Wê bersiva îktidarê bi Partiya Çep a Kesk bidin!

  • 09:10 22 Nîsan 2023
  • Rojane
 
Elfazi Toral
 
STENBOL - Nûnerên rêxistinên jinan diyar kirin ku daxwazên jin li kolanan diqêrin di nava Beyannameya Jinên Partiya Çep a Kesk de cih digire û wiha got:"Jin çawa li dijî rejîma yekzilamî li kolanan li berxwe didin wê li ser sindoqan jî li berxwe bidin. Wekî di beyannameyê de jî hat gotin wê jin di 14'ê Gulanê de vê îktidarê bişînin. Di vê hilbijartinê de jî em ê bi Partiya Çep a Kesk têbikoşin."
 
Nûnerên rêxistinên jinan derbarê beyannameyan Jinên Partiya Çep a Kesk de diyar kirin ku wê jin di hilbijartinê de bi ser bikevin û gotin divê jin di nava avakirina jiyaneke nû de cihê xwe bigirin. 
 
Daxwazên jinan ên li kolanan 
 
Endama Pîrebokên Kampusê Gizem Alica, da zanîn ku têkoşîna jinan bi salan di nava beyannameyê de cihê xwe digirt û got:"Têkoşîna jinan a 21 salan a li kolanan encamên îrade û têkoşînê ye. Em wekî jinên ciwan ne bireser kirdeya vê siyasetê ne. Beyannameya Jinên Partiya Çep a Kesk xwediyê cihekî taybet e. Jin çawa li dijî rejîma yekzilamî li kolanan li berxwe didin wê li ser sindoqan jî li berxwe bidin. Wekî di beyannameyê de jî hat gotin wê jin di 14'ê Gulanê de vê îktidarê bişînin. Di vê hilbijartinê de jî em ê bi Partiya Çep a Kesk têbikoşin. Em wekî rêxistinên jinan dozên cinayetên jinan dişopînin. Di beyannameyê de madeyên jiyana jinê diparêzin heye. Ev gelekî girîng e."
 
'Wê jin li ser sindoqan bersiva îktidarê bidin'
 
Gizemê bi lêv kir îktidarê jin ji komkujiyan derbas kiriye û got:"Em ji vê îktidarê ne razî ne. Ji bo vê îktidarê bişînin em ê herin ser sindoqan. Em ê li kolan û meclîsê li îradeya xwe xwedî derkevin. Wê ev hilbijartin bibe ya jinan. Em ê vê îktidara dijminatiya jinê dike bişînin. Em bang li hemû jinan dikin ku di hilbijartinê de vê îktidarê bişînin."
 
'Hedefa Partiya Çep a Kesk ew e ku derî li me veke'
 
Endama Lijneya Rêveberiya Komelaya Dema Jinê Newroz Unverdi ev hilbijartinan ji bo jinan gelekî girîng e û wiha got:"Ev îktidara her tim êrişî destkeftiyên jinan dike. Partiya Çep a Kesk jî ji bo destkeftiyên jinan derî vedike. Di nava Beyannameya Jinên Partiya Çep a Kesk de jî ev derî vedibe. Biryar tenê ji devê yekî derdikeve. Ev jî dibe encama karesatan. Feskirina Peymana Stenbolê ya di şevekê de ya ji aliyê Serokomarê AKP'yî Tayyip Erdogan destkeftiyên jinan tune dike. Partiya Çep a Kesk partiye tenê ye ku hêviyê dide jinan. Dema em li beyannameya Partiya Çep a Kesk jî dinêrin em dibînin hêviyê dide jinê."
 
Divê di avakirina jiyana nû de jin hebin
 
Ji Piştevaniya Jinê ya Kirkyamayê Elif Baysal diyar kir Partiya Çep a Kesk têkoşînê dihone û wiha lê zêde kir:"Jin bi hev re hêzê tînin. Em dikarin bi hev re têkoşînê mezin bikin. Divê teqez jin di avakirina jiyaneke nû de cihê xwe bigirin. Di Beyannameya jinê de jî hatiye gotin bê hêza jinê wê kêm bimîne. Jin îro dikarin rê bidin siyasetê. Em di serdemeke xizaniyê de derbas dibin. Jin vêya di jiyana xwe de dibînin. Li derve, mal, cihê kar jin bi mobbingê rû bi rû dimînin. Lê belê rêya rizgariyê ya ji vêya heye. Em ê di vî warî de bi hev re bi ser bikevin."
 
Dora têkoşînê vê carê li ser sindoqan e
 
Elifê da zanîn wê jin bi Partiya Çep a Kesk re li ser sindoqan bersiveke xurt bibin îktidarê û got:"Partiya Çep a Kesk hêza jin, zarok, ciwan, kedkar, kesên diçewisin dide dû xwe. Loma jin dikare di nava Partiya Çep a Kesk de hebûna xwe derxin pêş. Jin çawa li kuçeyan li dijî rejîma yekzilamî têkoşînê didin wê li ser sindoqan jî têkoşînê bidin. Dora têkoşînê vê carê li ser sindoqan e. Em ê di vê serdemê de jî bi Partiya Çep a Kesk têkoşîna xwe bidomînin."