Kevneşopiya têkoşînê bi Partiya Çep a Kesk re hat gel hevdu

  • 09:03 22 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
Melike Aydin
 
ÎZMÎR - Burcugul Çubuk a ku li Afyonê mezin bû û tevgera şoreşger nas kir bû namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk û dixwaze têkoşîna xwe li vir bidomîne. Burcugul da zanîn ew ê têkoşîna jinê bibin meclîsê û got:"Em ê wekî Partiya Çep a Kesk werin û bi hev re bi rê ve bibin."
 
Partiya Çep a Kesk xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê bi dewam dike. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk ji qadan venaqetin û tevî zex û zordestiyan xebatên xwe didin meşandin. Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a li herêma yekemîn a Îzmîrê Burcugul Çubuk bal kişand ser têkoşîna jinê û xebatên hilbijartinê. 
 
Di têkoşîna Kurdistanê de hatina gel hevdu parast
 
Burcugul Çubuk a ku li Emirdaga Afyonê ji dayik bû dibistana seretayî û ya navîn li vir xwend. Piştre ji ber bavê wê kar nedît hatin Antalyayê. Diya wê demekê kuafortî kir. Burcugul di ciwantiya xwe de Lîseyiyên Şoreşger (DEV-LÎS) nas dike. Burcugulê dibêje DEV-LÎS'ê "Perwerdeyeke demokratîk, bê pere ya li dijî zayendperestiyê" diparast. Burcugulê da zanîn sosyalîstên Tirkiyeyî divê xeteke ku têkoşîna çînî, jin û Kurdistanê tê gel hevdu biparêzin û loma jî tevlî Partiya Demokrasîyê ya Sosyalîst (SDP) bûye. Piştre bûye endama Partiya Şoreşger. Partiya Şoreşger di heman demê de hevpara HDP'ê ye. 
 
'Em jinên di partiyê de ne'
 
Burcugulê bal kişand ser pergala hevserokatiyê û got:"Têkoşîna jinê bi Partiya Çep a Kesk ne sînordar e. Em jinên di partiyê de ne, di piştevaniyê de em li gel hev in. Em dibêjin divê meclîsên jinan zêde bibin, jin biryara xwe bi xwe bigirin. Têkoşîna me ya bi blokên demokrastî, ked û aştiyê dest pê kir bi vê hat gel hevdu." 
 
'Sepandina me ya sîstema fermûarê heye'
 
Burcugulê bal kişand ser nûnertiya jinê ya di Partiya Çep a Kesk de û wiha pê de çû:"Sepandina me ya sîstema fermûarê heye. Di civînên partiyê de dema mafê axaftinê tê girtin jî em li vê baldar in. Ne tenê di rêveberiya hilbijartinê de di tevahiya partiyê de ev tê sepandin. Me bi têkoşîna jinê ev yek bi dest xist. Gelek namzetên me ji nav gel hatine."
 
'Piştevaniya jinê heye'
 
Burcugulê da zanîn jin di Partiya Çep a Kesk de welatê hev in û wiha lê zêde kir:"Seroka Giştî ya Yeni Partiyê Meral Akşener di salên 90'î de tecawiza cerdevanan bi gotinên xwe rewa nîşan dida. Dîsa Wezîra AKP'yî Derya Yanik bi bersûcên tecawizkaran wêne kişand. Jinên HDP'yî mêrên sûc dikin, efû nakin. Nabêjin endamê me yê mêr in ji wan hesab dipirsin. Piştevaniya jinê heye. Li dijî sîstema kujeran bê ceza dihêle têkoşîna me dewam dike û peywira me ye."
 
'Faşîzm her tim bûye dijminê jinê'
 
Burcugulê diyar kir ku dema Peymana Stenbolê betal bûye parlamenterên jin ên HDP'yî li kuçeyan li gel jinan bûn lê belê yên AKP'yî bêdeng man û got:"Îktidara AKP-MHP'ê bi Partiya Refaha Nû û HUDA-Par'ê re tifaq çêkir. Dema bekaya dewletê û faşîzm wiha di nav hev de be giş dijminê jinê ne. Dixwazin bêjin Hîzbûllah û me bitirsînin. Niha tiştên li Kurdistan û Tirkiyeyê gefê li herkesî dide xwarin. Li dijî vê gefxwarinê em bbin Konca Kuriş em ê bibin xebatkarên Azadiya Welat."
 
'Em ê bi hev re tev bigerin'
 
Burcugulê da zanîn 6 partiyên di nava Tifaqa Millet de cihê xwe digirin di warê jinê de têk çûne û got:"Wekî çareseriyê em dikarin Partiya Çep a Kesk nîşan bidin. Em ê bi hev re tev bigerin. Em ê Wezareta Jinê ava bikin. Wê mekanîzmaya rêveberiyê di destên jinê de be, wê ji bo jinan zelal be. Em ji nava têkoşînê tên. Em îro vê dikin û em ê sibehê li dereke din a têkoşînê bin. Em dixwazin jin bi me re xwe bi rêxistin. bikin."