyên xwe nîşanê lijneya sansurê nedan û memurên sansurê negirin buroyên xwe. Piştî vê di 1948’an de di 24’ê Tîrmehê de bi biryara Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê ‘Roja Têkoşîna ji bo Azadiya çapemeniyê’ hat îlankirin. Ji wê rojê heta niha rojnameger ji bo azadiya çapemeniyê tevî zext û zoran têdikoşin. 115 sal di ser de derbas bû.  Ji wê dîrokê heta niha azadiya çapemeniyê bi desthilatdariya AKP-MHP’ê kangren bû gihişt astek din.
 
Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya Rojnamegerên Sînor Nenas (RSF) amade kiriye Tirkiye di nav 180’ê welatî de di rêza 165’an de cih digire. Lê tevî hemû zextan çapemeniya azad serî natewîne.
 
Endama Lijneya Rêveberiya Sendîkaya Xebatkarên Matba û Weşanê ya Tirkiyeyê (DÎSK-Basin Îş) Elîf Akgul û nûçegîhana Agence France-Press (AFP) Eylul Denîz Yaşar  ji JINNEWS’ê re nirxandin kirin.
 
Çapemeniya azad nehat astengkirin!
 
Elîf Akgul da zanîn ku di ser salvegera rakirina sansurê ya 24’ê Tîrmeha 1908’an de 115 sal derbas bûye lê hîna jî li Tirkiyeyê sansurek mezin pêk tê û got: “Li Tirkiyeyê tu carî azadiya çepemeniyê tunebû. Her tim zext hebûn. Ji salên 1950'î heta 90’î li dijî muxalîf û çapemeniya Kurd polîtîkayên tund pêk hatin. Ev bû kevneşopiya dewletê. Dewletê xwediyên çapemeniyan guhertin û çapemeniya hewzê derxist holê. Bêsendîkabûn dan destpêkirin. Li hember çapemeniyê her tim êrîş zêde kirin. Tevî her tiştî rojnamegeran dest ji heqîqetê bernedan. Êrîşan pêşî li çapemeniya azad negirt.”
 
Banga xwedîderketinê
 
Elîfê daxuyakirin ku desthilatdarî hewl dide pîşeya rojnamegeriyê tune bike û wiha domand: “Dixwaze çapemeniyeke ku reklama wan dike biafirîne. Dixwaze li gorî berjewendiyên xwe nûçe bên çêkirin. Mafê girtina nûçeyan tê astengkirin. Dixwazin heqîqetê ji holê rakin. Lê li dijî vê divê têkoşînek hevpar bê meşandin. Divê em û hempîşeyên xwe bi hev re xwe bi rêxistin bikin. Ji bo berdewambûna rojnamegeriyê sendîkabûn gelek girîng e. Divê em têkoşîna xwe li her derê bidin.”
 
‘Bi qetilkirinan hewl dan bêdeng bikin’
 
Eylul Denîz Yaşar jî di axaftina xwe de balkişand ser zextên li ser rojnamegeran û rojnamegerên girtî û wiha anî ziman: “Li welat ne pêkan e em behsa azadiya çapemeniyê bikin. Azadiya çapemeniyê li qadê bi destê polîsan tê kontrolkirin. Li Kurdistanê rojnameger bi awayekî sîstematîk tundiyê dibînin. Zext tên kirin. Ji ber nûçeyên çêdikin doz lê tên vekirin. Bi qetilkirinê bi binçavkirinan bi lêpirsîn û dozan hewl didin bêdeng bikin. Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya 2023’yan a RSF’ê amade kriye Tirkiye di alî azadiya çapemeniyê de di nav 180’ê welatî de di rêza 165’an de cih digire. Ev jî rejîma dîktatoral a Tirkiyeyê nîşan dide.”
 
Banga xwedîderketinê
 
Eylulê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku piştî qerta zer a çapemeniyê bi qerta çapemeniyê ya turkuaz hatiye guhertin şûnde hemû rojnameger bi êrîşan re hatine rû hev û wiha dawî lê anî: “Qanûna dezenformasyonê ya di meha îlonê de bû qanûn ji bo azadiya hemû alî û çapemeniyê bû xetere. Êrîşeke tunekirinê heye. Dixwazin civakê bê hiş bihêlin. Divê her kes mafê xwedîgirtina nûçeyan biparêze. Hewl tê dayîn ku heqîqet bê reşkirin. Ez banga xwedîderketina li rojnamegeriyê dikim.”