Gulîzar Îpek: Divê em li dijî rizandinê têbikoşin

  • 09:05 21 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Ji Platforma Jinan a Şahmaran Gulîzar Îpek da zanîn ku tundî û qetilkirina li ser jinan zêde bûye, dewlet daneyan vedişêre û got: “AKP-MHP, ji bo cemaat û tarîkatan kêfxweş bike êrişê destkeftiyên jinan dikin. Divê em li dijî rizandinê, dijahlaqî û îstîsmarkirina ol têbikoşin. Divê em hemû jin bibin yek û têbikoşin.”
 
Serokomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan piştî hilbijartinên duyemîn dîsa wek serokomar hat hilbijartin û bi tifaqa ku bi HUDAPAR û Yenîden Refahê re ava kiribû êrişê destkeftiyên jinan dike û tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe.
 
Li Mêdînê di 10’ê Tîrmehê de Zekî Aydogan jina bi navê Hilbirîn Aydogan ku pê re zewicandibû qetil kir. Hefteyek ser qetilkirinê de derbas bûye lê hîna gumanbar nehatiye girtin.
 
Ji Platforma Jinan a Şahmara a Mêrdînê Gulîzar Îpek der barê tundiya li ser jinan û zîhniyeta serdest ya mêr de nirxandin kir.
 
Gulîzarê da zanîn ku dema AKP’ê de kuştinê jinan ji sedî hezar û 400 zêde bûye û seem jî zimanê serdest yê mêr û polîtîkayên dijminê jinê ne. Gulîzarê got: “Gotinên hikûmetê ku jinan hedef digirin dibin sedema zêdebûna êrîşên li hember jinê, destdirêjî û tacîzan. Mêrên jinan qetil dikin her tim ji ser google  li ‘ez çiqas ceza digirim’ digerin. Sedema vê bêcezahiştina mêran e. Sedema herî mezin polîtîka û gotinên desthilatdariyê ne.”
 
‘Dewlet mêran diparêzin’
 
Gulîzarê daxuyakirin ku wek Platforma Jinan a Şahmaran dozan jî dişopînin û wiha pê de çû: “Pirsên dadgeran nîşan didin ku polîtîka çawa pêk tên. Ji jinan re dibêjin ‘çima wê saetê li derve bûy, çima dema destdirêjî hat kirin de dengê xwe nekir’. Mixabin ev jî polîtîka bêcezahiştinê nîşan dide. Dewlet mêran diparêze.”
 
‘Dane tên veşartin’
 
Gulîzarê, diyar kir ku rojên borî de wezîrê perwerdê got "piranî malbat naxwazin keçên xwe bişînin dibistanê ku zarokên kur lê ne" û wiha domand: "Em behsa zarokan dikin. Çawa dibe ku newekheviyek wisa dikin. Bi çavên zarokan lê mêze nakin. Ev jî nîşan dide ku zîhniyetek qirêj heye. Wezîr dibêje em ji zarokên keç re dibistanek din vedikin. Tiştek wisa ne pêkane. Gelo bi çend malbatan re hatiye gel hev. Daneyek vê heye. Ev çima ji komele û platformên jinan re nayê aşkerakirin. Em daneyannagirin. Dewlet êdî daneyan jî vedişêre. Serokê giştî yê HUDA PAR’ê dibêje ‘li gorî kê li gorî çi zarok’. Ev jî îstîsmara zarokan rewa dike. Ev bi aşkera îstîsmara zarokane. Dest dirêjî qanûna 6284 dikin. Dibêjin 6284 malbatê parçe dike. Lê  ya ku malbatê parçe dike tundiye.”
 
‘Ji bo cemaet û tarîkatan kêfxweş bikin’
 
Gulîzarê balkişand ser şêwirmendên manewî yên tayînê dibistanan hatine kirin û got: “Gelek mamoste nehatine tayînkirin. Lê li aliyê din şêwirmendên manewî tayîn dikin. Hewcedariya me ne bi şêwirmendên manewî bi perwerdê heye. Hewcedariya me bi perwerda wekheviya zayenda civakî heye. Em destûr nadin vê. Hemû saziyên welat destê tarîktan de ne. AKP-MHP tarîkat û cemawetên ku wek depoya dengan dibîne kêfxweş bike êrişê destkeftiyên jinan dike. Jinan hepsê çar dîwaran dikin. Em vê qebûl nakin. Divê em destûr nedin vê rizandina bi destê cemaet û tarîkatan tê kirin. Divê em destûr nedin dijahlaqî, rizandinê. Divê em jin li dijî vê tifaqê xeta têkoşînê ava bikin.”