Dêrsimiyan piştgiriya tam dan namzeta Partiya Çep a Kesk

  • 09:10 17 Nîsan 2023
  • Ramyarî
Fatma Gokhan-Nişmiye Guler
 
DÊRSÎM - Li Dêrsîmê ku wê sê namzetên din di hilbijartinan de têbikoşin, namzeta Partiya Çep a Kesk Ayten Kordu ji jinan piştgiriya tam girt. Jinên Dêrsîmê diyar kirin ku wê li dora namzetên jin bibin xelek û teqez bi ser bikevin.
 
Ji hilbijartinên 2023’yan ên serokomarî û giştî re demek kurt ma. Namzet diyar bûn û li her bajarî xebat tên meşandin. Yek ji van bajaran jî Dêrsîm e.
 
Namzeta herî xurt a Partiya Çep a Kesk e
 
Namzeta Partiya Çep a Kesk a Dêrsîmê Ayten Kordu ye. Ya CHP’ê Husniye Karakoyun e, ya MHP’ê Nîlgun Dalkiliç û yê AKP’ê jî Hakan Ozer e. Bi awayekî teqez li namzeta Partiya Çep a Kesk Ayten Kordu dinêrin.
 
Ji bo hilbijartinên ku sê jin û mêrek têdikoşin, jinên Dêrsîmê axivîn.
 
‘Partiya Çep a Kesk partiya azadiyê ye’
 
Aygul Aras diyar kir ku divê êdî desthilatdariya AKP-MHP’ê biçe û gotin ew piştgiriyê didin Partiya Çep a Kesk. Aygulê wiha dirêjî dayê: “Partiya Çep a Kesk partiya azadiyê ye. Partiya edalet û demokrasiyê ye. Partiya her kesî ye. Edî bes e. Ciwanên me hat girtin hatin surgunkirin. Ez 65 salî me hesreta ziman, çand û axa xwe me. Êdî bes e, jin jiyan azadî.”
 
Jina bi navê Sevîm Saglmam jî daxuyakirin ku bendewariya min ji hilbijartinê ev e ku em wek nasname bên qebûlkirin û wiha dirêjî dayê: “Bila em azad bin. Hedefa me ev e ku em qezenc bikin. Bila zarokên me, em sewal û axa me azad bijîn. Em dixwazin qedexe tune bin.  Ji bo azadiyê em dibêjin Partiya Çep a Kesk.”
 
‘Em piştgiriyê didin’
 
Şengul Perk jî der barê namzeta jin a Dêrsîmê de wiha vegot: “Namzeta jin e û ev ji bo me gelek girîng e. Ev demek dirêj e ji Dêrsîmê namzeta jin nehatibû nîşandan. Em gelek kêfxweş bûn. Em piştgiriyê didinê.”
 
‘Em pê bawer dikin’
 
Derya Ozal jî kêfxweşiya xwe anî ziman û got yekane daxwaza wan azadiya Kurdan e û Kurd bila êdî azadiya xwe bi dest bixin.
Jina bi navê Dîren jî diyar kir ku li Dêrsîmê qezenckirina jinekê gelekî girîng e û wiha pê de çû: “Ev wê ji bo gelê Dêrsîmê gelek baş be. Li vî welatî her roj jin tên qetilkirin. Em naxwazin bimrin. Namzeta Partiya Çep a Kesk wê bibe bersiva daxwazên jinan.”
 
Besîme Gok jî ev titş bi lêv kir: “Em ji ber ku namzeta me jin e gelek kêfxweş in. Em ê li dora wê bibin xelek û bi ser kevin. Guherîn wê bi jinan pêk bê. Jinên Dêrsîmê serkeftî ne. Em ê bi namzeta xwe re bi ser kevin.”
 
Jina bi navê Leyla Arslan jî diyar kir ku wê wek jin bi ser kevin û hebûna jinan nîşanê wan bidin.