Hedefa jinan ev e ku di siyasetê de zêdetir aktîf bin

  • 09:03 20 Tîrmeh 2023
  • Rojane
Melîke Aydin 
 
ÎZMÎR - Di civîna dema nû ya Partiya Çep a Kesk û HDP’ê ya li Îzmîrê hatiye destpêkirin de jinan diyar kirin ku hedefa wan eve ku jin di siyasetê de zêdetir aktîf bin û rêya sêyemîn bikin mekanîzma partiyê.
 
Partiya Çep a Kesk û Partiya Demokratîk a Gel (HDP) piştî hilbijartinan xebatê dema nû dan destpêkirin û di çarçoveya vê de civînên gel pêkanîn. Li Îzmîrê jî civînên gel destpêkirin û ewilî navendan û piştre jî wê li sazû cihên cuda bidome. Ligel civînên tevlihev wê jinan jî pêk bên û ji sedî 50 ciwanên wan wê ji çapemeniyê re girtî bidome. Jinên tevli civînan dibin diyar dikin ku hedef wan ev e ku jinan di siyasetê de çalaktir bikin.
 
Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk da zanîn ku li hemû rêxistinên navçeyan civîn pêk anîne û heyet peywirdarkirine û got: “Em ê sedemên ku hilbijartinan de encamek baş nehatiye bidestxistin bi gel re diyar bikin û danîn holê. Kevneşopiya me jî ev e. Em hêza xwe ji gel digirin. Em ê nexşerêya xwe bi gel re diyar bikin. Em ê bi gel re civînên xwe li ser rexne û xwerexnedayînê pêk bînin. Em ê kêmasiyan tespît bikin û riyên çareseriyê danîn holê.”
 
‘Hedefa me ev e em riya sêyem bikin mekanîzma rêxistinê’
 
Bernayê destnîşan kir ku gelek endamên partiyê hatin girtin gelek neçar man welat terk bikin û wiha vegot: "Hinek hatin qetilkirin. Em pêvajoyek wisa de derbas bûn. Partî Riya Sêyem hedef dike lê bi awayekî baş ji girseyên xwe re venegotiye. Armanca me eve ku em stratejiya rêya sêyemîn bi girseya xwe re nîqaş bikin û di pêvajoya hilbijartinan de û ji bilê vê bikin mekanîzma rêxistina partiyê. Ji ber paradîgma me paradîgma azadiya jinê ye. Li Îzmîrê me nêzî 50 civînê rêxistin kir û ji van civînên jinan jî hebûn. Em ê pirsgirêkên jinan, bendewariya jinan a ji partiyê guhdar bikin. Fikarên jinan pir zêde neye. Li dijî xizanîyê têdikoşin. Krîze aborî ya mezin heye. Ji ber vê bi hevalên jin re nirxandina pêvajoyê wê hêzê bide me. Ji ber vê tevlibûna hevalên jin gelek girîng e.”
 
‘Divê namzet jin be’
 
Endama Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) a Îzmîrê Muteber Akbudak jî diyar kir ku ew peywirdara ser sindoqê bû û di gelek pusulayên dengan de mohr hem li Partiya Çep a Kesk hem li HDP’ê hatibû xistin û got ji ber vê gelek deng derbas nebûne. Muteberê wiha domand: “Em êdî naxwazin rewşeke ku divê deng ji bo CHP’ê bê dayîn bê afirandin. Me ji bo demokrasiyê piştgirî da Kemal Kiliçdaroglu. Lê em dixwazin piştgiriyê bidin namzetên xwe. Divê ev namzet jî teqez jin be. Em Elewî dixwazin bi baweriya xwe bijîn.  Gelek elewî hene lê yên di wê rêde diçin tune. Dema namzetên elewî nîşan didin bila ji me bipirsin. Bila hilbijartinên herêmî de ji me bipirsin. Di hilbijartinên giştî de serê mirovan tevlihev kirin. Divê jin bi aayekî aktîf di siyasetê de cih bigirin. Bila li dijî mêran serî netewînin.”
 
‘Bila saziyên jinan vebin’
 
Hevseroka HDP’a Bayrakli Ayşe Silik anî ziman ku her pirsgirêk ji herêmî destpê dike û ji ber vê jî civînan li herêman dikin û got: “Em ê mal bi mal kolan bi kolan biçin cem jinan û daxwazên wan guhdar bikin. Em ê pirsên wan gotinên wan qeyd bikin. Em jin jinên Kurd dixwazin parlamenterên me Kurd bin. Divê zimanê wan bên fêkirin. Em diaxwazin saziyên jinan ji nûve bên vekirin.”
 
‘Divê nûneriya jinê zêdetir be’
 
Endama Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk Meryem Gulbudak jî destnîşan kir ku di merciyên biryarê de her tim mêr hene û wiha pê de çû: “Di komara mêr ya herî de di van hilbijartinan de jî polîtîkayên serdest yên mêran zêde bûn. Di nûneriya jinê de Partiya Çep a Kesk wekhevî bidest xist. Bila di hilbijartinên herêmî de ev zêdetir be. Hejmara jinan zêde be wê meclîs jî xur bibe.”