Cennet Horos: Ev kon bi bacên me hatin girtin

  • 09:03 23 Nîsan 2023
  • Rojane
 
MEREŞ - Erdhejzede Cennet Horos bertek nîşanî şaredarê AKP’yî da û diyar kir ku şaredar li dijî berteka wê qerfên xwe pê kiriye û wiha got: “Ev kon bi bacên me hatin girtin. Ma wan daye me?”
 
Piştî bahoza li Bazarcixê ya Mereşê pêk hat şûnde kon û konbajar wêran bûn, sê kesî jiyana xwe ji dest dan. Şaredarê AKP’yî yê Bazarcixê  ku çû serdana konbajar bi berteka erdhejzedeyan a ‘hûn li ku bûn?’ hatin.
 
Şaredarê AKP’yî: Di kon de nemîne
 
Şardarê AKP’ê li hember bertekên erdhejzedeyan wiha got: “Ez li vir im. Konên AFAD’ê li vir in. Ez nebim hûn dikarin di van konan de bimînin? Hûn di konên ku min anîne de dimînin. Wê demê di kon de nemîne. Ez şaredarekî ku hatime hilbijartinim. Min 18 hezar deng girtiye.” 
 
Welatekî berteka xwe bi van gotinan anî ziman: “Dewletê ev kon ava kiriye ma te ava kiriye? Tu rojekê nehatî vir û te rewşa gel nepirsî.”
 
Jina bi navê Cennet Horos ku ewil bertek nîşanî şaredarê AKP’yî dabû tiştên jiya ji ajansa me re vegot.
 
‘Ez bi zor hilmê digirim’
 
Jina bi navê Cennet diyar kir ku di erdheja ewil de di hundir de bûn û piştre derketine derve û wiha got: “Em sê rojan di wê sermayê de li derve bûn. Em piştre hatin gundê Kurtdere. Em li malacemê ya wir man. Piştre kon vedan. Di kon de jiyan nabe. Em çend caran nexweş ketin. Nikarim hilma xwe bigirim. Hîna jî di bin bandora erdhêjê de me û dibêjim qey bi ser min de tên.”
 
‘Min bi zorê kon girt’
 
Cennetê wiha dirêjî dayê: “Ji ber xanî bi xesar bûn em nikaribûn bikevin mala xwe. Kon gelek sar in. Lê em neçar in lê bimînin. Bahoz çêbû. Me ji erdhejê re şukur kir. Bahoz pir xerab bû. Konên me firiyan. Min krîz derbas kir. Ez gelek ne baş bûm.”
 
Cennetê wiha dawî lê anî: “Şaredarê AKP’yî hat. Li gel AFAD’ê sekinî  bû. Ez jî çûm wir. Min got ‘heta îro tu li ku bû?’ Lê wekî qerfên xwe bi min bike got ‘Ez li vir im tu li ku ye’.  Got me kon daye. Ez hêrs bûm. Min got rê xerabe ne. Wesayît nikarin bên. Ev kon bi bacên me hatin girtin. Wekî ku wî ev kon dane me diaxivî.”
 
Cennetê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji 14’ê Gulanê de ji bo AKP biçe wê dengê xwe bi kar bîne.