Rexne û pêşniyar wê nexşerêyê diyar bike

  • 09:02 21 Tîrmeh 2023
  • Ramyarî
Elfazî Toral
 
STENBOL - Partiya Çep a Kesk û HDP’ê piştî hilbijartinan hevdîtinên gel dan destpêkirin û ji her alî welatî tevli dibin. Di hevdîtinan de rexne, xwerexnedayîn, nirxandin û pêşniyar tên girtin. Rêveberiyên partiyê diyar kirin ku wê têkoşînê mezin bikin.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk piştî hilbijartinan civînên gel pêk anîn û li sê herêmên mezin yên Stenbolê hevdîtinên gel didomin.  Gel eleqeyek mezin nîşanê civînan didin û  li ser mezinkirina rêxistinbûnê tên sekinandin. Tê payîn wê civîn 30’ê Tîrmehê de bidawî bin.
 
Rêveberên Partiya Çep a Kesk a Stenbolê der barê civînên gel û jinan de nirxandin kirin.
 
Têkoşîn û azadiya jinê esas tê girtin
 
Endama partiya Çep a Kesk a Sultanbeylî Zubeyde Înce wiha vegot: “Piştî hilbijartinan em ketin pêvajoya nû ya rêxistibûnê. Em li dijî nîjadperestî, yekparêzî û neteweperestiyê ne. Em gel heqîqetê esas digirn. Em girîngiyê didin azadî û têkoşîna jinê. Jin azad nebin civak jî azad nabe.”
 
Têkoşîn bi daxwazên ge mezin dibin
 
Zubeydeyê diyar kir ku li navçeyên Stenbolê bi jinan re tên gel hev û wiha axivî: "Em rexne, pêşniyar û daxwazan guhdar dikin. Em van guhdar dikin û têkoşînê mezin dikin. Em pergala feodal red dikin. Em gel diparêzin. Tu hêz nikare heqîqetê tune bike. Hevdîtinên jinan girîngin. Rizgarî bi têkoşînê pêkane. Jin vê dizanin. Her kes ji vê pergalê bi gazince. Em bang li hemû jinan dikin. Yekane rizgarî HDP û Partiya Çep a Kesk e.”
 
Hevdîtin hatin kirin
 
Hevseroka Partiya Çep a Kesk a Stenbolê Beser Çelîk jî balkişand ser hevdîtinên bi gel re û daxuyakirin ku ev ji bo jin û ciwanan gelek girînge û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em bi gel re der barê pêvajoyê de nirxandinan dikin. Em gelek girîng e. Hilbijartinên herêmî pir girîng in. Îradeya gel ji bo me girîng e.Civînên gel û jinan ji bo pêşerojê derfeteke û gelek girîng in. Nîqaş û encamên civînan pir girîng in. Em ê demên pêş de bi konferansê encam û nîqaş binirxînin. Bila ji her aliyan gel di civînan de gotina xwe bêjin. Tevlibûna jinan a civînan gelek girîng e. Divê gotina xwe bêjin.”