Sevda Karaca: Em ê bi rêxistinbûyina xwe wan têk bibin

  • 09:06 22 Nîsan 2023
  • Rojane
 
DÎLOK - Endama parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Dîlokê Sevda Karaca diyar kir ku rejîma yekzilamî ya AKP-MHP'ê welat ber bi tariyeke bêdawî ve biriye û got:"Em dixwazin têkoşîna jinan bibin meclîsê û meclîsê jî bibin her derên ku jin lê ne."
 
Amadekariyên ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê dewam dikin. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk jî bajar bi bajar tevlî xebatên hijbijartinê dibin û gel hembêz dikin. Namzeta Partiya Çep a Kesk a Dîlokî Sevda Karaca têkildarî mijarê nirxanin kir. 
 
Sevda Karaca kî ye?
 
Sevda Karaca di sala 1984'an de li Amedê ji dayik bû. Beşa Rêveberiya Cemawerî û Zanista Siyasetê ya Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) xelas kir. Di 2007'an de di Rojnameya Evrenselê de dest bi pîşeya rojnamegeriyê kir. Di damezrandina Televizyona Hayatê jî de cih girt. Pêşkêşariya bernameya Gul û Nan kir. Ji 2010'an heta niha edîtortiya kovara Gul û Nan a pêveka jinê ya Rojnameya Evrenselê dike. 
 
'Tiştên di jiyana mirovan de bi wan gelek tiştî dide hînkirin'
 
Sevdayê da zanîn ew ji malbateke karê tekstîlê dikir hatiye û wiha got:"Diya min û bavê min 12-14 saetan dixebitîn. Loma dikarim mêtingeriya li ser karkeran bi vî hawî jî bînim ziman. Ji ber vê jî min hem li xwişk û birayên xwe dinihêrt hem jî ez diçûm dibistanê. Ez ji jiyana xwe dizanim ku jiyana di warê aboriyê de çiqas zehmet e. Di 16'ê saliya xwe de dema ez di EMEP'ê de bi rêxistin bûm min fam kir ku ev mijara siyasetê ye. Tiştên di jiyana mirovan de bi wan gelek tiştî dide hînkirin."
 
'Min salên dirêj têkoşîna ciwantiyê ya li zanîngehê jî meşand'
 
Sevdayê bi lêv kir ku li vî welatî tundiyeke mezin heye û wiha pê de çû:"Ev tundî tenê canê me ji destên me nagire. Xizaniya li ser me tê ferzkirin jî tundî ye. Min salên dirêj têkoşîna ciwantiyê ya li zanîngehê jî meşand. Tecrubeya me ya Gul û Nan bû sedem ku em li pêşiya têkoşînê cihê xwe bigirin. Çimkî ji bo jin tecrubeya xwe veguherîne hêzeke birêxistinkirî divê mirov bi sebir be. Divê li berxwe bide. Ji wê têkoşînê hatim asta namzetiya parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Dîlokê. Ev pêwistiyeke têkoşîna me danîbû holê bû." 
 
'Li vî welatî tu carî jin û mêr nebûn wek hevdu'
 
Sevdayê bal kişand ser cihêkariya li hemberî jinê û wiha lê zêde kir:"Li vî welatî tu carî jin û mêr nebûn wek hevdu. Bi taybet di 21 salên dawiyê de ev bi awayekî giran ket meriyetê. Çimkî ev 21 sal in AKP li ser vê îktidarê ye. Jin tenê wekî hevjîn û dayik tên pênasekirin. Loma têkoşîna jinê girîng e. Têkoşîna jinê di heman demê de li dijî cinayetên kar e jî. Têkoşîna jinê li dijî polîtîkayên muhafazarktiyê ye."
 
'Em ê berdevkiya têkoşîna xwe bikin' 
 
Sevdayê bi lêv kir ku Tifaqa Azadî û Kedê ne tenê ji bo hilbijartinê ye di heman demê de platformeke têkoşînê ye û wiha got:"Kesên ku hemû mafan, mafê zarokan ên xwezayê, azadiyê, avê, axê diparêzin li dora Tifaqa Azadî û Kedê kom bûn. Çimkî rastiyeke me ya eşkere heye. Îktidareke hemû jêderkên vî welatî bi kar tîne û êrişî me dike heye. Cudahiya Tifaqa Azadî û Kedê ew e ku tecrubeyên têkoşînê di dilê xwe de hildigire. Em ê berdevkiya têkoşîna xwe bikin. Tifaqa me ya xizan, kedkar, jin, ciwan û zaroka ye. "
 
'Em bi rêxistinên karkeran û sendîkayan tên gel hevdu'
 
Sevdayê bi lêv kir ku du aliyên hilbijartinê heye û wiha got:"Aliyek hevdîtina bi gel e û vekirina buroyên hilbijartinê ya bi coş e. Em li her taxê buroyan vedikin. Li gel vêya kevneşopiyeke têkoşînê ya vî bajarî heye. Her çiqas îktidar bixwaza têk bibe jî rehekî karkeriyê yê têkoşînê heye. Em bi rêxistinên karkeran û sendîkayan tên gel hevdu. Lê ji bo hevdîtina li taxan, li cihê kar bi kedkaraan, karkeran jî em li berxwe didin. Jin hêza me ya herî girîng e. Em yek bi yek bi malbatên sembola edalet û aştiyê ne tên gel hevdu. Di demek kurt de em ê bi ciwanan bên gel hevdu."
 
'Em ê bi rêxistinbûyina xwe wan têk bibin'
 
Sevdayê da zanîn li hemberî wan îktidara yekzilamî heye û wiha got:"Û ev îktidara derfetên vî welatî gişî ji bo xwe xerc dike. Berpirsiyariyeke divê em destûrê nedin vê yekê heye. Em ê bi rêxistinbûyina xwe wan têk bibin. Li dijî yekzilamî divê hejmara me jina zêde bibe. Çimkî îktidara yekzilamî tîra xwe bi berê me vedike. Yanî ger em bixwazin li mafên xwe xwedî derkevin wekî din şansa me tune ye. Parlamentoya li pêşiya me wê li cihekî baş bisekine. Ji bo em xwedî li mafê jin, zarok, ciwan û gel derkevin divê em li wê meclîsê xurt bin.