Pervîn Buldan li Dîlokê bang kir: Partiya Çep a Kesk wê bibe rengê gel

  • 20:15 17 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
DÎLOK - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di axaftina xwe ya di vekirina buroya hilbijartinê ya li Dîlokê de diyar kir ku rûyê AKP'ê nemaye ku biçe li cem gel û got, "Partiya Çep a Kesk wê bibe deng û rengê hemû gelan li her derê Tirkiyeyê."
 
Partiya Çep a Kesk, bi namzetên parlamenteriyê yên Rihayê re, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Dîlokê bi gel re hatin cem hev. Heyeta ku di nav de Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Hevseroka Partiya Ji nû ve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce jî di nav de li Dîlokê bi konvoyekê hat pêşwazîkirin û buroya hilbijartinê ya li taxa Vatanê bi girseyî hat vekirin. Di vekirina buroyê de ku bi hezaran beşdar bûn, dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin.
 
Hevseroka HDP'ê ya  Dîlokê Ayten Kaya ku di vekirina buroyê de axivî got, "Em ê li Dîlokê û li tevahiya Tirkiyeyê dîrokê binivîsînin. Em ê bi keda xwe bi ser kevin. Wekî din tu rêyek me nemaye.” 
 
Piştre Hevserokê HDP'ê yê navçeya Dîlokê Avnî Bînîcî axivî û wiha bi lêv kir, "Ji îro û pê ve em ê bi şev û roj ranewestin. Ev îradeya me heye. Bi hev re em ê bi ser bikevin.”
 
Canan Yuce jî wiha nêrînê xwe anî ziman, “Em ê ji bîr nekin ku dewlet û îktîdarê em bi mirinê rû bi rû hiştin. Vê erdhejê nîşan da ku mirov bi hev re dikarin birînên xwe derman bikin. Em jinên ku di rêya hilbijartinê de hatin qetilkirin ji bîr nakin. Em ê hevrêyên xwe yên şehîd ji bîr nekin. Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin. Divê em vê hêzê di vê hilbijartinê de bişînin. Em ê welatekî ku hemû gel tê de bi hev re bijîn ava bikin."
 
Pervîn Buldan, di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya Partiya Çep a Kesk û wiha axivî, “Niha rêhevalên min ên herî zêde mexdûr bûne jin in. Krîza aborî jî herî zêde bandorê li me dike. Her roj buhabûna ku tê kirin bandorê li esnafên me dike. Jin nikarin biçin bazarê. Em soz didin ku em ê di 14’ê Gulanê de wan bavêjin çopê. Em ê navê wan jî ji dîrokê paqij bikin. Navê AKP'ê di dîroka siyasetê de jî namîne. Tu kes ji wan xwedî fezîlet û rûyekî ku îstifa bike nîne. Ji ber vê yekê em ê di 14’ê Gulanê de îstifayan li wan ferz bikin. Serkeftina hilbijartinê wê bibe wesîleya azadiya hemû hevalên me yên di girtîgehê de. Em ê dilê her kesî xweş bikin. Em ê teqez bi ser bikevin.”
 
Piştî axaftina Pervîn bi hezaran kes dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" berz kirin. Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hate vekirin û bi gerandina govendê bername bi dawî bû.