Havîn Kiye: Em ê bi ser kevin ji ber ku em mafdar in

  • 09:03 19 Nîsan 2023
  • Rojane
Zelal Tunç
 
WAN - Namzeta Partiya Çep a Kesk a Wanê Havîn Kiye ku di temenê biçûk de ji ber zextên dewletê koçber bûne li dijî asîmîlasyon û zextan têkoşîn da û got wê bi Partiya Çep a Kesk biserkevin.
 
Yek ji çar namzetên Partiya Çep a Kesk a Wanê Havîn Kiye ya 29 salî ye. Havîn bi rûkenî û sempatîkbûna xwe balê dikşîne. Havîn kî ye?
 
Çima bû namzet?
 
Werin em bi hev re Havînê nas bikin.
 
Namzeta Partiya Çep a Kesk Havîn Kiye li navçeya Şax a Wanê di 1994’an de hat dinê. Havîn zextên dewletê di temenê biçûk de dibîne. Dem a 5 salî bû malbata wê koç dike. Dema 4 salî bû bavê wê jiyana xwe ji dest dide. Dayika wê di Meclîsa Dayikên Aştiyê de cih digire. Navê dayika wê Wasfiye ye. Dayika wê bandorek mezin li ser Havînê dike. 
 
‘Karekterê dayika min bandorek mezin li ser min kir’
 
Havîn heta 17 salî li taxa Xaçortê dijî. Havîn wiha dibêje: “Profîla taxê her kes dizane.” Piştre bar dikin Sixkê.  Havîn niha bi malbatê re hîna li Sixkê dijî. Piştî du erdhêjên mezin yên Wanê malbat koçî Cizîra Şirnexê dike.  Havîn li wir li ser zimanê Kurdî dixebite. Li Zanîngeha Artuklu beşa Wêjeya Zimanê Kurdî  dixwîne.  Havîn wiha dibêje: “Em li Cizîrê bûn dema HADEP’ê bû. Dayika min em dişandin partiyê. Min Kurdiya xwe pêş xist. Bandora dayika min li ser min gelek mezin bû.”
 
Havîn di 2012’an de di beşa wêje û zimanê Kurdî ya zanîngeha Artuklu de bi cih dibe û 2016’an de mezun dibe.  Piştre di 2017 dest bi Lîsansa Bilind a bi Teza Beşa Ziman û Çanda Zimanên Tên Jiyîn yên li Tirkiyeyê ya Zanîngeha Artuklu dike. Hvîn niha li Zanîngeha Enqereyê jî xwendekara beşa wêje û zimanê Farsî ya Fakulteya Dîrok û Erdnîgariya Ziman e.
 
‘Ez ê jinan bi jiyana kolektîf re bînim gel hev’
 
Havînê der barê namzetiya xwe de jî wiha got: “Ev yekane partiya ku xîtabê min dike ye. Ez dixwazim têkoşîna xwe li vir bimeşînim. Ez bêm hilbijartin ez ê ji bo jinên ciwan bên îstihdamkirin bixebitim. Ez dixwazim jinan bi qada kolektîf re bînim gel hev. Ji bo dengê ciwanan bidim bihistin wê têbikoşim. Li Kurdistanê betalî pir zêde ye. Ciwan neçar dimînin koçî derveyê welat bikin. Ji ber krîza aborî ez jî li metropolan xebitîm.  Ji ber vê dixwazim bibim dengê ciwanan.”
 
‘Dengê ciwanan dixwazim’
 
Havînê wiha dawî lê anî: “Di hilbijartinan de 6 mîlyon ciwan dengê xwe bi kar tÎnin.  Ez dengê ciwan dixwazim. Ez bang li ciwanan dikim ku  berê xwe bidin Partiya Çep a Kesk. Em mafdar in. Em ê biser kevin.”