Ji bo Peymana Stenbolê û qanûna 6284'an Çep a Kesk!

  • 09:02 17 Nîsan 2023
  • Ramyarî
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Berdevka Meclîsa Jinan a Îzmîrê ya Partiya Çep a Kesk Meryem Gulbudak da zanîn ku Tifaqa Cumhur ku destkeftiyên jinan hedef digire, mutabiq e ku qanûna 6284 rake û Tifaqa Mîllet jî di metna xwe de cih nedaye Peymana Stenbolê. Meryemê bang li hemû jinan kir ku dengên xwe bidin Partiya Çep a Kesk.
 
Qanûna hejmar 6284 ku di encama têkoşîna jinê de hat bidestxistin, jin û zarokên di bin xetera tundiyê de diparêze. Lê Tifaqa Cumhur a ku AKP-MHP’ê ava kiriye beriya hilbijartinê bi Partiya Yenîden Refah û Huda Parê re bû hevkar û li ser rakirina qanûna 6284 li hev kirin.
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk a Îzmîrê Meryem Gulbudak axivî û diyar kir ku desthilatdarî dixwaze malbateke baviksalar a ku xeyala wan e bike jiyanê.
 
Meryemê da zanîn ku desthiladarî îdia dike ku qanûn malbatê xera dike lê berovajî vê qanûn malbatek bi ewle pêşkêş dike û got: “Mala ku tundî lê hebe ewlehî lê tune ye.  Li gorî wan tundî, nedayîna pere wek maf e.  Di vê ferasetê de ji xwe malbat xera dibin. Zarok jî di malbatên nebaş de mezin dibin.”
 
‘Jin û mêr wekhev nabînin’
 
Meryemê destnîşan kir ku feraseta malbatê ya desthilatdariyê bavê otorîter yê serdestiya mêr lîderê malê ye û jin ji huner, jiyana civakî û zanistê dur in. Meryemê wiha domand: “Jin û mêr wekhev nayên dîtin. Di tifaqa Cumhur de lîdertiya jinê tune ye. Di tifaqa Mîllet de yek heye. Feraseta serdest a siyasetê de di malbatê de jî wisa ye. Jin dizanin ku bloka desthilatdariyê mafê jinan asteng dike. Ev bi Yenîden Refah û HUDA Parê wê hîn bêtir giran bibin. Wê jinan bibin nokteya koletiyê. Li dijî hevkariya îslamî radîkal a deshtilatdariyê riya sêyemîn ya me heye. Bi partiya Çep a Kesk hêviya Riya Sêyem heye.”
 
'Îfadeya jinê esas e'
 
Meryemê bi lêv kir ku tu tevgera azadiyê ya ku jin têde tune nikare biserkevke û di vê mijarê de wiha vegot: “Desthilatdariya mêr ya ku tundiyê li jinan dike bi jinan dikare bê guhertin. Em wek Partiya Çep a Kesk hedef dikin ku ewil Peymana Stenbolê şûnde bînin. Em ê qanûna 6284 pêk bînin û bêjin îfadeya jinê esas e. Ev hinekan nerehet dike. Lê em ê destur nedin ku ev qanûn bê rakirin. Niha di hedefa partiyên deshtilatdariyê de dor hatiye ser qanûna nefeqeyê û Qanûna Medenî heye. Lê em ji bo vê wê têbikoşin.  Zîhniyeta serdest ya mêr hdef dike ku destkeftiyên jinan yek bi yek tune bikin. Jin dixwazin azad û wekhev bijîn.  Îdeolojiyek serdest ya Tifaqa Cumhur heye. Di metna mutabakata Tifaqa Mîllet de  Peymana Stenbolê tunebû. Em Partiya Çep a Kesk jî  dixwazin jiyaneke nû ya ku binpêkirin, tundî têde tuneye û jiyanek wekhev bihûnin.”