Jinên Sêrtê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin

  • 09:02 21 Nîsan 2023
  • Rojane
Sema Çaglak
 
SÊRT - Li Sêrtê ku kar û xebatên hilbijartinê bi lez û bez tên kirin, jinên ji van xebatan re pêşengtiyê dikin diyar kirin ku ew di serê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo hemû girtiyên siyasî azadiyê dixwazin. 
 
Ji 14’ê Gulanê hilbijartinên giştî û Serokkomariyê re demeke kurt ma. Bi vê minasebetê partiyên sîyasî ku dê bikevin hilbijrtinê lez dan xebatên xwe. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îsal bi Partiya Çep a Kesk re dikeve hilbijartinê. Jinên Sêrtê têkîldarî hilbijartinê axivîn.
 
‘Em bi hev re dikarin biguherînin’
 
Zulfiye Koç, diyar kir ku di hilbijartinê de daxwaza kurdan aştî û azadî ye û got: “Em dixwazin Kurdistana me azad be. Em bindestiyê êdî qebûl nakin. Qedera me ne kuştin û girtin e. Em bi hev re dikarin biguherînin. Vê desthilatdariyê ji bilî zilmê tiştek nekir. Rewşa Tirkiyê diyar e. Ji ber qeyrana aboriyê gel nema dikare derkeve derve. Pîvaz bûye 30 TL. Em ne dikarin debara xwe bikin ne jî dikarin bêhneke rehet bistînin. Êdî gel pêrîşan bûye ji vî desthîlatdariyê bêzar bûye. Êdî bes e.”
 
‘Dengê xwe bixin yek’
 
Ayşe Înan jî destnîşan kir ku êdî gel natirse û got: “Ez serkeftinê ji gelê xwe re dixwazim dixwazim. Daxwaza me ya serke aştî û azadî ye. Em azadiya Serok û girtiyên xwe dixwazin. Ev zilm û zordestî divê êdî bê bidawîkirin. Heta kengî wê wiha biçe. Bila herkes li dijî zilmê biherike qadan biherikîn qadan, dengê xwe bikin yek û bidin xwe.”
 
‘Em bi partiya xwe bawer in’
 
Cevahîr Destan jî bi lev kir ku Gelê Kurd bi partiya xwe bawer e û got: “Aştî û wekhêvî divê. Em bi gelê xwe bawer in û em ê bi ser bikevin. Hem qeyrana aborî, hem zilma li ser kurdan hem û  kaosa li Tirkiyê em pêrîşan kirin. Em dixwazin pirsgirêk hemû êdî bên çareserkirin. Dayik aştiyê dxwazin, şer û zilmê naxwazin.”
 
‘Em azadiya Serokê xwe dixwazin’
 
Herî dawî jî Kumru Koçer, axivî û bang kir ku dive hemû kurd di hilbijartinê li sandoq û dengê xwe xwedî derbikevin û got: “Em ewilî azadiya Kurdîstana xwe û azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. Divê hemû girtî azad bin. Bi vê daxwazê em qadan tijî bikin û di hilbijartinê de xwedî li dengên xwe derbikevin.”