Li Helebê Cejna Çarşema Sor hat pîrozkirin

  • 16:20 19 Nîsan 2023
  • Rojane
HELEB - Li taxa Şêxmeqsûdê bi şahiyekê û bi tevlibûna gelek kesî Cejna Çarşema Sor hat pîrozkirin
 
Bi dirûşma " Êzdiyatî nasneme ye, Çand e, Dîrok e û berxwedan e Cejna Çarşema Sor li we pîroz be " Çarşema Sor Cejna sersala civaka êzdî îro li taxa Şêxmeqsûd ji aliyê pêkhateyên êzdî ve bi şahiyekê hat pîrozkirin.Şahî li devera bi navê Şiqeyf a ku dikeve Xerbî taxê hat li darxistin.
 
Gelek kes tevli şahiyê bûn
 
Piştî deqeyeke rêzgirtinê axaftin ji aliyê  endamên sazî û partiyên siyasî ya ji derveyî Taxê yên Xiristiyan ve hate kirin.
 
Herwiha komên bi navê kulîlkên pêşerojê û ya Ahore û ciwanên êzdiyan ya stran û bazdanê çalakiya xwe pêşkêşî haziran kirin.
 
Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.