Piştî Komkujiya Pirsûsê: Zext dê têkoşînê qels neke

  • 09:05 19 Tîrmeh 2023
  • Hiqûq
 
Marta Somek 
 
STENBOL - Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol derbarê pêvajoya darizandinê ya Qetlîama Pirsûsê de axivî û got: "Zextên li hemberî malbat û parêzeran dê bendewariya li hemberî pêkanîna edaletê qels neke û em ê têkoşîna xwe mezin bikin." 
 
300 ciwan di 20'ê Tîrmeha 2015'an de bi bangawaziya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji bo pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin li Navenda Çandê ya Amarayê ya li Pirsûsa Rihayê kom bûn, DAIŞ'ê êrişeke bombeyî pêk anî. Di vê êrişa DAIŞ'ê de 33 ciwan hatin qetilkirin û 104 kes jî birîndar bûn. 
 
Di 8 salan de tenê kiryar Yakup Şahîn hat darizandin û 34 caran cezayê muebbetê yê giran xwar. Dosyayên Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî yên ji qetlîamê berpirsyar dihatin dîtin hatin veqetandin û biryar hat dayîn ku li benda girtina wan bê sekinandin. 4'emîn danişîna doza ku der barê bersûcên 'firar' Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Balî yên dosyayên wan ji hev cuda tên darizandin di 4'ê Tîrmehê de li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin. Ji hemû pêkhateyan bi sedan kes beşdarî rûniştinê bûn. Endamê DAIŞ'ê Kasim Guler ê ku di danişînê de wekî şahid hat guhdarîkirin, diyar kir ku ew di bin çavdêriya leşkeran de çûye Sûriyeyê û li ser pirsa "Kî Komkujiya Pîrsûsê kiriye", "Hinan got dewletê ev kiriye." Min wisa bihîst." 
 
Ligel pêknehatina edaletê parêzerên dosyayê û malbat jî hedef tên nîşandan. Yek ji wan parêzeran Gulhan Kaya ye. Gulhan di 12'yê hezîranê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin. Parêzerên dosyayê Sevda Çelîk Ozbîngol derbarê pêvajoya darizandinê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî. 
 
Êrişa xwekujiyê û qetilkirina 33 ciwanan
 
Sevda di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya qetlîamê û got: "Komkujiya Pirsûsê ji komkujiyên giran ên Tîrmeha 2015’an e. Di têkoşîna aştî, biratî û mirovahiyê ya li Rojhilata Navîn de ku 33 ciwan bi awayekî pir trajîk jiyana xwe ji dest dan. Ji bo aştî û biratiyê ji çar aliyên welat bi dirûşma ji nûve avakirina Kobanê di çenteyên xwe de şêraniyên cejnê û pêlîstokên heyî ve birêketin. Ji bo rêviyê daxuyanî dan. Êrişeke xwekujî pêk hat û 33 ciwan jiyana xwe ji dest dan."
 
'Li hemberî pêşeroja me êriş hat kirin'
 
Sevdaya ku serê ewilî heta niha pêvajo şopandiye wiha nêrînê xwe anî ziman: "Raya giştî derbarê mijarê de hestiyar bû û her kes xwe alîgir hîs dikir. Ev êriş li hemberî pêşeroja me, aştî û biratiya me pêk hat. Serê ewilî derbarê dosyayê de biryara nepeniyê hat dayîn. Nêzî 2 salan derbarê dosyayê de tu agahî nehatin girtin. Wek parêzer gelek caran daxwaza dîtina îdîanameyê kirin. Piştî 2 sal şûnde îdîaname hat dayîn. Dema lêpirsîna dosyayê dihat kirin li welat çend qetlîamên din jî pêk hatin. Qetîama Gara Enqerê, li Stenbolê, Dîlokê û Amedê bi heman rengî qetlîam pêk hatin."
 
'Lêpirsîneke sererast nehat kirin'
 
Sevda, da zanîn ku piştî biryara nepeniyê hat rakirin hat dîtin ku doz hatiye vekirin û wiha bi lêv kir: "Ji ber ku têkiliya kiryar bi Qetîama Gara Enqerê re jî hebû. Têkiliya ku di navbera hevdû de di demên cuda de mirovan dixist nav fikaran. Lêpirsîneke sererast nehat girtin û qetîamên din nehatin rawestandin, di encamê de gelek kes jiyana xwe ji dest da. Bi sedan malbat di nav êş û azadan de niha niha têkoşîna pêkanîna edaletê dikin. Ne tenê di dosyaya Pirsûsê de, Enqere, Stenbol, Dîlokê hêjî pêvajoya darizandinê didome."
 
'Tenê kiryarek girtî ye'
 
Sevda, diyar kir ku dosya li ser darizandina 3 kiryaran destpê kir û wiha axivî: "Kiryarek hatibû girtin, lê belê ne girêdayî dosyaya me, girêdayî lêpirsîna Qetîama Gara Enqerê hatibû derxistin. Ji bilî vê 2 kiryarên firar hebû. Doz bi vî rengî destpê kir. Darizandin li Kampûsa Girtîgeha Hîlvana Rihayê pêk hat. Kiryara ku ne di salona danişinê bû darizandin hat kirin. Malbatan ji serê ewilî heta niha bi israr daxwaza pêkanîna edaletê kirin."
 
'Naxwazin bûyer bê ronîkirin'
 
Sevda, wiha bal kişand ser neanîna kiryar a salona danişînê: "Gelek caran me daxwaz kir ku kiryarê bînin salonê. Ji bo rastî dernekeve holê hêzek li pêş me bû. Hem lêpisîneke di cih de nehat pêkanîn û hem jî darizandin. Me bi israr daxwaz kir ku hemû delil di nava dosyayê de bê bicihkirin. Ev 3 kiryar bi tena serê xwe nikare vê êrişê organîze bike, lê belê ligel bûyereke wisa mezin û wahîm pêvajoya darizandinê lêz û bez hat kirin. Wekî ku edalet pêk hat, hat nîşandan. Me şahîdiya gotinên Serokwezîrê vê demê Davuzoglu kir û got 'Heke ez biaxifim dê erd biheje'. Ev tişt nîşan dide ku hejmara kiryaran zêde ye. Çend me daxwaza bila wek şahid bê guhdarkirin kir jî dadgeh daxwaza me red kir. Her wiha me daxwaza dîtina dîmenên mobesê ya 5 saetan a ku hatî windakirin kir. Lê derbarê vê mijarê de jî dadger bersivek neda. Her wiha di pêvajoya darizandinê de em hîn bûn ku kesên ku derbarê wan de biryara girtînê heye ji bo tedawiyê hatiye Tirkiyeyê. Di dozyayên Konya, Hatay û Dîlokê de qeydên bi vî rengî hene. Bi taybetî naxwazin bûyer bê ronîkirin."
 
 
Astengiyên îdarî
 
Parêzer Sevda, diyar kir ku polîsan mudaxaleyê qetlîamê nekir û wiha  axivî: "Li hemberî lêpirsînê astengiyên îdarî pir zêdebûn. Dema em belge û agahiyan digeriyan di malpera Wezareda Hindûrin de derbarê kesên ku girêdayî dosyayê de agahî hebûn. Tişta herî esas a girîng jî roja bûyerê helwest û nêzîkatiya polîsan bû. Em daxwaz dikin ku kesên ku di bûyerê de îhmalkariyên wan hebin bên darizandin. Di danişînê de 3 şahîd hatin guhdarkirin û me jî xwest rastî divê derkevin holê. Lê hemû daxwazên me ji hêla heyeta dadgehê ve hat redkirin. Danişîna me taloqê 5'ê kanûnê hat kirin. Em ê di 5'ê kanûnê de li Edliya Rihayê bin û em ê têkoşîna xwe ya ji bo pêkanîna edaletê bidomînin." 
 
Parêz û malbat bûn hedef
 
Sevda, da zanîn ku di pêvajoya darizandinê de gelek caran bûne hedef û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji serê ewilî ya danişîne heta niha hem malbat û hem jî parêzer bûn hedef. Wek parêzer Gulhan Kaya. Gulhan parêzera heman dosyayê ye lê niha girtî ye. Ne parêzera yekem a dosyayê ku hatiye girtin. Em carek din tînin ziman ku li hemberî polîtîkayên êriş û hedef girtinê paşve gav navêjin. Em û malbat dê li hemberî her cure êrişan têkoşîna xwe bidomîn."