Jiyan di hucreya yek kesî de tê girtin: Divê qanûna înfazê bê guhertin

  • 09:04 20 Tîrmeh 2023
  • Rojane
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Dayika girtiya bi Jiyan Ay ya li girtîgeha Jinan a Bunyanê di hucrê de tê girtin, Eyhan Ay, balkişand ser rewşa Jiyan û hevalên wê û got divê rejîma înfazê demildest bê guhertin.
 
Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirina mafan her diçe zêde dibe û di serî de pirsgirêkên tenduristiyê gelek pirsgirêkên ku bandorek mezin li ser jiyanê dikin tên jiyîn. Jiyan Ay yek ji van girtiyane û bi tena serê xwe li girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê di hucrê de tê girtin û 7 sale girtiye. Jiyan di hevdîtina bi malbatê re diyar kir ku tenê di hucrê de tê girtin û pisgirêkên ku girtiyên cezayên muebetê lê hatine birîn vegot.
 
Dayika Jiyanê, Eyhan Ay ya li Nisêbîn a Mêrdînê dijî binpêkirinên mafan yên li girtîgehan vegot û diyar kir ku divê demildest rejîma Înfazê bê guhertin.
 
 
6 jin tenê di hucreyê de ne
 
Eyhanê da zanîn ku hefteyek berê çûne hevdîtina Jiyanê got bi jiyanê re 6 girtiyên jin yên cezayên muebetê li wan hatine birîn tenê di hucrê de dimînin û bi lêv kir ku pergala hucrê binpêkirina maf e. Eyhanê wiha vegot: “Tevî ku zarokên me sûc nekirine tên darizandin û cezayê muebetê li wan tên birîn. Dikin hucrê. Rojê saetekê derdixin hewadankê. Jiyan û hevalên xwe dixwazin li wir bi hev re demek xweş derbas abikin. Dixwazin govendê bigerînin stranan bêjin. Lê destur nadin. Dema govendê digerînin lêpirsîn der barê wan de tê vekirin. Dixwazin xwarinê bibin û bi hev re bixwin. Lê destûr nadin wê jî. Ji bo binpêkirin ji holê rabin dixwazin bi midûr re hevdîtinê bikin lê destûr nadin.”
 
‘Bila ji hucrê bigirin koxuşê’
 
Eyhanê daxuyakirin ku wek Jiyanê bi hezaran ciwan bêyî sûc hatine cezakirin û divê ji vê re çareseriyek bê dîtin û wiha domand: “Qe nebe bila bigirin koxuşan. Ev ciwan bila tenê nemînin. Her kes dizane ku wan sûcek nekiriye. Hemuyan kîlo winda kiribûn. Roja em çûn hevdîtinê Jiyanê hevalên xwe yên koxuşê dît. Bi salan bû nedîti bû. Hev hembêz kirin. Em pir hestiyar bûn. Bila ev bê çareserkirin. Tu kesek bi tena serê xwe di hucrê de mayînê heq nake. Jiyan her tim li malê ji ser hişê xwe diçû. Pergala xweparastina wê qels e. Belkî li wir jî her tim ji ser hişê xwe diçe. Lê kes ligel wê tune. Ji ber wê divê wê bigirin koxuşê.”
 
‘Divê qanûna înfazê bê guhertin’ 
 
Eyhanê da zanîn ku darizandinek adîlane nehatiye kirin û wiha domand: “Li gorî min divê ev di dadgehek rast de bên darizandin. Zarokên me bêsûc in. Divê bên berdan. Divê destûra bingehîn, qanûna înfazê bê guhertin. Ev rejîma înfazê ne mirovahiye. Muebeta giran mirin e. Li tu derê cîhanê pergalek wisa tune. Divê ev bê rakirin. Zarokên me bêyî sûc tên mahkumkirin. Tu kes bi tena serê xwe niakre di hucrê de bimîne. Ev rewşeke giran e.”
 
Jiyan Ay kî ye?
 
Jiyan Ayd di 24’ê Gulana 2016’an de li Nisêbîn a Mêrdînê di dema qedexeyên derketina derve de bi 25 kesî re hat binçavkirin û 4 rojan li salona sporê ya Nisêbînê di binçavan de ma û bi hevalên xwe re îşkenceyên giran dît. Piştre derxistin dadgehê û bi îdiaya ‘xerakirina yekitiya dewletê’ hat girtin û birîn girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. 
 
Di 6’ê Kanûna 2019’an de di 4’emîn Dadgeha Ceza Giran a Mêrdînê hat darizandin û bi îdiaya yekitiya dewletê xera kiriye cezayê muebeta giran û 20 sal ceza lê hat birîn, cezayê wê hat erêkirin û di tenê di hucreyê de hat girtin.
 
Jiyan ewil li girtîgeha Tîpa ya Mêrdînê piştre ya Tîpa L ya Panosê û niha jî li Girtîgeha Jinan a Bunyanê ya Kayseriyê dimîne.