Zeyneb Murad: Bi yekîtiya neteweyî em dikarin Lozanê vala derxînin

  • 09:07 21 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
AMED - Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad, bi minasebeta 100 saliyê Peymana Lozanê nirxandin kir. Zeynebê, destnîşan kir ku  bi sedan sal e li ser erdnîgariya Kurdistanêf hêzên navneteweyî bazaran dikin û got: “Ji bo gelê Kurd îro roj roja yekitiya neteweyî ye. Bi yekitiya neteweyî em dikarin Lozanê vala derxînin.”
 
Peymana Lozanê ya ku pê kurd û erdnîgariya Kurdistanê ji hev hatin parçekirin 100 salên xwe diqedîne. Kurdên ku ji vê peyamanê zerareke mezin dîtin, niha ji bo ku ev peyman neyê nûkirin û peymanên bi vî rengî li dijî wan neyên kirin bi semîner, civîn, konferans û çalakiyên ku li Kurdistan û li gelek deverên cîahnê li dar dixin ji vir û pê de wê çi bikin niqaş dikin.  
 
Bi minasebeta salvegera Peymana Lozanê ya 27’ê Tirmehê Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdîstanê(KNK)’ê Zeyneb Murad pirsên me bersîvandin.
 
'Peymana Lozanê bi lihevkirina dewleta Tirk bi hêzên emperyalîst re, hate temam kirin û Kurdistan di navbera Tirkiyê, Sûriye, Îraq û Îranê de hate dabeşkirin.'
 
*Salvegera 100’mîn a Peymana Lozanê nêz dibe. Peymana Lozanê encama pêvajoyeke çawa ye, ji aliyê şert û mercên dewletên cîhanê em çawa dikarin bigirin dest?
 
Di encama Şerê Yekemîn ê Cîhanê de pêvajoyekê giran hat destpêkirin û li tevahiya cîhanê gelek guhertin çêbûn. Hêzên cîhanê ketin nava şerekî mezin. Di vî şerî de hin bi ser ketin û hinek jî têk çûn. Piştî şer sekinî, di nav van hêzan de hinek tîfaq çêbûn. Hêzên desthilatdar ên cîhanê ku bi drt kryin dixwestin li herêmên ku têk çûne serweriya xwe ava bikin. Wê demê Împaratorîya Osmanî mijareke sereke bû ku dixwestin parçe bikin. Elmanya jî bi heman rengî bindest bû. Êdî avakirina pergalên nû hatibû destpêkirin. Bi çend tîfaqan re çend peyman hatin îmzekirin. Di nav van tîfaqan de di 24’ê Tirmeha 1923’an de Peymana Lozanê hate îmzekirin. Ev peymana di navbera hêzên ku di şerê cîhanê de bi ser ketibûn ya yekem a li  dijî Dewleta Osmanî bû. Dixwestin wê împaratoriyê parçe bikin û li şûna wê dewleteke biçûk ava bikin. Ew dewlet hat avakirin. Dewleteke bi navê dewleta Tirkiyeyê ku niha em dibînin. Lê mixabin di van tifaqan de mafên kurdan li ber çav nehat girtin.
 
Kurdan 28 caran serî hildan
 
Peymana Lozanê bi lihevkirina dewleta Tirk bi hêzên emperyalîst re, DI 24'ê Tîrmeha 1923'yan de hate temam kirin û Kurdistan di navbera Tirkiyê, Sûriye, Îraq û Îranê de hate dabeşkirin. Di her parçeyê Kurdistanê tevahiya berhemên hebûna gelê Kurd, ketin ber talankirin û pişavtina Tirk, Ereb û Farisan.  Piştî damezirandina Komara Tirkiyê, Kurdan 28 caran serî hildan: Ev hejmara serhildanan, ji alî Serokkomarê Tirkiyê yê berê S. Demirel bi xwe hatiye eşkerekirin.
 
*Bi Peymana Lozanê erdnigariya Gelê Kurd hate dabeşkirin. 100 sal in di bin navê peymana Lozanê de li dijî kurdan polîtîkayek çawa hate meşandin?
 
‘Bi vê yekê sîyaseta qirkirin û bişaftinê dest pê kir..’
 
Peymana Lozanê li hemberî dewletên desthilatdarên ku li ser esasê netewdewletê hatin damezrandin ji bo qirkirina kurdan rê hat  vekirin. Bi rastî dîrokeke reş û tariye ji bo kurdan. Di wê demê de li Kurdistanê li dijî vê siyasetê serhildanan hatin destpêkirin û li hemberî van jî sîyaseta qirkirin û bişaftinê destpê kir. Bi destê dewletên dagirker xwestin  nasnameya kurdan tune bikin. Guhertinên demografîk bi êrîşek mezin hatin meşandin. Dewletên dagirker bi armanca ku demografiya Kurdistanê biguheriînin bi hezaran gund bi darê zorê vala kirin. Di heman demê de li her perçeyên  Kurdistanê darvekirin, kuştin û zindan kirinana pêşengên kurd hat meşandin. Ji Seyîd Riza heta Qazî Mihemmed, Şêx Mehmûdê Berzencî an hatin sirgûnkirin an jî hatin qetilkirin. Ev planên tunekirin, kuştin û înkarkirin hê jî  berdewam dikin.
 
‘Çawa tifaqeke bê îradeya Kurda erdnigariya Kurdistanê de hat dabeşkirin îro jî heman hewldan heye’
 
Ez dixwazim balê bikşînim l ser siyaseta ku niha li ser kurdan tê meşandin. Berdewama siyaseta ku sed sal berê destpê kiriye îro li Îmraliyê tê meşandin. Ev siyaset îro bi dîlgirtina birêz Abdullah Ocalan  bderdewam dike. Her wiha bi girtina pêşeng û sîyasetmedarên kurd û bi êrîşên li ser deskeftiyên kurdan xwe berfirehtir dike. Lê belê em bi serbilindiyek mezin vê dibêjin ew nikarin bigihêjin armancên xwe. Li dijî vê siyasetê gelek bertek hatin nîşandan, gelek serhildan hatin kirin. Lê belê serhildan û têkoşînê li hemberî vê siyaseta qirkirinê bersîveke xurt neda. Lê pêşketinek heye. Em îro behsa Peymana Lozanê dikin. Çawa bi peymaneke bi vî rengî  bêyî îradeya Kurdan erdnigariya Kurdistanê  hat dabeşkirin îro jî heman hewldan heye.
 
* Peymana Lozanê ji aliyê netew dewletan ve wek peymanek aştiye hat binavkirin. Lê belê li her çar parçeyên Kurdîstanê êrîşên li dijî kurdan berdewam dikin. Hûn van çawa şîrove dikin?
 
Ez dixwazim bêjim ku ev komployên li ser kurdan heta îro didomin. Rastî ev e ku em Kurd êdî nema dixapin. Em îro xwedîrexistin, şoreş, hêzekê nû û xwediyê saziyên demokratîk in. Mînakeke herî nêzîk jinên kurd ên di nav serhildana li Îranê cih girtin û ji tevahiya cîhanê re bûn mînak.  Vê şoreşa jinê 40 sal berê dest pê kir û didome. Her wiha şoreşa Rojava,wek şoreşa jina tê pênasekirin. Îro Kurd xwedî destkeftî ne û li başûrê Kurdistanê xwedî statû ne. Herçend ku bê rexnekirin jî ev destkeftiyeke gelê me ye. Gelek berdêl hatiye dayîn heta ev destkeftî hatiye bidstxistin. Li Rojavayê Kurdistanê jî piştî şoreşê destkeftiyek mezin hat bidestxistin û îro ji cîhanê re bûye mînak.
 
‘Heta ku deriyê Îmraliyê neyê vekirin û birêz Abdullah Ocalan azad nebe tu pirsgirêk nayên çareserkirin’
 
Di çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê de paradîgmaya demokratik esas neyê girtin û ji ber vê encam nayê girtin. Ji bo Tirkiyeyê ji em dikarin heman tiştê bêjin. Tirkiyê di her warî de qeyraneke mezin dijî. Bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd, pirsgirêken Tirkiyeyê nayên çareserkirin. Heta ku deriyê Îmraliyê neyê vekirin û birêz Abdullah Ocalan azad nebe tu pirsgirêk nayên çareserkirin.
 
Peymana Lozanê wek peymanek aşitiyê navbera hêzên ku bi serketibûn di şerê cîhanê ya yekem de eşkere kiribûn. Lê belê ev peyman dûre li aşitiyê ye. Ji ber ku ev peyman li ser esasa tunekirin, bê maf kirina gelan û vekirina deriya komkujiyê ye. Êdî em vê sîyasetê qebûl nakin. Ev destkeftiyên me yên ku bi têkoşînek dîrokî hatiye destxistin bernadin û em tewîza jî nadin.
 
*Berîya Peymana Lozanê rewşa jinên kurd çawa bû? Piştî Lozanê parçebûyîna Kurdîstanê li ser jinên kurdan bandorek çawa pêk anî, li dijî jinên kurd polîtîkayek çawa hate meşandin? Jinên Kurd li dijî van polîtîkayan têkoşînek çawa dan?
 
‘Îro jin bi felsefeya rizgariyê serkêşiyê dikin. Jinên  Latîn Amerîkayê heta Japonyayê û başûrê Efrîkayê li dijî zilm û bindestiyê jinên Kurd ji xwe re wek mînak dibînin’
 
Jinên kurd di dîrokê de bi roleke mezin ji bo parastina nirxên xwe yên neteweyî rabûn û di serhildanan de cih girtine. Bi peymana lozanê re Kurdistan bû  parçe parçe. Herçend ku Li hemberê vê parçebûyînê, helwesta neteweperwer di nav kurdan bi giştî hebe jî bi taybetî jin li nirxên xwe yên neteweyî xwedî derketine. Jinan bawariyeke mezin û bi helwesteke netewperwer  di nav têkoşîna azadiya Kurdistanê  de cih girtine. Jinan cara  yekemîn Komeleya Nivîskarên Kurd li Stenbolê vekirin. Armanca wê komeleyê ev bû ku di nav kurdan de, ji bo parastina nasnameya kurdan hestên neteweyî bên belavkirin. Wek minak Zarîfe fermandarek bû di nav serhildana Koçgirî de. Bi hevjînê xwe Elîşêr re li dijî dewleta faşist a Tirk berxwedanêk mezin da. Di heman demê de di serhildanên Amedê, Agiriyê de jî rola jinê di têkoşînê de hata vê rojê hatiye hatiye. Jin êdî xwedî nasnamê û felsefe ne. Jinên kurd bi her alî ve li hemberî siyaseta qirkirin, tunekirin û îmhakirine  berwedanek mezin dane û îro jî didin. Di heman demê de li Başûrê Kurdistanê  di sedsala 19emîn de jinên qehreman û têkoşer derketin. Ji Adîle Xanimê heta Leyla Qasim li dijî vê siyaseta tunekirin û qirkirinê têkoşîn dane.  Di dîroka Rojhilatê Kurdistanê de jî jinan bi heman rengî li ber xwe dane. Li Rojavayê Kurdistanê têkoşîna jinan deng vedaye. Îro jin bi felsefeya rizgariyê serkêşiyê dikin. Jinên  Latîn Amerîkayê heta Japonyayê û başûrê Efrîkayê li dijî zilm û bindestiyê jinên Kurd ji bo xwe wek mînak dibînin. Îro bi felsefeya azadiyê jin dikare xwe bi rê ve bibe, dîplomasî bike û di nav hêzên fermandariyê de jî cih bigire.
 
* Bi minasebeta salvegera Lozanê li gelek devaran komxebat pêk hatin. Herî dawî li Hesekê komxebatek hate kirin. Hûn van komxebatan çawa dinirxînîn?
 
Ev komxebat bersîvek in ji bo cîhanê.  Komxebata ku li Hesekê li ser Peymana Lozanê  çêbû wek peyameke bû me dît ku siyasetmedar, akademîsyen, jin, ciwan herkes xwe îfade dike. Bertekên xwe tînin ziman ku ew vê peymanê qebûl nakin ê. Komxebatên bi vî rengî girîng in. Îro roj roja yekitiya neteweyî ye. Ger em bi yek dengî peyama xwe bînin ziman bêguman ev peyam dê bigihije cihê xwe. Îro nikarin êdî înkara Kurdan bikin. Lê gelek girînge ku ev peyamên me hevbaş bin.  Ev komxebat di heman demê de amdekariya konferansa ku wê di 23'yê Tîrmehe de bê lidarxitin bû.
 
*Wek KNK’ê hûn jî li ser vê mijarê gelek dixebitin. Nîqaşên we çi bûn, çi encam derketin û ji bo pêvajoya pêş plansaziyên we çi ne?
 
Em bi jin, siyasetmedar, akademîsyen û ciwan bi deklerasyonekê em ê peyamên xwe bigihînin hêzên cîhanî. Êdî em qebûl nakin birêz Ocalan di bin esareta Îmraliyê de bimîne. Loma ev komxebat di warê siyasî de ji bo xwe îdadekirinê gelek girîg e. Ji bo cîhanê jî girîng e.  Jber ku herkes êdî rewşa kurdan dişopîne. 
 
Amedekarî ji bo vê konferansê gelek berfireh e. Di demek dirêj e amadekarî tê kirin. Bi rastî em bi stratejiyên neteweyî neçên pêş ev destkeftiyên ku me heta niha dest xistiye ew ê jî bikevin xeteriyê. Lewma ez bawerim herkesê  di astê berpirsiyaretiyê de tevlî vê xebatê bibin û bi dengeke xurt li hemberî înkarbûnê bisekinin.
 
*Gelê kurd û gelên din ji bo sedsala pêş nîqaşên wê çawa bijîn dikin. Lê di serî de Tirkiyê û welatên din jî nîqaşên wan berdewam in. Divê em vê pêvajoyê çawa bixwênin?
 
Dewleta Tirkiye di xewn û xeyala  Împaratoriya Osmanî de ye ku ji nû ve ava bike û li aliyekî din jî xwe mexdûr nîşan dide. Tirkiye sed sal berê li gorî berjewendiyên xwe tevgeriya û dewleteke biçûk ava kir.  Lê ev dewleta biçûk jî li ser esasê yekrengî , faşîzmê, qirker û dagirker hat avkirin.  Lê belê em dikarin ev hişmendiyê bişkînin. Îro kurd bûne faktora gûherînê. Êdî kurd pêşengetiyê ji guhertinê re dikin. Em dikarin bi stratejiyek nawneteveyî bibin bersiv  û guhertinên demokratîk ji bo Kurdistan û  Rojhilata Navîn bi dest bixin.
 
*Digel van nîqaşan tespîtên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê wekî “Divê Lozan were nû kirin” û “Lozana civakî” heye. Li ser vê çi dibêjî?
 
Peymana Lozanê bi tenê di warê sîyasetê de hatiyê meşandin lê pêwistî bi civakbûyînê heye. Lewma em dibêjin di vê qonaxê de divê em bên ser esasê rastiya civakê. Ev tespît birez Ocalan çend sal berê kiribû. Divê ev tespît baş bên xwendin, fehmkirin û şîrovekirin. Ev tespîtên ku Abdullah Ocalan kirine ji bo Rojhilata Navîn û Kurdistanê rê û rebazên çareseriyê ne. Rastiyek heye ku di 1999' an de pêşniyarkirina kongreya neteweyî ya Kurdistanê li ser vî esasî hatibû kirin. Ji bo ê jî xebat hîna dewam dikin.