Namzeta herî ciwan a Partiya Çep a Kesk: Wê bibe dengê ciwanan

  • 09:07 24 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
Dilan Babat
 
MEREŞ - Namzeta herî ciwan a Partiya Çep a Kesk Ayşegul Demîroglu armanca namzetiya xwe ya di Partiya Çep a Kesk de vegot û diyar kir ku ew dixwaze qada pêşxistina gotin, deng û azadiya ciwanan biafirîne.
 
Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re demek kurt ma. Yek ji cihên ku herî zêde ji erdhêja Mereşê bi bandor û Bazarcix a Mereşê bû. Li Bazarcixê niha gel xwe amade dike biçe ser sindoqan. Partiya Çep a Kesk ku li Mereşê xebatên xwe bê navber dimeşîne, hedefa wan ev e ku ji Mereşê parlamenter derxîne.
 
Namzeta herî ciwan a Partiya Çep a Kesk Ayşegul Demîroglu ji ajansa me re sedema namzetiya xwe ya di Partiya Çep a Kesk de vegot.
 
Xwe ji bo hiqûqê amade dike
 
Ayşegul di 2004’an de li Bazarcix a Mereşê hat dinê. Dê û bavê wê kedkar in. Sê xwişk in û ew ya duyem e. Dibistana seretayî û navîn li Bazarcixê dixwîne û dibistana amadehiyê li Dîlokê diqedîne. Niha xwe ji bo zanîngehê amade dike. Ayşegul diyar dike ku li dijî dijhiqûqiyan wê beşa hiqûqê bixwîne.
 
‘Dixwazim bibim dengê ciwanan’
 
Ayşegul diyar kir ku wek jinek ciwan û Kurd ji temenê biçûk de ji ber malbata wê di têkoşînê de bûye, ew her tim li qadan bûye û got: “Herî baş Partiya Çep a Kesk min fêm dike. Li dijî kuştinên jinan li dijî pergala perwerdeya têkçûyî, Partiya Çep a Kesk dengekî baş û teşeyê feraset û îfadekirinê ye. Em karesetek mezin jiyîn. Di erdhejê de gelek kesî jiyana xwe ji dest dan. Ez dixwazim bibim dengê wan jî. Ji bo ev pergal û zîhniyet biçe ez ê têbikoşim.”
 
‘Em dixwazim qadên azad biafirînin’
 
Ayşegul diyar kir ku li Tirkiyeyê ji bo ciwanan qada jiyanê nehatiye hiştin û ev tişt bi lêv kir: “Beriya erdhejê jî derfetên ciwanan tunebûn. Bi krîzê re hîn bêtir rewş xera bû. Em ji bo ezmûnan salên xwe didin. Lê hewldana me bê beramber dimîne. Li Tirkiyeyê rewş wisa ye. Em li Tirkiyeyê derî bi derî li kar digerin. Em li marketan kar dibînin. Em dixwazin dawî li vê  bînin.”
 
‘Dixwazim bibim dengê hevalên xwe yên mirin’
 
Ayşegul di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Li dijî kuştinên jinan ên li Tirkiyeyê îtîraza jinên ciwan heye. Li vî welatî bi rehetî destdirêjî û tundî li jinan tê kirin. Li kolanê jin bi rehetî tên qetilkirin. Kujer tên berdan. Betalî li Tirkiyeyê pir zêde ye. Bi taybet betaliya jinan pir zêde ye. Peymana Stenbolê di şevekê de hat rakirin. Niha jî dixwazin zagona 6284'an rakin. Em dixwazin vê qanûnê biparêzin. Di erdhejê de gelek hevalên min ên ji bo ezmûnan xwe amade dikirin jiyana xwe ji dest dan. Ez dixwazim bibim dengê hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dane. Yên ku civakê li ser piyan digirin ciwan in. Di pêvajoya avakirinê de rola mezin li ser ciwanan e. Em hêza esas a civakê ne. Em hemû ciwanan dizanin ku hêvî jî em in û pêşeroj jî em in. Wê ciwan dawî li vê binpêkirinê bînin.”