Partiya Çep a Kesk li Dihê bûroya hilbijartinê vekir

  • 13:53 16 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
SÊRT - Partiya Çep a Kesk li navçeya Dihê ya Sêrtê bûroya hilbijartinê vekir. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, got Gelê Kurd ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re amade ye.
 
Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk)  li botanê  gera xwe ya hilbijartinê didomîne. Rawestgeha heyetê îro bjarê  Sêrtî ye. Şandeya ku tê de Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk(DBP) Salîha Aydenîz, Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Partiya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk cih digirin beşdarî vekirina bûroya hilbijartinê ya li navçeya Dihê bû. 
 
Bername li taxa Fatîhê pêk hat. Gel bi coşekê mezin bi dirûşmeyên “Em ê bi ser bikevin” û “Jin Jiyan Azadî” kolan tijî kir. Girseyê piştre şande pêşwazî kir.
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz di bernameyê de axivî û diyar kir ku encama  berxwedana ji bo 14’ê Gulanê ya hilbijartinê wê li Dihê û Sêrtê diyar bibe û got: “Em vê bibiryariyê di gelê Dihê de dibînin û em bi hêvî ne. Em ê bi yekitî û Tîfaqê di 14’ê Gulanê de vê de vê desthîlatdariyê têk bibin û bi ser bikevin. Bi yekitiyê em ê Kurdîstanê azad bikin. Gelê Kurd ji hilbijartinê re amade ye û bersîva xwe daye. Heta  14’ê Gulanê jî xebatên me berdewam in.”
 
Piştî axaftinan vekirina bûroyê hat kirin.