Rûken Ehmed: Şoreşa Rojava xeta 3'yemîn esas girt

  • 09:18 19 Tîrmeh 2023
  • Rojane
Gulîstan Şahîn
 
QAMIŞLO - Endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed, diyar kir ku Şoreşa Rojava ji 7 salî heta 70 salî civakê bi rêxistin kir û got: "Sedsala 21’emîn asta têkoşînê ya jinan zêdetir daye pêş, divê em bi pêşengtiya jin ev destkeftiyên ku di nava 11 salan de bi şoreşê hatî bi dest xistin, bi ser bixînin."
 
Çirûska şoreşa 19’ê Tirmehê li Kobanê dest pê kir û belavî tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû û bû îlhama azadiyê ji bo tevahî jin û gelên azadîxwaz. Îro bi saya şoreşa gelan îro pergala Netewa Demokratîk ku ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatibû diyarkirin dimeşê ku hemû netew cihê xwe têde digire. Îro li ser axên pîroz ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin pêşengtiya şoreşê dikin û salê xwe yê 11 bi kelecan û dilxweşiyek mezin pîroz dikin. Têkildarî girîngî û salvegera şoreşa 19’ê Tirmehê Endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed nêrîna xwe parve kir. 
 
Rûken Ehmed di serî de salvegera şoreşa 19’ê Tirmehê li tevahî gel û jinan pîroz kir û got: “Şoreşa bihara gelan ji Tunisê dest pê kir, pêl bi pêl belavî tevahî welatan bû. Şoreşa Tunisê weke raperinek pêk hat û gel ne bi rêxistinkirî bû. Li Sûriyê jî ew raperîn li Der’a destpêkir, lê ferq û cudahiya wan şoreşan û şoreşa Rojava çibû? Ew şoreş bi artêşa azad dest pê kir, beşdarbûna jinan li wir jî hebû û Rejîm gelek zextên mezin li wan jî kir. Lê rewşa wan çiye û projeya wan çiye nîne. Dixwastin Rejîm bikeve, lê di roja îro de rastî û dozên wan ên şoreşê, hate guhertin û bandora dewletê li ser wan kir.”
 
‘Şoreşa Rojava, xeta sêyemîn esas girt’
 
Rûken bal kişand ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê û wiha domand: “Ferq û cudahiya şoreşa Rojava ew bû ku xeta sêyemîn esas girtin ku ev xet xwe dispêre îradeya gelan. Xeta sêyan ew e ku gel xwe bi xwe bi rê ve bibe û kîjan alî werê li ser desthilatdariyê dê daxwaza gel pêk werê. Xeta sêyemîn guhertin û veguhertinên mezin di nava civakê de pêk anî. Ger tu dixwazî civakek demokratîk ava bikê divê tu di serî de azadiya jin bi dest bixî da ku demokratîkbûna civakê pêk werê. Şoreşa me li gelek aliyan ve hate meşandin şoreşa zîhnî, civakî hate meşandin. Şoreşek ku xwe ji hemû desthilatdariyê xilas bike hate meşandin. Pêvçûnên bi salan ên ku pergal civakan ji hev xistiye şoreşek hate meşandin. her wiha hevjiyana azad û bi hev re jiyankirinê bi ser xist. Pergal nakokî kûr kiriye û bi hev re jiyankirinê zehmet kiribûn, lê bi pêşengtiya jinê ev pergal hate guhertin.”
 
‘Pêşenga şoreşê jin bû’
 
Rûken destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê wiha nirxand: “Ger şoreş bingeha wê ya bi rêxistinkirî nebê, xwe nespêre li ser birdoziya fikrî û zanistekî, dê bingeha wê vala bibe û dê bi rêya siyasetê bighore û wê ew şoreş xwe neghîne armancê xwe. Ji bo wê jî şoreşa Rojavayê Kurdistanê xwe spart bingeha fikrê ku Rêber Apo pêşkêşê jinan kir ku ev fikir 50 salin dimeşê xwe dispêrê. Em şoreşa xwe dispêrin destkeftiyên şoreşa jina hele ku jinên kurd. Jinên kurd divê şoreşê de bû pêşeng, ji ber bingeha wê xurt bû. Jin di bingeha xweseriya jin, artêşbûna jin, îradeya siyasî ya jin, xwe biryar girtin, xwebûn, xwenaskirin û hebûna jin xwe avakir. Jin xwe li ser van destkeftiyan avakir û beşdarî şoreşa 19’ê Tirmehê bû.”
 
‘Jin bi şoreşê re kêlî û firsend nirxand’
 
Rûken, rêxistinbûna jin bi şoreşê re wiha nirxand: “Beriya wê jî jin di salên 2005’an de rêxistinbûna xwe avakiribû, di nava civakê de rêxistinbûn pêk anî bû. Loma ew bingeh bû ku di şoreşa 19’ê Tirmehê de bû bingeha avakirina jin. Gelek sazî û dezgehên jin bi şoreşê re ketin meryetê û cihên ku dewlet vala kirin mûdaxale kirin û cih vala nema. Jin karîbûn cihê vala zû û rast tijî bikin. Em dizanin di destpêka şoreşê de kêliyên azadî û firsend çêdibe, di vê şoreşê de kêlî û firsend çêbû ku jin rast tevlîbûn.”
 
‘Îro dîrok û nêrîna jin bi çavê jin tê tespîtkirin’
 
Rûken diyar kir ku şoreş mirovên 7 salî heta 70 salî bi rêxistin kir û wiha pê de çû: “Rêber Apo rizgariya jin, ji rizgariya axê pêşîn dibîne. Rêber Apo beriya ax, civakê esas girt û gel qurbanê axê nekir. Ji lewra cewherê tiştan bi dest girtin girîng e. Gelek dewletan heye ku yek û du jin heye, jin lawaz dimîne, lê şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû malê giştî civakê. Her jinek li gund, bajar, tax her însanek ji 7 salî heta 70 salî tevlî hemû sazî û dezgehên civakê bûn. Pergala hevserokatî pêk hat. Ji bo jin xwe û mafê xwe nasbike, ew jî ked da. Niha gelek akademiyên jin ên ku jin bikaribin xwe û dîroka xwe nas bikin dest pê kir. Têkoşînek mezin di giştî û xweser de pêk hat. Rola Rêber Apo di vê şoreşê de pir bû ku birdoziya rizgariya jin ew pêşkeşî jinan kir. Mijara xwebûn Rêber Apo pêşkeşî jinan kir. Rêxistineke xweser rêxistinbûnê dide avakirin, ser birdoziyek û li ser zanistek tê avakirin. Îro dîrok û nêrîna jin bi çavê jin tê tespîtkirin."
 
‘Jin û mêrek azad, malbatek demokratîk’
 
Rûken ferq û cudahiya rêxistina jinan wiha anî ziman: “Gelek tevgerên femînîst ji bo doza jin têkoşîn dikin, lê ferq û cudahiya me ji wan çiye? Ew ji bo jinan xebat dikin û mêran red dikin. Em çi dibêjin jin û mêrek azad û malbatek demokratîk. Gelek perwerdeyên mêr jî pêk hat. Ji ber têkoşîna me heta roja îro ewe ku guhertina mêrperest û li ber xwe dide ye. mêr hîs dike ku weke mafê wî ji dest tê girtin, loma li ber xwe dide. Ji lewra guhertina hişmendiya mêrtî, bi mêran re têkoşîna wê jî kuştina mêr e û di nava civakê de tê meşandin.  Nakokiya ku tê jiyîn, dibe sedema guhertina di nava civakê de."
 
‘Şoreşa me hemû pêkhateyan hembêz dike’
 
Rûken destnîşan kir ku pêşenga Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jina kurd kir, lê bû mala tevahî pêkhateyan û wiha dirêjî da gotina xwe: “Şoreşa Rojava û şoreşa jin ne tenê di asta jina kurd de ma, pêşengtiyek mezin kir ku hemû pêkhate xwe di vê şoreşê de dît. Di herêmên ereban de ku gelek êş ji destê çeteyên DAIŞ’ê de jiyan, xwe divê şoreş û projeya netewa demokratîk de dîtin û tevlî bûn. Tifaqên jinan di asta hundirîn de çêbû. Şoreşa Jin bû sembolek di cîhan û Rojhilata Navîn de. Di cîhanî de gelek enternasyonalîst beşdarî vê şoreşê bûn û şehîdên wan jî çêbû. Bi rastî jî ev şoreş bû bersiva hemû lêpirsînan.”
 
‘Destketfiyên şoreşê biparêzin’
 
Rûken herî dawî da zanîn ku divê destkeftiyên jinan bên parastin û wiha bi dawî kir: “Dema em qala Rêber Apo dikin û dibêjin tenê wek Rêberê Kurdan nayê dîtin, projeya netewa demokratîk ku pêşkêş kir hemû gel û jin xwe têde dîtin. Rêber Apo ji bo giştî cîhanê weke Rêbertî tê dîtin. Ji ber Rêber Apo ji bo tevahî mirovahiyê proje pêş xist. Netewa demokratîk him di Rojhilata Navîn de him jî ji bo jin pêk anîna wê jî cihê balkişandinê ye. Jineolojî û Netewa Demokratîk li gelek zanîngehên cîhanê weke nimûne tê vexwendin û xwendin. Em gelek cihên cîhanî de beşdarî konferansan dibin û em dixwazin ev destkeftî bibe mala tevahî cîhanê. Sedsala 21’emîn asta têkoşînê ya jinan zêdetir daye pêş, divê em bi pêşengtiya jin ev destkeftiyên ku di nava 11 salan de bi dest xistiye, bi ser bixînin. Ji bo misogerî û parastina vê şoreşê em rastî êrîşan jî tên. Ji bo ku em xwe ji şerê taybet biparêzin, divê zanebûna fikrî û parastina fikrî, fizîkî û avakirina tifaqên di asta cîhanê de pêk bînin da ku bikaribin rê li ber êrişan bigirin.”