Namzet Ekîm Devrîm Çapartaş: Em hene û em li vir in

  • 09:07 21 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
Rozerîn Gultekîn 
 
STENBOL - Namzeta Partiya Çep a Kesk a Duzceyê Ekîm Devrîm Çapartaş, dê bi hev re têbikoşîn û got: "Em ê bi gotina ‘Em hene em li vir in û hûn nikarin me tune bikin, bersiv bidin desthilatdariyê. Ji bo hilbijêrên Partiya Çep a Kesk hilbijartin qada têkoşînê ye. Têkoşîna esas di rêya sêyemîn de ye."
 
Meclîsa Jinan a Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk) di 5’ê nîsanê de danezana hilbijartinê ya jinan aşkera kir û di 9’ê nîsanê de partiya Çep a Kesk lîsteya xwe ya 600 namzetî ku jê 200 zêdetir jin bûn bi rayagiştî re parve kir. Partiya Çep a Kesk li 34 bajarî di rêza yekemîn de jin nîşan dan. Namzeta Partiya Çep a Kesk ya Duzceyê Ekîm Devrîm Çapartaş der barê têkoşîna xwe ya ku bi berxwedana Bogazîçî destpêkiriye û heta Partiya Çep a Kesk hatiye ji ajansa me re axivî.
 
Berxwedana li dijî qeyûman destpêkiriye
 
Ekîmê da zanîn ku ji lîseyê de heta niha di têkoşînê de cih girire û her tim berxwe daye. Ekîmê got li zanîngeha Bogazîçî li dijî dijhiqûqiyan têkoşîn meşandine û wiha vegot: “Wek jinek ku nasnama wê Kurd e û heman demê de Elewîye têkoşîn her tim hebû. Heta ji destê min hat min ber xweda. Di 2016’an de rektor tayînê Bogazîçî kirin. Me wê demê jî gotibû ev rektor qeyûme. Wê demê li zanîngehan pêvajoyek bi KHK’yan dimeşiya hebû. Li her derê Kurdistanê tayînkirina qeyûman hebû. Me got ev ji rewşa wir serbixwe nîne. Di 2020’an de namzetê berê yên AKP’ê wek rektor şandin. Pêvajoya Bogazîçî ji wir destpê kir.”
 
Ekîmê, destnîşan kir ku li dijî qeyûman berxwedanek hebû û di berdewamiyê de wiha vegot: “Li aliyê din di dema êrişên Tiriyeyê yên li hember Efrînê de komek xwendekarên ulkucu li zanîngehê lokum belav dikirin. Min jî got ‘lokumê dagirkirin û komkujiyê nabe’. Ji ber vê doz li min hat vekirin. Min xwest ez îfade bikim ku aliyê vê yê ku mirov pê serbilind bin tune.”
 
Îro bi Partiya Çep a Kesk re bû yek
 
Ekîmê destnîşan kir ku ji 2014’an heta niha di HDK û HDP’ê de xebatên cuda dimeşîne û sedema ku ji Partiya Çep a Kesk bûye namzet jî bi van gotinan anî ziman: “Sedema min ya ku ez di Partiya Çep a Kesk de bûm namzet fikra rêya sêyemîn bû. Ji pêvajoya Bogazîçî min dît ku heta ku bajarên kurd demokrasiyê nebînin bajarên rojavayê Tirkiyeyê jî nabînin. Heta ku ew der bîhna xwe negirtin yên din jî nagirin. Ji têkoşîna yekûyî ya gelan wêdetir rêya rizgarbûnê tune. Ji ber vê min biryar da ez di partiya Çep a Kesk de siyasetê bikim. Min xwe di Partiya Çep a Kesk de dît. Piştgirî dan ku jin di siyasetê de bibin kirde.”
 
‘Wê mafê jinan ji diyarîbûnê derkeve’
 
Ekîmê di axaftina xwe de wiha bal kişand ser têkoşîna jinan: "Di rewşa bêm hilbijartin de wê têkoşîna hebûna jinan bidim. Bibim dengê jinan. Ji bo hatina demokrasiyê, azadiya akademîk û gelek pirsgirêkan wê têbikoşim. Em ê bo Peymana Stenbolê têbikoşin. Wê mafê jinan ji rewşa diyarîbûnê derkeve. Em ê bi gotina ‘Em hene em li virin û hûn nikarin me tune bikin, bersiv bidin desthilatdariyê. Ji bo hilbijêrên Partiya Çep a Kesk hilbijartin qada têkoşînê ye. Em ê bi hev re têbikoşin. Têkoşîna esas di rêya sêyemîn de ye.”