Xebatên Partiya Çep a Kesk a ji bo ewlehiya sindoqan didome

  • 09:05 24 Nîsan 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin 
 
MÊRDÎN – Li gor daneyên Komîsyona Hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk li Mêrdînê 541 hezar 445 hilbijêr dê deng bi kar bînin. Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Bêrîvan Bahçecî, destnîşan kir ku heta niha hezar 786 kes ji bo ewlehiya sindoqan serî li komîsyonê xistine û bi lêv kir ku ji bo muşahidan perwerdehiyên wan dest pê kirine.   
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji ber doza girtinê dê nikaribe tevlî Hilbijartinên Serokkomarî û Giştî bibe û ji ber vê yekê jî bi Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk) re diçe hilbijartinê. Li ser vê yekê di 14’ê Gulanê de Kurdistan û Tirkiye ber bi hilbijartinê ve diçe, hindik roj man. Wek di hemû hilbijartinan de, di vê hilbijartinê de jî ji bo parastin û ewlehiya sindoqan komîsyon hatin avakirin û serlêdanên welatiyên dildar berdewam dikin. Li Mêrdînê jî li gor daneyên Komîsyona Hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk li Mêrdînê 541 hezar 445 hilbijêr dê deng bi kar bînin. Her wiha heta niha hezar 786 kes ji bo muşahidiyê serî li komîsyonê dane û hatine peywirdarkirin û serlêdanên gel ên ji bo ewlehiya sindoqan didome. Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Bêrîvan Bahçecî derbarê peywira muşahidan de axivî.   
 
‘Sedsala 21’emîn dê bibe azadiya jinan’
 
Bêrîvan, anî ziman ku wek Gelê Kurd heta îro gelek hilbijartin derbas kirine û got hilbijartina 14’ê Gulanê ji bo wan gelek girîng e. Bêrîvan, destnîşan kir ku îktîdara heyî 20 sal in li ser tevahî gelan her cure êrîş pêk aniye û ew ê di sindoqê de dengê xwe bi kar bînin û pergala ku 20 sal in xwe daye jiyîn hilweşînin û wiha domand: “Em di vî aliyî de bi biryar in. Civak bê bêhn hatiye hiştin. Tecrîda ku îro li ser tevahî Gelê Kurd û Tirkiyeyê belav bûye bi vê hilbijartinê em ê bişkînin. Taybetî ji bo em jin jî bikaribin bi rehetî bêhn bistînin. Lewra jî em dibêjin ev sedala 21’emîn dê bibe azadiya jinan û Gelê Kurd. Di heman demê de em li hemû qadan behsa girîngiya vê hilbijartinê dikin. Her wiha em dibînin jin bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ raperîna xwe belav dikin û pêş dikevin. Ev dirûşm di hemû cihanê de bûye yek deng.”
 
‘Heta niha hezar 786 muşahîd hene’
 
Bêrîvan, destnîşan kir ku li gor daneyên komîsyona wan a hilbijartinê dê li Mêrdînê bi giştî 541 hezar 445 hilbijêr dê deng bi kar bînin û wiha pê de çû: “Dê ev hilbijêr li 746 dibistanan bikaribin dengê xwe bi kar bînin û li van dibistanan jî hezar 844 sindoq bên danîn. Heta niha ev hejmar gihîştine destên me. Partiya Çep a Kesk ji ber ku cara yekemîn de dikeve hilbijartinê em peywirdarên fermî nikarin daynin. Ji ber vê jî em ê muşahidan daynin ser sindoqan. Heta niha hezar 786 kes ji bo ewlehiya sindoqan serî li komîsyonê xistine û me wan hemûyan peywirdar kiriye. Lê li ser vê yekê kar û xebatên komîsyonê berdewam dikin. Serlêdanên ji bo sindoqan didomin. Ev hilbijartin çiqwasî ji bo me girîng be ewlehiya sindoqan jî ji bo me girîng e. Ji ber vê yekê em bang li jin, ciwan û hemû gelê Mêrdînê dikin ku wê rojê xwedî li sindoqên xwe û dengê xwe derbikevin. Ji bo ewlehiya sindoqan eleqeyek mezin heye.”
 
‘Ji bo muşahidan perwerdehiyên me dest pê kirin’
 
Bêrîvan, da zanîn ji bo muşahidan ew perwerdehiyê jî didin û wiha behsa pêywira muşahidan kir: “Her çiqasî di aliyê fermiyetê de em nikarin peywirdariyê bikin jî lê peywira muşahidan jî wek peywira fermî tê dîtin. Dibe ku muşahîd çavdêr bin lê mafê wan ê ku bikaribin îtîraz bikin heye. Bi vê yekê re li Mêrdînê ji muşahidên xwe re me perwerdehiyek da. Her wiha ev perwerdehiyên me dê navçe navçe jî bidome. Di perwerdehiyê de em balê dikişînin ser ewlehiya sindoqan û divê çawa xwedî lê bê derketin. Ji bo dengekî me jî neyê dizîn em xebatên xwe didomînin. Muşahîd bi tenê nikarin îmze bavêjin, lê dikarin ji hemû bêhiqûqiyan re îtîrazê bikin. Her wiha muşahîd dikarin ku girtnameya şil a îmzekirî ji serokê sindoqê bistîne. Ji ber vê jî divê hemû muşahîd di vê hişmendiyê de be û li gor wê tev bigere. Her wiha jixwe pêwîst e di dema vekirina sindoqan de divê ew li wir bin. Piştî ku hejmara dengan qediya şûnde pêwîst e wê girtnameya şil a îmzekirî bînin partiyê. Dema bêhiqûqiyek hebe em ê bikaribin bi rêya vê girtnameyê îtîrazên xwe bînin ziman. Tiştê herî girîng ew e ku divê teqez wê girtnameya şil a îmzekirî bigirin.”  
 
‘Belgeyên ku ji bo leşker û polîsan tê dayîn divê wê rojê bê girtin’
 
Bêrîvan, diyar kir ku kesên wek polîs û leşker ji ber peywirdar in ji bo bikaranîna deng belgeyek tê dayîn û wiha axivî: “Di belgeyê de dema ku navê wan hebe dê bikaribin dengê xwe bi kar bînin û her wiha divê ew belge li wir bê dayîn. Ger ku ew belge teslîmî wir neyê kirin dê ew kes bikaribin biçin li ser sindoqên dinê jî bi vê belgeyê deng bi kar bînin. Ji ber vê jî hevalên me yên peywirdar pêwîst e wê belgeyê ji wan bistînin. Me di hilbijartinên berê de jî dîtiye ku ev kes ji carekê zêdetir deng bi kar anîne. Divê hevalên me yên peywirdar di vî alî de pir baldar bin. Li aliyê din me ne du meh in dest bi kar û xebatan kiriye. Nêzî 4 meh in me dest pê kiribû. Lê ji ber erdhêjê me navber da û xebatên xwe li herêmên erdhêjê kir. Dema ku em dikevin nava gel em dibînin ku gel gelek tijî bûye. Êdî guhertin teqez hewce dike. Tu dikevî kîjan qadê tu vê hest dikî. Lê roja 14’ê Gulanê ji hemû tiştî girîngtir e. Hevalên me yên ku peywir girtibin an jî negirtibin pêwîst e wê rojê xwedî li dengê xwe derbikevin. Divê li ber dibistanan bisekinin. Divê heta ev sindoq diçin cihê YSK’ê bi wan re biçin. Em çiqasî îro xebatên xwe xurt bikin jî ger em xwedî li deng û sindoqên xwe dernekevin em ê têk biçin. Ji ber ku ev hilbijartin hebûn û tunebûna civakê ye. Ji bo ku em bi ser bikevin em xwedî li sindoqên xwe derbikevin û wê rojê bikin cejna gelê xwe.”
 
‘Peywirek mezin li ser milê parêzeran jî dikeve’
 
Bêrîvan, da zanîn avakirina komîsyonên wan jî didome û di nava komîsyonan de gelek kes cih digirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi parêzeran re jî komîsyonên me hatin avakirin. Ji ber ku peywirek mezin li ser milê wan jî dikeve. Lewra jî em bang li hemû parêzerên ku dixwazin ev pergal bê guhertin dikin ku bila hemû wê rojê peywirdariyê bigire ser milên xwe. Ji ber vê yekê jî em dixwazin hemû parêzer serî li komîsyona hilbijartinê bixin. Dê li hemû dibistanan yek an jî du parêzer bên peywirdarkirin.”