11'emîn salvegera Şoreşa Rojava: Jin rola sereke lîstin

  • 09:04 19 Tîrmeh 2023
  • Rojane
Nazlican Yildiz 
 
ÎZMÎR - Jinan bal kişandin ser girîngiya têkoşîna jinan a di Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê de û diyar kirin ku şoreş teşe dide têkoşîna jinên cîhanê.
 
Şoreşa Rojava ku di 19'ê Tîrmeha 2012'yan de li Kobanê bi Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya jinê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan destpê kir, ket sala 11'an. Şoreşa Rojava ku hêviya gelên Rojhilata Navîn û hemû cîhanê ye, weke Şoreşa Jinê jî tê binavkirin. Ji 19'ê Tîrmeha 2012'Yan û vir ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) jiyana demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê hatiye avakirin û ev jiyan ji hemû gelên cîhanê re alternatîfek pêşkêş dike. Her wiha êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin û tê xwestin ku DAIŞ û çeteyên cîhadîst ji nû ve zindî bibin.
 
Bi minasebeta salvegera Şoreşa Rojava jinan nêrînên xwe ji ajansa me JINNEWS'ê re anîn ziman. 
 
Ji Piştevaniya Mor Dîdar Gul, diyar kir ku Şoreşa Rojava tê wateya serkeftina li hemberî DAIŞ'ê û got: "Li hemberî dijminatiya jinê û kurdan birsiva serkeftinê ye. Ev pêvajoya berxwedanê îro Şoreşa Rojava ji me re anî. Şoreşa Rojava, ji DAIŞ û hêzên ku piştevaniyê DAIŞ'ê dikir re bû bersiv.  Îro ew şoreş weke şoreşeke ku bi xwîna Arîn, Sîbel,  Kader Ortakaya û Suphî Nejat hildigire derdikeve pêşberî me. Li pêşberî hemû cîhanê têkoşîneke mirovî hat meşandin."
 
'Jin hebûna xwe nîşan da'
 
Dîdar, da zanîn ku piştî Şoreşa Rojava jiyana nû bi pêşengiya jinan hat avakirin û wiha axivî: "Jin li gel têkoşîna nasname û çînî pirsgirêkên jinbûnê dijîn. Di nava mal, karger, tax, dibistanê de û her wih di her qadên jiyanê de bi pirsgirêkan re rûbirû dimîne. Asta şoreşa ku hatî rol û mîsyona jinê bêtir nîşan dide. Ji ber ku tevgereke azadiya jinê esas digire bûye sedema derketina şitla şoreşê. Jin di nav têkoşînê de xwedî li mafê gotinê ye û li her derê wekheviyê ava dike û hebûna xwe nîşan dide."
 
Destkeftî hedef hatin girtin
 
Dîdar, destnîşan kir ku êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê wateya hedef girtina destkeftiyên jinan û wiha bi lêv kir: "Divê bê zanîn ku çend êriş bikin jî rastiya ku li vir derketî holê nikarin têk bibin. Bi sala ne li ser vê erdnegariyê têkoşînek tê dayîn. Ligel têkoşînê, bi dehan sal in binçavkirin, girtin û qetlîaman re rûbirû mane. Me di dema hilbijartinê de dît ku îktîdar dê êrişên xwe bidomîne. Lê jin jî dê li hemberî her cureyên êrişan jî têkoşîna xwe mezin bike, xwe bi rêxistin bike. Em hêza xwe ji Rojava, Gezî, 8'ê Adarê û 25'ê Mijdarê dikirin û ev tişt ji me re dibe hêviyek mezin." 
Serkeftina jinan 
 
Ji Pîrebokên Kampûsê Berfîn Buyukertaş jî wiha bal kişand ser girîngiya Şoreşa Rojava: "Şoreşa Rojava, Şoreşa Jinê ye û ji ber vê jî li Rojhilata Navîn xwedî li cudahiyê ye. Dema îro qala Kurdistan û Şoreşa Rojava tê kirin divê mirov serkeftina jinan jî bibîrbîne. Ev serkeftin ne tesadîfiye li vir jin xweparastina xwe kir û bi têkoşîneke bi rêxistinî li ber xwe da."
 
'Rê nîşani cîhanê dan'
 
Berfîn, diyar kir ku DAIŞ, Hîzbullah û çeteyên din ên cîhadî ji hêla emperyalîstan ve tê xwedîkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li herêmê li hemberî hebûn, nasname, çand, mal û milkê şereke gelan şerek hat destpêkirin. Bi taybetî jî di şer de jî herî zêde jin û zarok zirarê dît. Li hemberî baweriya jinê û terza jiyanê mudaxaleyek hat kirin. Xwestin li herêmê hegemonyaya îslamiyetê pêş bixin. Lê li hemberî vê yekê jinên li Kobanê çarşefên xwe derxistin û bi keziyên xwe li ber xwe dan û xweparastin. Rê nîşanî tevahiya cîhanê dan."
 
'DAIŞ li hemberî jinan têk çû'
 
Berfîn, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser dirûşma "Jin jiyan azadî" û got: "Li Tirkiyeyê jî ev dirûşm ji hêla jinan ve bi salan e tê zanîn. Lê bi Şoreşa Rojava ev dirûşm enternasyonal bû. Tevahiya cîhanê dît ku DAIŞ li Rojava û li hemberî jinê têk çû. Ev tişt pir bi nirx e. Ev tişt ji hêla tevgerên jinan ên cîhanê ve hat gotin û derbarê mijarê de gelek belgefîlm hatin çêkirin."
Li hemberî êrişan berxwedan
 
Ji Tevgera Jinan a Sosyalîst Sîbel Yaşar, daxuyand ku niha jî li hemberî Rojava êriş didomin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Niha jî li hemberî êrişan berxwedanek heye. Lê belê hêzên navneteweyî bêdeng in. Çima? Pergala emperyalîst a kapîtalist mafê ku hatî bi destxistin nade. Kapîtalîzem tenê 4 dîwar li jinan ferz dike, xwedîkirina li zarokan ferz dike û pergala ku mêran serfiraz dike tê meşandin. Ji ber vê jî naxwazin pratîkên jinan ên li Rojava bê zanîn. Ji ber vê jî li hemberî êrişan bêdeng in."
 
Têkoşîna bi rêxistinkirî 
 
Sîbel, diyar kir ku pêvajoya Şoreşa Rojava berdewam dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Rojava pergal di nava sîniyê de nehat pêşkeşkirin. Bi berxwedan û têkoşînê pêk hat. Em jî bang li jinan dikin ku bi rêxistinkirî têbikoşin."