'Kiryar hêzê ji îktîdarê digirin'

  • 09:08 21 Tîrmeh 2023
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
WAN - Endama Desteya Rêvebiriya Komelaya Jinan a Starê Meryama Aslan a ku tevlî doza Esra Y. bûbû, anî ziman ku kiryar hêzê ji îktîdarê digirin û tên parastin. Meryama, li dijî polîtîkayên bêcezabûnê banga xwedîderketina li vê dozê kir.
 
Di 27’ê Gulana 2016’an de li gundekî navçeya Şemzînan a Colemêrgê 3 kesên bi navê Veysî, Zahir û Nîhat Yilmaz tecawizî Esra Y. a 11 salî kiribûn. Di çarçoveya pêvajoya hiqûqî ya ku zarok ji xizmên xwe re qala bûyeran kir de 3 kiryar hatin girtin, doz li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê hat dîtin. Ji bo 3 kiryaran ji ber sûcên “îstismara zayendî” û “bêparhiştina ji azadiyê” ji her yekî re 42 sal cezayê girtîgehê hat dayîn. Piştî îtîraza kiryaran a li Dadgeha Îstînafê ya Herêmê, ceza  hat betalkirin û ji bo kiryaran biryara ji nû ve darizandinê hat dayîn. 
 
Lê belê 8 meh şûnde kesên ku ji ber “nebûna delîlan” hatin berdan. 11 roj şûnde kiryar hatin berdan. Berdana wan kesan bû sedema xwekuştina Esrayê. 9'emîn danişîna dozê di 17'ê Tîrmehê de li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê hat dîtin. Di danişînê de şandeya dadgehê bi hinceta beşdarbûna kiryaran a danişînan daxwazên girtinê red kiribû.
 
Her wiha gelek baro û saziyên jinan xwedî li dozê derketin û piştevaniyek mezin nîşandan. Endama Desteya Rêvebiriya Komelaya Jinan a Starê Meryama Aslan e. Meryama, têkildarî dozê û biryara hatiye dayîn de ji ajansa me JINEWS'ê axivî.  
 
Bûyereke tirsnak e
 
Meryama, anî ziman ku ev bûyer beriya avabûna komeleya wan pêk hatiye û got bûyerek gelek tirsanake. Meryama, da zanîn ku destdirêjiya li dijî zarokan ji bo wan gelek girîng e diyar kir ku ji ber vê yekê wek komele şopdarê vê bûyerê ne. Meryama, daxuyakirin ku ew vê dozê şopandine û wiha domand: “Me di dozê de ferq kir ku ji hemû herêman baro û komeleyên jinan hatine û ji bo vê dozê bûne yek. Hemû kes piştgiriyek xûrt nîşandan û xwedî li vê dozê derketin. Şandeya dadgehê ket nav fikara da ku me tevlî daneşînê bikin an na. Lê li ser israrên me piştre em tevlî dozê bûn. Di dozê de jî me dît ku bûyerek çiqasî tirsnake."
 
30 parêzer parastinê kir 
 
Meryama, diyar kir ku ji ber ku li ser bûyerê re 7 sal derbas bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo 3 kiryaran cûda cûda 42 sal ceza tê xwestin. Lê ev kiryar piştî ku 8 meh di girtîgehê de dimînin, tên berdan. Piştî kiryar hatin berdan 11 roj şûnde zarok dawî li jiyana xwe anî û ew niha ne di nav me de ye. Di daneşînê de herî zêde li er vê yekê hat axaftin. Di holê de destdirêjiyek heye û ji zinarê tê avêtin. Lê ligel van hemû tiştî kiryar nayên girtin. Di daneşînê de me dît ku ew çawa xwe bi rehetî dikarin biparêzin. Ew jî gelek baş dizanin dê neyên darizandin û cezakirin. Em bendê bûn ku girtî bên darizandin. Di daneşînê de 30 parêzer parastinê kirin, lê bi carekî şandeya dadgehê biryara darizandina bê girtinê da û dozê taloqê 3’yê Mijdarê kir.”
 
Kiryar hatin berdan, zarok întîxar kir
 
Meryama, da zanîn ku li herêmê her tim bûyerên întîxarê yên jinan, komkujiyên jinan û destdirêjiyên li dijî zarokan gelek zêde ne û wiha pê de çû: “Di heman demê de me daneşînê de jî anî ziman ku biryara ku ji vir neyînî bê dayîn dê pêşiya êrişên li dijî jin û zarokan vebike. Kiryarên ku parastina xwe dikin hat wê astê ku me sûcdar nîşan bidin. Ev kiryarên ku bi vê awayî parastina xwe dikin baweriya xwe bi hin cihan tînin. Kiryar bi parastinên xwe jî da nîşandan ku hêzên ku wan diparên li pişt wan hene. Her wiha ji ber ku ev 7 sal in her tim tevlî dozê bûne xwestin cezayê hatî dayîn bi hinceta 'Rewşa baş' bê xistin. Me ji dadgehê re jî got bûyerek bi vê rengê de kiryar çawa nayên girtin. Malbata zarok ji aliyê kiryaran ve gef lê tê xwarin û di danişînê de jî got ‘Ez ditirsim, naxwazim êdî tu zarokek min bê kuştin’. Lê ligel hemû tiştî sazî û dezgehan da nîşandan ku ew ê bêdeng nebînin. Lê divê ev piştgirî mezin tir bibe.”    
 
‘Piştevanî dikare vê yekê hilweşîne’
 
Meryama, diyar kir ku di dozê de hemû parêzer hatin guhdarkirin û ew bi hêviyekî benda encamê bûye. Meryama, bi lêv kir ku ew bi piştevaniyê dikarin vê yekê hilweşînin û wiha got: “Kiryar ji dadgehê hêzê distînin. Şandeya dadgehê ji ber pandemiyê çend caran guherî û ev şandeya dadgehê jî zêde baş bûyerê nizane. Lê ji ber ku xwedî derketinek mezin derket, şandeya dadgehê hin tiştan ferq kir.”
 
‘Qadên jiyanê hatin tunekirin’
 
Meryama, destnîşan kir ku piştî betalkirina Peymana Stenbolê û nîqaşên li ser betalkirina zagona 6284'an êrişên li dijî jin û zarokan zêdetir bûne û got vê yekê di danişînê de jî anîne ziman. Meryema, da xuyakirin ku tu zagonek tuneye ku jin û zarok parastina xwe bikin û wiha axivî: “Ji xwe ev peyman û zagon bi testên desthilatdariyê ji holê hat rakirin û bi vê yekê re komkujî û bûyerên li dijî zarokan jî zêde bûn. Ji ber ku ev desthilatdar bi pergala mêranî ve tê meşandin. Qada jiyanê ya jin û zarokan hatiye tunekirin. Her wiha bi tevî vê darazê kiryar nayên girtin û cezakirin. Kiryar ji vê yekê hêzê digirin.”
 
‘Em di têkoşîna xwe de bi israr in’
 
Meryama, da zanîn ku ew wek saziyên jinan, STK û kesên ku têkoşîna jinê dimeşînin li hemberî polîtîkayên bêcezabûnê bêdeng namînin û dê nebîn jî û wiha bi lêv kir: "Tax, kolan û medya yên me ne. Em ê li her derê daxwaza xwe û li hemberê vê bê cezakirinê dengê xwe bilind bikin. Kiryar, ji hêza jinê û zanista jinê ditirsin. Ji ber ku kiryar jî baş dizanin ku ew ê bêceza nemînin. Ji her herêmê divê jin xwedî li hevdû derdikevin. Her çiqasî li ser bûyerê de 7 sal derbas bûye jî em wek jin şopdarê vê bûyerê ne. Têkoşîna me dê tim berdewam dike. Ji bo lêkolînek baş û cezakirinê çi ji destên me bê em ê bikin.”  
 
‘Kiryar alîgirên îktîdarê ne’
 
Meryama, da zanîn ku kiryar ji îktîdarê hêzê digirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kiryar alîgirên dewletêne û kesên ku parastina wan dikin jî serokê AKP’ê yê Colemêrgê û keça wî ye. Ev kiryar dikarin vê yekê bêjin 'Îktîdar li pişt me ye’. Ji ber vê yekê ew hêzê ji vir digirin. Kiryar bi şerta kotrola edlî û qedexeya derketina derveyê welêt tên berdan. Ji xwe Şemzînan li ber sînorê Iraqê ye û bi rehetî dikarin biçin. Biryarên ku didin jî gelek pêkenok in. Her wiha di danişînê de melayê gund jî wek şahid anîbûn. Kiryar di danişînê de navê Xweda û olê bikar anî û parastina xwe kir. Hîn di nav civakê de û dozan da ol tê bikaranîn. Ji bo danişîna pêşiya me em bang li hemû kesî dikin ku bi awayek topyekûn xwedî li vê dozê derkevin. Biryara ku di vê dozê de bê dayîn dê pêşiya bûyerên dinê jî bigire.”