Buroya jinê hat vekirin: Me soz daye Dayika Taybet em rê nadin wan

  • 14:49 16 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
STENBOL - Partiya Çep a Kesk li navçeya Kartal a Stenbolê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Namzeta parlementeriyê Pervîn Tunbul a ku di vekirinê de axivî got, “Em ê di 14’ê Gulanê de li rejîma Mela têk bibin. Me soz da Dayika Taybet, Ceylan û Berkîn Elvan ku em ê rê nadin wan.”
 
Partiya Partiya Çep a Kesk li Taxa Yukari ya navçeya Kartalê ya Stenbolê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Namzetên parlamenteriyê yên Herêma 1’emîn ên Partiya Çep Kesk Nîlay Kuş, Kezban Konukcu Kok, Yagmur Kavak, Pervîn Tunbul, Rozerîn Kaya, Ayten Bîngol, Zekîne Turkerî, Burcu Ayyıldız, aktîvîstên Tevgera Jinen Azad (TJA), Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum. Rêveberên HDP'ê yên navçeyê, yek ji dayikên Nobeda Edaletê ya Stenbolê Fîncê Akman û gelek jin tevli bernameyê bûn. Li qada vekirinê pankarta bi 10 zimanan bi nivîsa "Hêza me heye ku em biguherînin" û "Jin jiyan azadî" hatin daliqandin. Buro bi pankartên Partiya Çep a Kesk û nepoxên spî û mor hatibû xemilandin.
 
 
Coşa jinan
 
Gelek jinên ku beriya vekirinê bi saetan li hev civiyan, şalên binefşî yên bi nîşana "Em ê li şûna wan jinan biguherînin" li stûyê xwe gerandin û li ber stranên kurdî û stranên hilbijartinê govend gerandin. Jinên ku bi coş li benda vekirinê bûn û bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî vekirinê bûn, gelek caran dirûşmên "Jin jiyan azadî" berz kirin. Gelek kes li ber buroyê kom bûn.
 
'Çepa Kesk wê rêya 3'yemîn bîne'
 
Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Kartalê Aygul Sîncar ku di vekirina ku bi coşa jinan pêk hat de ewil axivî, diyar kir ku buroya hilbijartinê bi destê jinan tê vekirin. Aygul got, “Bi salan e nasname, çand, ked û îradeya jinan tê paşguhkirin. Weke jinên çepgir ên kesk, em ê zîhniyeta mêr a ku nêrîn û helwesta me asteng dike têk bibin. Di 14’ê Gulanê de jinên Çepgir ên Kesk wê rejîma yek zilamî ya 22 salan bişînin. Partiya Çep aKesk wê rêya 3'ê emîn bîne."
 
'Em ê dengê jinan bigihînin meclîsê'
 
Piştre Hevberdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk Kezban Konukçu Kok, diyar kir ku jin di hilbijartinan de bi biryar derketin pêş û got, “Em ê bi ser bikevin, em ê mêrê yek bişînin. Em hêza xwe ji kedkar, gelê Kurd û jinên ku li kolan û qadan dest ji mafên xwe bernadin digirin û bi vê hêzê em ê biguherînin. Rejîma yek mêrî guh neda me, ked û nasnameya me hesap nekir, daxwaza Elewiyan a hemwelatîbûna wekhev nas nekir, lewma em li dijî wan di nava tifaqa Ked û Azadiyê de hatin cem hev. Em ji bo serketinê tên. Em bi armanca herî kêm 100 nûnerî tên. Yek parêzerek jî hêja ye. Em ji we bawer dikin. Em ê têkoşîna jin, kedkar û civakê bigihînin meclîsê, em ê bibin dengê we. Em ê dîwarên di navbera parlamento û kolanê de rakin. Em ê bi hev re welat birêve bibin."
 
'Me soz da Dayika Taybet em ê rê nedin wan'
 
Namzeta parlamenteriyê Pervîn Tunbul di berdewamiya axaftina xwe de got, “Em ê di 14’ê Gulanê de rejîma mela têk bibin. Rejîma mele dibêje em ê mafên jin û ciwanan desteser bikin, em destûrê nadin. Me soz da Dayika Taybet, Ceylan û Berkîn Elvan ku em rê nadin wan.”
 
Buro hat vekirin
 
Piştî axaftinan bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û dirûşmeyên serketinê dayika Nobeda Edaletê Fincê Akman û namzeta parlamenteriyê Kezban Konukcu Kok buro hat vekirin.