Namzeda Sêrtê Sebahat: Ez ê bibim dengê jinan

  • 09:11 20 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
Sema Çaglak
 
SÊRT - Namzeta Partiya Çep a Kesk a bajarê Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş, destnîşan kir ku xebatên wan ên li Sêrtê kelecaneke mezin didinê û got: “Hem pergal û hem jî zîhniyeta feodal jinan asteng dikin. Ji ber vê zîhniyetê deng û rengê jinê nayê xuyakirin. Ez ê li hemberî vê bibim dengê jinan." 
 
Ji bo Hilbijartinên Giştî yên Serokomariyê û yên Serdema 28'emîn a Parlamentoyê ku di 14' ê Gulanê de li Kurdistan û Tirkiyeyê dê bên kirin, partiyên siyasî piştî destnîşankirina namzedan lez dan xebatên xwe yên hilbijartinê. Namzeta Partiya Çep a Kesk ya bajarê Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş têkildarî pêvajoya hilbijartinê ji ajansa me re axivî.
 
‘Min xwe di partiyê de dît’
 
Sebahatê di destpêka axaftina xwe de wiha bahsa xwe kir: “ Ez di sala 1988’an de li navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayik bûm.  Dibistana seretayî li Sêrtê xwend. Di destpêka salên 2000’an de min koçî Stenbolê kir. Ez 22 salan li Stenbolê mam. Gava em koçberî Stenbolê bûn tim di dilê min de vegera ji bo Sêrtê hebû. Min tu carî xwe aîdê wêderê nedît. Li wir tim xerîbî kişand. Di salên dawîn de jî biryar da ku êdî li Sêrtê û li Kurdîstanê bijîm. Ez mirovek têkîliya wê bi civakê re xurt im. Zêde ji rûniştina malê hez nakim. Di sala 2009’an de xebatên hilbijartinê dest pê kiribûn. Çend hevalên min hebûn wê demê diçûn partiyê. Wisa min dest bi çûna partiyê kir. Destpêka xebatên min ên sîyasî di wan salan di Nava DTP’ê de bi cihgirtina xebatên nav ciwanan pêk hat. Min xwe di partiyê de dît, partî wekî mala min e û bawerî da min. Ji wan salan heta niha jî xebatên min ên qada sîyasî berdewam dikin. Di sala 2016’an de jî zêdetir di nav xebatên jinan de bû»m û wekî aktîvîstek Tevgera Jinên Azad(TJA)’ di çarçoveya azadiya jinan de min xebat meşandine.”
 
‘Bandora dayika min zêde çêbû’
 
Sebahatê, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku li ser jiyana wê ya sîyasî herî zêde bandora dayika wê çêbûye û got: “Ji bilî kutdbûna min ez ji dayika xwe bi bandor bûm û min di nava siyasetê de cih girt. Her ku min dîdît dayika min tim digiriya. Ji birayê xwe, ji pismamê xwe û ji bo malbata xwe digiriya.  Ji ber ku gelek ferdên malbata me ji ber zilmê koçberî başûrê Kurdistanê kirin û niha li Wargeha Mexmûrê dimînin. Her wiha di malbata me de kesên di gîrtîgehê de jî hene. Ji ber van yekan diya min tim çavê wê bi bi hêstir bûn. Ji aliyek din jî ji bo ku li bajarêk xerîb bûm,  ji ber kurbûna xwe jî bi cudakariyê re rûbirû mam. Pirsên wekî ; ‘çima ez nikarim bi zimanê xwe biaxivim’, ‘çima nikarim bi zimanê xwe perwerdehî bibînim’, ‘çima em jî nikarin wekî hemû gelan bijîn..’ pirsên bi vî şiklî biryara min diyar kirin.”
 
‘Sêrt ji bo min girîng e’
 
Sebahatê, diyar kir ku ew ji bo ku wek namzet hatiye nîşandan gelek şanaz e û destnîşan kir ku îddîa û armanca wê mezin e. Sebahat, wiha axivî: “Kurdîsatan bi hemû taybetmendiyên xwe di dilê me de cihekê wê yê cuda heye. Lê Sêrt jî ji bo min girîng e. Bajarê Sêrtê di nav xwe de gelek çand û gelan dihewîne. Bi salan e Kurd, ereb, tirk di nav hev de jiyanek hevpar jiyane. Sêrtê kelecaneke mezin dide min." 
 
‘Em ê jiyana jinan biguherînin’
 
Sebahatê, di berdewamiya axaftina xwe de bilêv kir ku ew dixwazin jiyana jinan bigurînin û got: “Li sêrtê bi taybetî pirsgirêkên jinan gelekinl. Mixabin civaka vê derê civakek gelek girtî û tê de serweriya hişmendiya mêr heye. Li vê derê barê jinan gelekî giran e. Di her ji du malan de ji malekê zarokek nexweş an jî astengdar heye. Lênerîna zarok û malbatê hemû li ser pişta jinê ye. Jin bi van kar û baran re hatine bi sînor kirin. Ji ber vê jinên Sêrtê nikarin bikevin qada civakî. Civak feodal e. Hem pergal jinê asteng dike û hem jî hişmendiya feodal jin asteng kiriye. Ji ber vê deng û rengê jinê li Sêrtê xuya nake. Lewra li Sêrtê armanca min a yekemîn guhertina jiyana jinên vê derê ye. Heke ez werim bijartin û bikevim parlementoyê, dê gava min a ewil bi jinan re tax bi tax kolan bi kolan dê hevdîtin kirin be û di vî warî de ez ê xebatên xwe berfirehtir bikim. Ez dixwazim bibim dengê jinan.”
 
‘Sînerjîya hilbijartina 7’ê Hezîranê heye’
 
Sebahatê, bal kişand ser xebatên xwe yên hilbijartinê jî û got: “Em her roj bi cûrbecûr bernameyan xebatên xwe dimeşînin. Gava em bi girseyî hatin pêşwazîkirin an jî gava em bûroyên xwe yên hilbijartinê vedikin bi coş û girseyekê mezin vedikin. Îsal sînerjî û hîsîyata 7’ê Hezîranê ya hilbijatinê heye. Em bawer in û gel jî bi xwe nîşan dide ku wê îsal li Sêrtê 3-0 parlementer derkevin. Daxwaza yekemîn a gelê Sêrtê bêguman çûyîna vê desthîlatdariyê ye. Ji aliyek din jî nerazîbûnên li dijî qeyûman zêde ne. Gel di bernameyan de jî dibêje ew diz in û bila diz herin. Em bi kê re biaxivin dibêjin em ê vê hikûmetê bi rê bikin.”
 
‘Em hêza xwe bikin yek’
 
Sebahat, di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: “Gelê Sêrtê jixwe xurt û bi biryar e. Lê mixabin lîstikên îqtîdarê naqedin divê em bi hişyar û baldar bin. Heta wê çaxê jî em ê mal bi mal, tax bi tax, kolan bi kolan her mirovekê re temasê bikin. Ji bo ku em îqtîdarê bi rê bikin divê em hêza xwe bikin yek  û di 14’ê Gulanê de dawî li vê rejîmê bînin û 15’ê Gulanê ji bo xwe bikin şahî.”