Gulderen Varli: Divê polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin

  • 09:06 19 Tîrmeh 2023
  • Rojane
Zelal Tunç
 
WAN - Parlamentera Partiya Çep a Kesk Gulderen Varli tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir ku ev 28 meh in tu agahî jê nayê girtin û anî ziman ku tecrîd li her derê bi taybet li girtîgehan belav bûye û divê sazî û rêxistinên navneteweyî bêdeng nemînin. Gulderenê  got ku divê Wezareta Dadê û rayedar jî  derbarê mijarê de bi berpirsyariya xwe rabin û xwest dawî li polîtîkayên xwe yên tecrîdê bînin.
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve ku anîn Tirkiyeyê, li girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye û 28 meh in agahî jê nayê girtin. Ji ber gel ji rewşa tenduristî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi gûman e , parêzer, akademîsyen û siyasetmedarên li Kurdistan û Tirkiyeyê bangawaziyên xwe yên ji bo rakirina tecrîdê dikin û dixwzin ku demildest pê re hevdîtin bê kirin.  
 
Tecrîd li hemû qadên jiyanê belav bûye
 
Her ku polîtîkayên tecrîda li ser Abdullah Ocalan li hemû girtîgehan belav dibin, zextên li derve jî zêde dibin, binçavkirin û girtin, operasyonên leşkerî yên li Kurdistanê bênavber dewam dikin. Ji aliyê din ve israra desthilatdariya AKP-MHP’ê ya di polîtîkayên zext û tundiyê yên li ser gelê Kurd de bi pirsgirêkên weke kûrbûna krîza aborî, zêdebûna komkujî, tundî, tacîz û tecawiza li  jin û zarokan û talankirina xwezayê xwe dide der.
 
Parlamentera Wanê ya Partiya Çep a Kesk Gulderen Varli  polîtîkayên tecrîdê û bandora van polîtîkayan li ser gel nirxandin.
 
Tecrîd nayê qebûlkirin
 
Gulderenê tecrîda ku zêdeyî 2 sal in dewam dike nirxand û diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ku paradîgmaya wekhevî û azadiya gelan esas digire, nayê qebûlkirin.
 
'Tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye'
 
Gulderenê, da zanîn ku Abdullah Ocalan ev nêzî 28 meh in destûr nayê dayîn ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne, ji bilî çend hevdîtinên bi telefonê, ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve tecrîdeke mezin li ser heye. Gulderenê, anî ziman ku di sedsala duyemîn a avakirina Komara Tirkiyeyê de polîtîkayên îmha û qirkirinê yên li ser Kurdan dewam dikin û got, “Hikûmeta 21 salî jî li gorî van polîtîkayan tevdigere. Bi polîtîkayên tecrîdê re hewl tê dayîn aştiyê asteng bikin. Tecrîd ne tenê li Îmraliyê, li hemû girtîgehên welat û derveyî welat belav bûye. Her roj binpêkirineke nû li binpêkirinên mafan ên li hundir û derve zêde dibe."
 
'Tabût ji girtîgehan derdikevin'
 
Gulderenê, anî ziman ku bi taybetî binpêkirinên li girtîgehan zêde dibin, dibin sedema mirina girtiyên nexweş û got, “Ji girtîgehan tabût tên derxistin . Girtiyên ku zêdeyî 30 sal in di girtîgehan de ne, bi awayekî keyfî bi ferzkirina poşmaniyê înfazên wan tên şewitandin. Ev yek nîşaneya zêdebûna tecrîda li ser girtiyan e. Li Kurdistan û Tirkiyeyê tecrîd bi her awayî didome. Ya rastî jî bi polîtîkayên tecrîdê hewl didin aştiyê asteng bikin. Gelên Tirkiyeyê bi polîtîkayên newekhevî û dubendiyê li hemberî hev tên sorkirin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi van polîtîkayên înkar û tinekirinê desthilatdariya xwe didomîne.”
 
Polîtîkayên şer
 
Gulderenê, diyar kir ku tecrîd li dijî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û destûra bingehîn a welat e û got, "Lê belê dema ku mijar tê ser Kurdan gotinên 'em bi fikar in', hem di qada neteweyî û hem jî ya navneteweyî de tu feydeyê nadIN. Li welat bi tecrîdê sûc tê kirin. Pêwîst e di zûtirîn demê de Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re têkilî dayne. Îro tecrîd bandorek rasterast li ser aborî, tenduristî, ekolojîiyê dike û her cure tundiya li ser jin û zarokan zêde dike. Tecrîd zexta zêde ya li ser hemû gelên Tirkiyeyê ye û rewşa Kurdan  rasterast bi tecrîdê ve girêdayî ye. Ev yek ne li Kurdistan û Tirkiyeyê, îro li Sûriyeyê jî xwe dide der, ji ber vê yekê li ku derê Kurd lê hene, polîtîkayên tecrîdê dewam dikin."
 
'Sûcên li dijî jin û zarokan zêde bûne'
 
Gulderenê, diyar kir ku zêdebûna şîdeta li ser jin û zarokan nîşaneya tecrîdê ye û bal kişand ser nîqaşên li ser Qanûna Hejmar 6284 û betalkirina yekalî ya Peymana Stenbolê. Gulderenê, diyar kir ku sûcên li dijî jin û zarokan li welêt ji sedî 400 zêde bûne û got, “Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi paradîgmaya azadiya jinê ya demokratîk, ekolojîk soza jiyaneke azad dide. Bi dijminatî û polîtîkayên şer ên bi sedsalan ên li ser Kurdan tu kes bi ser neket. Her kes bi awayekî para xwe ji vê xitimandin û zextê digire.”
 
'Welatî neçar man koç bikin'
 
Gulderenê bal kişand ku di çarçoveya operasyonên li Kurdistanê berdewam dikin de sûcên li dijî sivîlan zêde bûne û qedexeyên derketina derve yên ji aliyê walîtiyê ve hatine îlankirin bi bîr xist. Gulderenê got, “Di demên dawî de li Hîzana Bedlîsê operasyonek 5 rojan hat lidarxistin. Welatiyên ku piştî operasyonê gundên xwe naterikînin bi birîna rez û darên wan tola xwe hiltînin. Bi zextên li ser welatiyên li wir dijîn, welatî neçarî koçberiyê tên kirin."
 
'Divê tecrîd bê bidawîkirin'
 
Gulderenê di dawiyê de bal kişand ser wê yekê ku ne tenê Kurd, divê hemû rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî yên Tirkiyeyê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin û daxwaz kir ku rayedar bi taybetî Wezareta Dadê berpirsyariyên xwe bi cih bînin û dawî li polîtîkayên tecrîdê bînin.