Newroz Uysal: Yên behsa tecrîdê nekin nikarin dengê kurdan bixwazin

  • 09:07 17 Nîsan 2023
  • Rojane
ŞIRNEX – Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Namzeta Partiya Çep a Kesk a Şirnexê Newroz Uysal Aslan, derheqê pêvajoya hilbijartinê de axivî û got: “Tifaqên nekaribin li ser tecrîda girankirî biaxivin nikarin dengên kurdan bixwazin. Xeta demokratîkbûyînê ya herî berbiçav nêzîkatiya li hemberî birêz Ocalan e.”
 
Kêmî mehekê ji 14'ê Gulanê hilbijartinên giştî û serokkomariyê re maye. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber bi gefa girtinê rû bi rû bû  ji ser Partiya Çep a Kesk tevlî hilbijartinê dibe. Bi vê re lîsteyên namzetan ên partiyên siyasî jî eşkere bûn. Li Şirnexê wek namzet Newroz Uysal Aslan,  Ayşegul Dogan, Mehmet Zekî Îrmez û Bedîrxan Asol ji Partiya Çep a Kesk namzed hatin nîşandan. 
 
Namzeta Partiya Çep a Kesk ya Şirnexê Newroz Uysal derheqê rewşa Şirnexê û rojeva hilbijartinê de nirxandin kir.
 
*Di destpêkê de em dixwazin we nas bikin. Newroz Uysal kî ye, li malbateke çawa mezin bû?
 
Ez bi eslê xwe ji navenda Şirnexê me. Li Cizîrê mezin bûm. Min dibistana seretayî ya navîn û lîseyê li Cizîrê qedand. Piştre li Zanîngeha Stenbolê min beşa hiqûqê min di 2014'an de qedand. Ji zarokatiya xwe ve heta niha di nava malbat û civakek siyasî de mezin bûm. Ji ber ku dayika min li Cizîrê di qada jinê de xebat dimeşand. Her wiha di temenên xwe yê zarokatî û ciwaniyê de li Navenda Çanda Mem û Zînê min di xebatên çandê de cih girt. Di ciwaniya xwe de li ser şano û folklorê xebitîm. Ji bilî xebatên çandê li partiyê min di nav xebatên ciwanan de jî cih girt.
 
*Hûn bi taybetî wekî parezêra Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin nasîn, we çawa biryar da ku bibin parezêr û ew pêvajo çawa pêk hat?
 
Min ji zarokatiya xwe vê dixwest bibim parezêr û parezêriya birêz Ocalan bikim. Bi taybetî min di zarokatî, ciwantî û di malbatê de zext û zordestiya dewletê gelek dît. Ji ber wê min xwest hiqûqê bixwînim. Piştî ku min beşa hiqûqê qedand, hewildanên min ên li ser parezêrtîya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çêbûn. Ji ber ku tecrîda herî serekê jî di hêla hiqûqê de ye. Bi vê yekê min serî li Bûroya Hiqûqa ya Asrînê da. Di heman demê de li Stenbolê Komeleya hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD)  de jî min cih girt. Piştî ku min staja xwe li Stenbolê qedand vegerîyam Kurdîstanê û li Amedê bi cîh bûm. Di heman demê de di Komeleya Mezopotamyayê de min cih girt. Piştî ku di sala 2016’an de komele hatin girtin, di Platformên Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê de min cih girt.  2019’an de bi awayekî fermî komele dîsa hatin vekirin. Xebatên me yekser tecrîda li dijî birêz Ocalan e. Di vî çarçoveyê de di asta fermî de serlêdanên dîplomatîk ên bi Konseya Ewropayê û Yekîneyên Netewên Yekbûyî re çêbûn. Di heman demê de bi parezêrên cîhanî yên Rojhîlata Navîn re gelek caran li ser vî mijarê konferans û civînên me pêk hatin û însîyatîf hatin avakirin.
 
"Wextê parezêr bûm min çava di warê tecrîd û binpêkirina mafên mirovan de xebatên xwe kiribin, ji vir û wê de  jî ez ê herî zêde li ser van mijaran bixebitim."
 
Destpêka parezêrîya min di pêvajoya xweserîyê de di qedexeyên derketina derve de bû. Li Cizîrê û gelek navçeyan qetlîam pêk hatin û di asta binpêkirina mafên mirovan de sûc hatin kirin. Li ser vê rewşê hem li Farqînê, hem li Cizîrê û hem jî li gelek navçeyên din çûn û hatina min çêbû, xebatên wekî nivîsîna raporan, hevdîtin û di çarçoveya hiqûqê de min xebatên xwe meşandin û hêj ev doz berdewam dikin. Hem li dozgeriyên Şirnex û navçeyên wê hem jî li  Dadgeha Mafên Mirovan  hêj ev doz berdewam dikin. Bi hilbijartina 14’ê Gulanê jî ku werim bijartin dîsa ez ê xebatên xwe yên ji bo van dozan berdewam bikin. "Wextê parezêr bûm min çava di warê tecrîd û binpêkirina mafên mirovan de xebatên xwe kiribin, ji vir û wê de  jî ez ê herî zêde li ser van mijaran bixebitim.”
 
 
“Îro heke tu tîfaq nekaribe li ser tecrîda girankirî biaxive nikare ji kurdan jî deng bixwaze. Xeta demokratîkbûyînê ya herî berbiçav nêzîkatiya li hemberî birêz Ocalan e. Gel vî tiştê dizane û tim bi sekna xwe vê rastiyê nîşan dide”
 
*Dixwazim balê bikşînim ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Hûn ê li dijî tecrîdê wek Partîya Çep a Kesk rêbazek çawa bimeşînin?
 
 Nêzîkatiya partîya me û gelê me li dijî tecrîda li ser birêz Ocalan ku tê meşandin diyar e.  Dewleta Tirk polîtîkayê xwe yên şer yekser li ser Îmrali dide nîşandan. Ev dibe 25 meh ji Îmraliyê bi tu şiklî agahî nayê girtin. Tevahî bi birêz Ocalan re tenê 5 hevdîtin çêbûn. Wekî tê zanîn hevdîtina parêzêran a bi birêz Ocalan re piştî 11 salan herî dawî di sala 2019’an de pêk hat. Ez jî tevlî vê hevdîtinê bibûm. Piştî vî bi tu şiklî hevdîtinek çênebû. Dewlet nîşan dide ku tenê di rewşên awarte de hevdîtin dikare pêk were. Herî dawî agahiya ku me girtibû 25’ê Adarê 2021 bi rêya telefonê, her wiha di nîsana 2020 an de jî dîsa bi rêya telefonê hevdîtin hatibû kirin. Ango ji 3 salan zêdetir bi birêz Ocalan re hevdîtina rûbirû nehatiye kirin. Di cîhanê de mînakek bi vî şiklî tune ye. Bi aawyê sîyasî wateya wê ew e ku dewlet di polîtîkaya xwe yên şer de israr dike û naxwaze pirsgirêka kurd wereçareserkirin. Li hemberê wê helwestê birêz Ocalan nameya ku di sala 2019’an de şandibû de ji bo çareseriyê bang kiribû û di vê mijarê de behsa muhatabiyê kiribû. Îro nîqaşên ku di asta siyasî de li ser vê mijarê tên kirin gelek bi xeter in. Pêvajoya çareseriyê mînak didin. Lê tîfaqa Cûmhur jixwe kiryarên berdewamkirina tecrîdê pêk tîn. Hemû zext û tundiya li ser pirsgirêka Kurd ji wir tên. Tîfaqa Milletê ya ku ji 6 partîyan pêk tê bî îddîaya çareseriya pirsgirêka kurd xwe pêşberê civakê dike. Lê belê li ser pirsgirêka Kurd tu gotinek jî nekiriye. Rastîya Îmraliyê li ser demokrasîya Tirkiyê wek mohrekê reş xuya dike. Ji 3 sal zêdetir hevdîtin pêk nehaitye lê li ser vî rastîyê axaftin nayê kirin. Bangawazî û muhatabiya birêz Ocalan diyar e. Lê dewlet ji aliyekê li dijî nirxên kurdan ji aliyekê jî bi tecrîda li ser birêz Ocalan sîyasetek qirej dimeşîne. Ji ber vê yekê em di sîyaseta rêya sêyemîn de bi israr in. Sîyaseta rêya sêyemîn jî fikra birêz Ocalan e. Îro heke tu tîfaq nekaribe li ser tecrîda girankirî biaxive nikare ji tu kurdekê jî deng bixwaze. Xeta demokratîkbûyînê ya herî berbiçav nêzîkatiya li hemberê birêz Ocalan e. Gel vî tiştê dizane û tim bi sekna xwe vî rastiyê nîşan dide. Em di bernameyên xwe de vê li ber çav digirin.
 
‘Bi şikandina îradeya girtîyan armanc dikin ku îradeya malbatên wan, îradeya civak û îradeya Gelê Kurd bişkênin’
 
Şirnex yek ji bajarek ku herî zêde girtîyên wê hene ye. Heke gavek were avêtin Pêwîste ku di wan mijaran de ji dîlbûyîn û cîdîyet hebe. Gel dizane ku bêyî çareseriya pirsgirêka kurd çareserî çênebe ne girtî tên berdan ne zext û zilm li ser kurdan xelas dibe ne jî polîtîkayên şerên taybet yên li ser jin û ciwanan bi dawî dibin. Ne jî çûyîna sirgûna ewropayê xelas dibe. Çawa ku em dibêjin li ser jin û ciwanan şerekê taybet tê meşandin, li dijî girtiyan jî şerekê taybet tê meşandin. Ji bo ku îradeya girtiyan bişkênin, infaza wan dişewîtînin û poşmaniyê li  wan ferz dikin. Bi şikandina îradeya girtîyan armanc dikin ku îradeya malbatên wan, îradeya civak û îradeya Gelê Kurd bişkênin.  Ev hemû bi hev ve girêdayî ne. Divê em wêneya bi giştî binêrin û hem li Kurdîstanê hem jî li Tirkiyê xebatên xwe di wê çarçoveyê de bimeşînin. Divê em li Şirnexê jî li  Kurdîstan û Tirkiyê jî bi sîyaseta rêya sêyemîn û tîfaqa Ked û Azadiyê bi ser bikevin. Di asta sîyasî de gotin, nirx û daxwazên xwe bînin ziman û bikaribin guhertinek çêbikin. Ji ber ku di komara Tirkiyê de kurd hatine înkarkirin.  Ji bo avakirina pergalek nû divê em xurt bibin. Ji bo ku em xurt bibin jî divê em di hilbijartinê de hem xwedî li dengê xwe derkevin hem jî ev mijarên ku em hemû axivîn çareser bikin.
 
“Li dijî jinan nêzîkatiyek giştî a dijminane heye. Lê belê li bajarên kurdan bi taybetî li herêma Botanê polîtîkayek dûbendî tê meşandin. Hem bi nêzîkatiya zîhniyeta mêr hem jî bi hedefgirtina nirxên kurdewar polîtîkayek taybet  tê meşandin”
 
*Li Şirnexê mijareke din a girîng jî ew e kû li ser jinê polîtîkayên şerê taybet  tên pêşxistin. Sedema pêşxistina van polîtîkayên çi ye û çawa dikare rê li ber bê girtin?
 
Dewleta Tirk ji bo ku pirsgirêka kurd ji nedîtî ve bêgelek amûran dike dewerê. Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê êrîş dane destpêkirin. Lê di êrîşên xwe de bi ser neketiye. Dixwaze di şerê taybet de bi ser bikeve û girîngiyê didiye. Di nav vî şerê de çapemenîya alîgirê dewletê cihekî girîng digire. Çapemeniya dîjîtal, çapemeniya niviskî û di nav gel de rêveberên dewletê û hêzên nêzî dewletê wek amûr tên bikaranîn. Lingê vê siyasetê yê duyemîn jî polîtîkayên şerên taybet li ser jin û ciwanan e. Polîtîkayên şerê taybet ji avakirina Komara Tirkiyê ve heta niha rolekê girîng û startejîk lîstine. Dewlet her carê rûyê xwe di warê van polîtîkayên qirêj de nîşan dide. Li Şirnexê mînakên wekî Sakîne Kultur, Firdevs Babat ku hatin kuştin encama van polîtîkayan e. Hem li ser bedena jinê şerek tê kirin hem jî li ser nirxên civaka kurd. Dewlet hêzê dide kiryarên van kuştinan. Ew jî hêza xwe ku ji dewletê digirin li ser jin û ciwanên kurd nîşan didin û gelek caran wan di bin navê evîn û hezkirinê de dixapînin. Ji bo ku pêşîya van polîtîkayan were girtin, zanebûn girîng e. Li hemberê van polîtîkayan hêz û hêrsa gel ku pêş bikeve ev polîtîkayên şerên taybet jî dibe ku negihêjin armancên xwe. Li dijî jinan nêzîkatiyek giştî a dijminane heye. Lê belê li bajarên kurdan  bi taybetî li herêma Botanê polîtîkayek dubendî tê meşandin. Hem bi zîhniyeta mêr û hem jî bi hedefgirtina nirxên kurdewarî polîtîkayek taybet tê nêzbûn. Divê gelê me vê baş bizanibe. 
 
*Tevî van yekan li Botanê qirkirina xwezayê jî heye. Hûn vê qirkirinê çawa dibînin?
 
Di nav sîyaseta partiya me de mijara yekser jî avakirina civaka xwezayî ya aştîyane ye. Li Kurdîstanê ji salên dûr û dirêj e talankirina xwezayê heye. Ji ber ku dewlet bi desteserkirina xwezayê re wekî desteserkirina axekê nêz dibe. Di vî warî de jî xwe mafdar dibîne. Di heman demê de di berdewamiya şer de ji bo ku bi ser bikevin xwezayê me talan dikin. Mînaka herî dawî darîstanên ku hatin birîn e. Li ser vê mijarê gelek serlêdan û liv û tevger pêk hatin. Gel bi meşa ber bi Çiyayê Cûdî jî deng û peyamên xwe yên ji bo xwedîderketina xwezayê da. Di asta hiqûqî de bersîv nehat dayîn. Desthîlatdaran li gelek deveran  çûyîn û hatin qedexe kirine û ev dever veguherandine qada ewlehiyê. Bi vê yekê xwezayê tarûmar dikin. Nêzîkatiya AKP’ê MHP’ê ya rejîmek faşîzmê ye. Çawa ku di wê rejîmê de cihê mafê mirovan, mafê jinan, cihê demokrasi, edalet û wekheviyê tune be cihê xwezayê jî nîne. Ne tenê li Şirnex ev tevahî li Kurdîstan û Tirkiyê polîtîaya wan bi heman şiklî ye. Li gelek cihên xwezayî  bi talankirinê qadên rantê hatine avakirin. Ne tenê bi birîna daran û şewtandinê îro li Silopyayê bi termîk santralan jî xweza tê talankirin. Termîk santrala li Silopyayê nexweşîna pençeşêrê zêde dike û tenduristiya mirovan dixe bin xetereyê. Dîsa li Cûdî bi derxistina komirê tê armanckirin hem ava dihreike bê qirêjkirin û hem jî jiyana kesên li herêmê tê tehdîtkirin. Minakên li ser vê mijarê ku em bidin gelek zêde ne. Divê li dijî van polîtîkayan  hişmendiyek were avakirin û çareseriyek bê kriin.