Nêrgiz Bekir: Banga KNK'ê ya derbarê tecrîdê de girîng e

  • 09:05 20 Tîrmeh 2023
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
HELEB - Endama Kordînasyona Kongra Star Nêrgiz Bekir diyar kir ku tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîda li hemberî Gelê Kurd e û got: "Banga KNK`ê ya ji bo şikandina tecrîdê hatî kirin girîng e. Divê hemû partiyên siyasî û rêxistinên sivîl xwedî li helwest bin. Her wiha divê CPT'ê li gorî erka xwe tevbigere." 
 
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hefteyê du caran ji bo hevdîtinê serlêdanan dikirin lê belê bi erênî yan jî neyînî tu bersiv nedihatin dayîn. Her wiha ev bû 2 tu agahî jê nayê girtin. Rojên borî derbarê tecrîdê de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo serdana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heyetekê ava bikin û ji van dewlet û hêzên siyasî xwest ku zexta hiqûqî, siyasî û dîplomatîk li Tirkiyeyê bikin. 
 
Derbarê tecrîd, banga KNK'ê û helwesta Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) de endama Kordînasyona Kongra Star a taxa Şêxmeqsûdê Nêrgiz Bekir ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî. 
 
28 meh in agahiyê nayê girtin
 
Nêrgiz, diyar kir ku 28 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Agahiya me ji rêberê me tuneye û di heman demê de her roja ku derbas dibe jî tecrîd li ser rêberê me giran dibe. Bi vê yekê Gelê Kurd jî bi tevahî di nava tecrîdeke giran de ne. Ev cezayê dîsîplînê ya ku li ser rêberê me hatiye birîn di tu zagonên dewletan de nîne û nayê pejirandin. Ji ber ku rêberê me di her wextê de behsa azadî aştî û biratiya gelan dike ev yek jî ne li gorî sîstemên dewletan a faşîst e û lewma tecrîdê giran dikin."
 
Banga KNK'ê 
 
Li ser banga KNK'ê jî Nêrgîz wiha axivî: "Ev banga KNK`ê ya ji bo şikandina tecrîdê girîng e. Divê hemû partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ji bo rêbertî xwedî bi helwest bin. Lê belê li hemberî banga KNK'ê tu kes bi erka xwe ranabe. Her wiha CPT di mijara rêbertiyê de ji bo dewleta Tirk li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Em daxwaz dikin ku CPT'ê li gorî erka xwe tevbigere." 
 
'Dewletên serdest çareseriyê naxwazin' 
 
Nêrgiz, di axaftina xwe de bal kişand ser bandora fikr û felsefeya Abdullah Ocalan û wiha dirêjî di axaftina xwe: "Bi fikir û ramanên rêbertiyê banga li hemû gelan hat kirin ku, gel bi xwe li hember zihniyeta dewletên faşîst derkevin. Lê belê li hemberî têkoşîneke bi vî awayî jî dewletên faşîst a ku bi bingeha kapîtalîzimê li ser piyan dimînin ji fikr û ramanê rêbertiyê qebûl nakin. Ramanên rebertiyê ya wekhev a netewa demokratîk û azadiya gelan dide pêş û bi xwe re jî çareseriyê tîne. Lê ev dewletên ku li dijî wan fikran derketine di tu civînên xwe ya siyasî de neketin hewldana çareseriya pirsgirêkên netewan. Di heman demê de jî bi zihniyeta jî famê hemû gelan bin pê dikin. Lê belê gelên ku xwe li ser fikir û ramana rêbertî xwe perwerde kirine bi wê fikirê êdî şer û têkoşîna xwe li dijî zihniyeta van dewletan berdewam dikin." 
 
'Ji bo azadiya fîzîkî têkoşînê mezin bikin'
 
Nêrgiz, destnîşan kir ku li dijî tecrîdê divê têkoşîn bê mezinkirin û wiha bi lêv kir: "Di her çar parçeyên Kurdistanê de çalakî ji bo azadiya rêbertiyê tên li dar xistin. Berxwedana gel bilind dibe. Lê belê ev yek têrê nake pêwîste parêzer, mafnas û siyasetmedarên me bi rêya siyasetê erka xwe bînin cih û zextê li ser rêxistinên mafê mirovan û CPT'ê bikin. Da ku em agahiyek ji rêberê xwe bigrin. Her wiha ez bang li gelê me yên azadî û aştîxwaz dikim ku ji bo azadiya fizîkî ya rêbertiya xwe têkoşînê mezin bikin û çalakiyên hîn xurtir li dar bixin."