Kavil tenduristiyê tehdîd dikin: Nexweşî zêde bûn

  • 09:08 21 Nîsan 2023
  • Rojane
 
Dîlan Babat
 
HATAY - Li Hatayê ji ber kavilên avahiyan bêyî ku serê wan bê girtin û bêyî bê avdan rakirin, hewa qirêj bû, qirêjî didome. Tevî nobeta jiyanê ya tê meşandin û hişyariya xebatkarên tenduristiyê, kavil li nêzî qadên jiyanê tên valakirin û tengbûna hilmê û nexweşiyên kuxikê zêde bûn.
 
Li Hatayê xebatên rakirina kavilên avahiyên ji ber erdhêjê hilweşiyan didomin. Di rakirina kavilan de tenduristiya mirovan û xetereya ‘asbest’ li ber çavan nehat girtin û kavil li nêzî qadên jiyanê hatin rûkirin. Desthilatdariyê diyar kir ku 10 roj piştî cejnê şûnde wê li Hatayê hemû kavilan rakin. Pisporan li dijî rakirina kavilan hişyariya asbest kirin.
 
 Li Îskenderûnê li qadên çandiniyê tên valakirin
 
Li navçeya Îskenderûn a Hatayê xebatên rakirina kavilan didomin. Kavil li  nêzî Girtîgeha Tîpa M ya Îksenderûnê, li têketina navçeya Belen û 13 km. dûrî navçeyê nêzî Zozanên Bîtîşîk tên valakirin. Kavilên ku nehatin avdan û ji hev nedan alî, ji bo qadên çandiyê dibe rîsk.
 
Qadên daristanê di hedefê de ne
 
Li Samandagi kavil, li gel konbajarê nêzî stada navçeyê û taxa Yeşîlkoy a têketina navçeyê tê valakirin. Li navçeya Antakyayê jî kavil li nêzî bîrên avê ya taxa Serînyol tên valakirin. Dîsa kavilên Defne û Antakyayê hinek li qada zeytûnan a taxa Narlica, li erdên pêş Girtîgeha Tîpa M ya navçeyê û Zozanên Bîtîşîk tên valakirin.
 
Nexweşî zêde dibin
 
Tevî xebatkarên tenduristiyê bê navber balê dikşînin ser nexweşiyan, hîna kavil li qadên jiyanê tên valakirin. Di serî de bi zarokan re kesên ku tu nerehetiya wan a di vî alî de tune nexweşiya hilmê û kuxikê derketin holê. Tevî nobeta jiyanê û hişyariyên xebatkarên tenduristiyê cih nehatin guhertin. Xebatkarên tenduristiyê diyar kirin ku asbestîn a madeya kanserojekê dihewîne di 10 salan de wê nav gel de bibe sedema nexweşiyên cureyê pençeşêrê. Her wiha dibe sedema qirêjiya hewayê.